ḧemed’emînî pijderî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  910 views

goya carêk zemanî şêx sedîqî biray, ḧewt meř le şêx babo dizrawe. dize gîrawe. şêx babo bezey be dizda hatotewe, çwar dînarîşî dawetê! gutûye: em kabraye destî kurt buwe boye dizî kirduwe. çunke małî dizîyetî buwe dyare be herzanî firoştûn. řenge beşî îḧtyacî xoy nekirdibê!

ḧemedemîn nawêkî xełkî wiłatî pijder- ke jinî xoy kuştibû- le barzan dest be ser bû; kira be xizmetkarim. zorim keyf be sawîlkeyîyekey dehat. paş çend řojêk, bin dareqezwanêkim xoş dekird, giłim lê řo kird û textim kird û kirdime cêgey yekcarîm. şew mangeşew bû. gutim: kak ḧemedemîn bizane berdêkî nermim bo peyda ke, deykeme senîr!

zorî pê çû nehatewe. heram kird: ewe çit lê hat?

- wełłahî eger mela mistefa ber gullem da taze xizmetî to nakem, destim le hezar berd dawe hîçî nerim nîye!

- kake! menzûrim berdî lûs bû ke serim neqrîncênê!

cige lew darqezwane, dû darqezwanî tirîşim kirdibuwe hî xom! cengey qezwanî ferîk bû. řojane zorim mîwan dehat. demgut: kak ḧemedemîn hêndêk qezwanî cwanyan bo bêne! êwarane çend pîr û patałî barzanîm lê ko debûnewe, manay şî’rî melay cezîrîm bo lêdedanewe û ḧeqî fêr kirdinîş ewe bû ke be deng bîxwênninewe. îtir geřelawje bû! řojêk îdrîs barzanî hate laman. gutim: gwê bigrî, debê be goranîş bîłêy! zorî ḧewl da, ’efû nekira. naçar şitêkî be dengêkî zor naxoş bo xwêndînewe!

êwareyek ḧemedemîn wêřay şêwî birînc, kute goştêkî nermey zilî hênabû. binî çemedanî řîş taşînekem geřam, çwar qile sîrim peyda kird. goşt û sîrman hencinî û têkman hełpişawit, be like darêkmanda kird û beyanî be agirî polwanman birjand; kem şitî wa xoşim xwarduwe.

mêzerêkî řeşî guł gułim hebû; ewîş wek qutuwe tûtnî mela baqî, ’asay mûsa bû; şewane lêfem bû, be řoj le serim dena, êwaran be lay tawmewe degirt bo sêber. řojêk baran dayda, lebin dar řoyştim kelênêk peyda kem. pê hełgeram, eşkewtêkim dîtewe ke pitir le kune řêwî dekird. le ser bistiwê we zorim bang le ḧemedemîn kird ke were! neybîst. řwanîm tûtin û peř û agirim pêye. çîlkem ko kirdewe û agirim kirdewe û şew ta beyanî řambiward. beyanî ke deřwanim her wa pyawe û bewla wilada řadeka. heram lê kirdin, gutyan emşew her le to geřawîn; ḧemedemîn gutûye nazanim çî be ser hat.

eḧmed tewfîq- ke hemîşe le seferda bû- le lay qeładze û sinûrî êranewe be çend barêk ça û xam û xakîyewe hatewe û mistefa û kaweşî degeł bûn; dîsan lêk ko bûynewe. şewêk nazanim çon bû her eḧmed û min le pişt çyay şîrîn be řêda deřoyştîn. dinya tarîk û quř bû; řêgeman hełe kird. le małêkî dem řêgeman pirsî, kiçêkî zor cwan fanûsî hêna. fanûsekey beranber demuçawî řagirtibû; ke ba neşzanê kêyn, bizanîn cwanêk heye... řêgey şan dayn û hatîn. be ser kendałêkda kewtîn. pazde pêşmerge le bin kendał dewrî agiryan dabû; bûyne mîwanyan. birdyanîne lay serûy meclîs. debwaye pał be kendałewe deyn ke taze dařuxênrabû. dûpşikêkim dît berew giřî agir dehat; kuştiman.