qanûnî taybetîy barzan bo jin û jinxiwaz

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  769 views

ḧesen nawêk le binewe dełê: tu xwa biłê ewm degeł bê, çunke min fil bûm! ḧesenim degeł geřawe. le gundî «bye» derkewtîn. tarmayîyekman le pêşewe bû; laytî qełemîm lê da, kîjêkî ciḧêłî zor cwan bû be tenya bew tarîkesełateda deřoyşit.

- kêwe deçî?

- deçme lay mela mistefa le dełaşê; ew swarane degeł ew bûn.

- bo deçî?

- qewlim be «mistefa ’ebdułła» dawe mêrdî pê bikem; nazanim bo naye bimxiwazê? ḧeresî barzanîye; deçim şikayetî lê dekem!

ḧesen gutî: te dînî!

gutî: a dîn nîme, ḧeqê mine şikayet bikem, debê bimxiwazê!

ḧesen gutî: bo nayey mêrd be min bikey?!

gutî: dem xo bibře, ew pyawey legełte ’aqłe, qise naka, to çaw lew ke! min mistefa ’ebdułłam dewê.