şeřî dołî zuraran û çemî çame

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  867 views

çyay şîrîn - ke be ser gundî barzanda deřwanê - hewargey małî şêxane. çałebefrî tebî’î zorî heye. meř le awî befran pařaw debê û ew çałebefrane ta befrî nwê her demênin. be qisey řeşad - ke muhendîsî cengeł bû - le hezar û şeşsed mîtir biłindî bew lawe dar nařwê. ew şwêney êmey lê bûyn kîfar û diřwî zorî hebû; darî negeyştibûye. şêx nûro řoznameyekî ’erebî hêna gutî: pêm nałêy ew «kunakerê»ye le kwêye?! konakerî lê bibuwe be qûnî kerê!

lepişt çyay şîrînewe hatîn. êware ’esir geyne «lêre bîrê» ke lêřewarêkî çuẍur û çyayekî biłind û binkey barzanî bû. le pêşmergeyekî barzanîm pirsî: kwa mela mistefa?

- çote ew dîwî çya; be dûrbîn seyrî şeřge deka.

- were kake! danedane pûłekem bo se’îd bijard. henasêkî asûdem hełkêşa. xom leser xoł řakêşa û keyf saz... nwêjî şêwan barzanî hatewe; çûme xizmetî. fermûy: ew pûł be se’îd danet le çî bû? gutim: hîç qisey lê meke! marêk de baẍełimda bû, fiřêm da. sibey ew řoje ke lew şwênewe çûbûyne cêgayek deyřiwanîye dołî «zuraran», fermûy: ke têlgirafim bo kirdî bêyewe, leber dû şit bû: yekêk detirsam ẍazî bedzîyewe bitkujê; dûhem ’umer debabe degeł yekêkî êranî ke nawî celal bû hatbûn. mektebî syasîy ḧîzb daway toyan lê kirdûm ke biçî û le řadyokeyanda - ke tazeyan peyda kirduwe - kar bikey. xot ḧazir ke sibey detnêrim.

paş tozêk matbûn gutim: ewe emre lêm dekey yan pirse?

fermûy: nexêr to azadî eger pêt xoşe biço. deşzanî êre çende xetere û agirbarane û hemû řoj şeř û lêkdane; min leber to dełêm.

- qurban naçim. eger to emirim pê bikey xom de naw agirîş dawêm; bełam be xoşî xom demewê lem xetereda le to dûr nekewmewe. fexir bew merge dekem ke le nizîk to bimgatê. yekîş min kabrayekî zimanşiř û xwêntałim, lêm řûne de řoj degeł ew mamostayane najîm;

morî casûsî û xeyanetim lê deden û derim deken. min xoşim denasim û ewanîş denasim.

fermûy: bimênewe!

teyare be řoj hîç mewday nededa. beyanî le şwênekey xoman degwêztewe û deçûyne řûkarî dołî zuraran- ke berdełanêkî piř gaşe bû- ta êware. şwênekey xoman kanî û awêkî lê bû. zor le pêşmege le êwareda lewê cilyan deşuşt. beyanîyek ke deřoyştîn pêşmergeyekim dît lebin darêk le nizîk kanî danîştibû. gutim toş were biřoyn! gutî êrem xoşe û nayem. ew řoje bomyayek we dareke kewtibû le řeg û řîşey derhênabû; pêşmergeke şehîd bû.

řojêk şeřî gewre kewte dołî zuraran. teyare û top û qirmey tîrbar û tifengyan gałey dekird. mela mistefa le şwênêkewe- ke baweř ke tifengî degeyştê- be dûrbîn deyřiwanîye şeř û tarîfî dekird:

- eha pyawekanî ême le fiłan şwên şikan; hełatin; xoyan geyande fiłan eşkewt; ey aferîm! le eşkewt hatnewe der, hicûmyan kird. eha çwar kesyan kuşt, eha caş hełatin. (be pêkenînewe) serbaz her xo nagrê...

wextî nîweřo le bîrî çûbû nan bixiwa; be dûrbîn deyřiwanî û şerḧî deda. řojêk îcazem xwast le çya biçme xwar û serî binkey bêsîm bidem. kak şewket û hewałanî le dem çemî «çame» kepřêkyan kirdibû. qulapêkim lê sandin ke masî bigirim. qulapim xistuwe gom, masî pêwe nedehat. teyareş le serman dexulayewe. be herdûk dest îşarem bo teyare dekird, gutyan: deẍîle ewe xerîkî çî? gutim: masîy segbab nayene ser qulapekem! dełêm teyare pê bizanê û bombayek bawêjête gom; masyan qiř bika û xiřyan kemewe!

meselêkî kurdane dełê: «çaw tirsenoke». bełam min be’eksewe çawim beẍîrete û natirsê, xom tirsenokim û kem waye ser kewm. hewrazêk debînim, lam waye zor hasane serî kewm, keçî le nîwey řê pekim dekewê. gomêk hebû her sûřî deda û kesk û şîn deyniwand. be çaw pêm wa bû detwanim be hasanî be mele lêy bipeřmewe. xom têhawîşt û le naweřastî gom kewtime peleqajey mandû bûn. pêşmergekanî bêsîm ẍaryan da piştêndêkyan bo ḧewa dam, girtim û kêşayan û le xinkan xelestim.

gîskêk her ba’eba’î bû.

- ewe çîye?

- le xêł becê mawe û şele, demanewê çak bêtewe û bo xawenî berînewe.

- be xwa kakî xom be fitway min bîxoyn be xêrî saḧîbî!

ewîşman xward!

çayîman nebû. şewêk leser berdêk řakşabûm. gutyan sibeynê şeř dekewête êre; debê bigwêzînewe. xerîkî sazbûn bûyn, yekêk hat gutî: kak hejar! eyûb kuřî şêx babo dełê bête lay ême çayîman heye. gutim: kak şewket ewa tom be çayî gořyewe; xwaḧafîz! geyme binkey eyûb, hêştan her şew bû. gutî ba lêre biřoyn le şwênênkî baştir ça lê nêyn. dinya řûnak bû. lenaw çend piniçkêkda ketrî we ser nira. çûm lebin berdêkî ke sêberî ta nîweřo demênê xołekem saf kird û řakşam ta ça degatê. bangyan kird: were biřoyn! deçîne şwênêkî emîntir.

- kake biřon min nayem.