barbû bo şořş

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  771 views

«’ebdul’ezîz ḧacî melo» dostî barzan buwe. małe şêxî birîfkan le ser řewandinî jinêk kuştûyane. małe ḧacî melo bûnete xoşewîstî barzanî û be wefadarî bo ’ebdul’ezîz mełbendêkî gewreyan pê sipêrawe û tołeyan bo le małe şêxî birîfkan kirawetewe û gund sûtawe û danîştuwanî aware kirawin. «ẍazî ḧacî melo» lawêkî zor netirs û le şeř aza bû; bełam biray gewrey- ke ’ebdulwaḧîd bû- çend car bibuwe caş û geřabowe; deyangut ḧîzîşe. çend amoza û xizmî tirî ẍazîş hebûn ke zor keyfim pê nedehatin. nizîkey newed gundyan dexward; bełam pêxoryan nededa be pêşmerge; cilkyan bo nedekřîn. şewane le meclîsyanda, bas basî caşan bû ke çend xo dejîn û çend pare werdegirin: «bîstûme fiłan caş yekcê dwazde kirasî kiřîwe, fiłane tirumbîlî heye...».

şewêk gutim: êwe çunke le ladê gewre bûn û şartan nedîwin nazanin parey zor lay kê heye. jinêkî gewade, pazde jinî xirapî leber destidaye le beẍda, dełên de milyon dînarî le bankidaye û çendîn qesrî heye. bo çî fikir le karî wa be qazanc nakenewe?!

- ay seyda hejar! ewe bêşerefîye, çon wa bikeyn?

- gyane! ew jine be şereftire lew kesey nîştiman û hawnîştimananî xoy bifroşê...

ẍazî darkarîy pêşmegey dekird; nemdehêşt. wa dyar bû zor le min qełse û leber bokan neydewêra.

’eşîretî ẍazî (mizurî) le hemû ’eşayrî kurd azatir û muxlîstir bo kurdistan bûn. her yekey beranber sed ẍenîm bû. pêşmergey çak û aẍay xirap. çend kesêkyan xeberçînim bûn; herçî le naw aẍayanda řadebra demzanî. casûsêkî dewłet be nawî «saqî» gîrabû. şewêk ẍazî gutî: saqî hełatuwe. zanîmewe ke be dû hezar dînar berełday kirduwe. çend guzarşêkim derbarey ew kare xirapaneyan bo barzanî nûsî ke: «ewane le caş bezyantirin; çarêkyan lê bikirê başe». cwab dehatewe ke sebir bike û bimênewe!

bîst û ḧewt hezar dolarim pûł hênabû; xeberim bo teḧsîn yezîdî- mîrî yezîdyan- nar ke dolarekan be dînar bigořêtewe. teḧsîn caşî dewłet bû; bełam le binewe degełman dost bû. xeberî bo nardim ke dolar be dûsed û ḧefta û dû filse. bom nard. xeberêkî dîkey nard ke dolar dûsed û şêst fils. gutim bîgořewe. debû bo xom biçme lay, ḧîsabeke wergirim. řaşimspardbû ke çendî destî dekewê buzwî řank û çoẍe bikřê.

řojêk degeł de pêşmerge berew deşt weřê kewtîn. nîweřoyekî zor germ bû; ledem çomêk lamanda. her kese biław bûyn mele bikeyn. dîtim yek dinya tûtiřk lewber çem heye. cilekanim naye bin gya û be řûtî çûme tûtiřk xwardin. le paş tawêk dîtim her wa pêşmergey mizurîye û dest le ser pelepîtkey tifeng řadeka. berew gird deçin û pekû pekûyane. le nêw tûtřikekan heram kird:

- çitane?!

- ay małit awedan! xwa eyzanê gutman řifandûyane. ewe dû se’ate be şwên toda řadekeyn!

- kake tûtiřk zor xoşe; le bîrim çûbû çendim pêçuwe. de biřone ewla, řûtim, ta cilkan deber dekemewe.