fermanî kurdiqřan le kerkûk û silêmanî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  804 views

le naw pêşmergey wiłatî soran, her kes qełemêkî be gîrfanewe ba, nawî mamostay degirtewe. le lubnanîşî têpeřandibû ke be hemû musafîrêk dełên ustad. mamostay sade qedrî nemabû. řojêk le barzan namey ke bo barzanî hatbûn, demxwêndnewe. yekêk nûsîbûy: «piçuktan: mamosta řukin celal!» (řukin yanî sitad). dyarbû wek efserî sitad ferqî degeł efserî dîke heye!

wa ême le barzan qetîs mawîn û bew hezare zîle caş û ’esker û top û teyare, dewre dirawîn û şeřkerman le pêncised tênapeřê û nan wa kem û ḧał wa şiř. xeber û basî cebhekanî lay soran, wata kerkûk û silêmanî û hewlêr çîye?

le řojî noy mangî cûnî 1963 (1963/06/09)ke hêrş bo ser sipîlk destî pê kird- dewłetî be’is fermanî kurdiqřanî le kerkûk û silêmanî derkird. «ze’îm sidîq» nawêk- ke le zemanî qasmida serleşkir û fermandey cebhey silêmanî bû- le katî kûdetay be’sida be serlêşêwawî geřabowe û detwanra tołey lê bikirêtewe û leşkirekey be hasanî çek bikirê, partî zor be îḧtîramewe bexêryan hêna û be selametî bo beẍdayan beřê kirdewe. kurd û pyawetî deka! ze’îm sidîq şîwêkî le nizîk şarî silêmanî naw na: «şîwî merg». dûsed û heşta lawî kurdî lew şîweda î’dam kird û de çałî xistin. le têlgirafêkda bo beẍda, ayetêkî qur’anî gutbû ke: «le ser zewîn dane kafrêkîş mehêłewe». emeş wefadarîy ’ereb le beranber çakeda!

le kerkûk çend geřeke małêkî kurdanyan we ber biłdozer da û xapûryan kird û neyanhêşt kes tîtołêk berête der. be hezaran małe kurd awarey çołan kiran. xeber hat ke sî kes lew gîrawaney zemanî qasim- ke leser heray kerkûk gîrabûn- î’dam kirawin. cemal ḧeyderî yek lewan bû. ewî zor daxî be diłmewe na, î’damî «şêx marf berzincî» û «şêx ḧusên»y biray bû ke beřastî zorim xoş dewîstin. îtir lew tirs û lerzeda her çî twanî hełê û çek be kar bênê, dayane çya. leşkirî pêşmerge le estanî silêmanî û kerkûk û hewlêr bûne çend qat. le muḧaserey barzanda- ke dijwarîy şeřman le ser bû- çekdarî pêşmergey partî de hanaman nehatin. dewłetîş kemtir xoy de wan degeyand û deyewîst barzan binebiř bika.

carêk bo mela mistefayan gêřayewe ke pêşmergey lay hewlêr ke dîtûyane ew hezaran kamyone leşkire û ew hemû top û topxaneyan dîwe ke berew barzan deçin, giryawin, hawaryan bo biraym eḧmed kirduwe: key ewe şerefe birayanî ême bikujin û ême dest leser dest timaşa keyn? biraym gutûye: êwe nazanin! eger barzanî nemênî, fermandeyî debête yek. emcar ’eksî barzanî wek şehîd defroşîn; parey zor deka!

her le seretay kûdetay be’sewe ke şyû’î qetłu’am kiran, ewî twanîbûyan řaken û xo le dest be’is řeha ken, dabûyane kêw ke serî xoyan biparêzin. partî berdestî biraym řûtî dekirdin û tifengî lê destandin. hawaryan bo barzanî dêna. ewîş namey denûsî ke tifengyan bidenewe; lêyan geřên ba dîfa’ le xoyan biken. şikayet û name çend pate bûnewe, hîçyan lê şîn nebû. le bîrme axir car bû; barzanî be kabray şyû’î gut: ewane cwabî namey min nadenewe. eger bimênim tifengekantan bo destênmewe; bełam be wextî xoy.

zor kes le hemû lawe, ezraq û derman û şekkir û çayî dêna; betaybetî: eḧmed tewfîq be hewałanyewe zor xizmetî kird. zor çalakane xoy degeyande sinûrî êran û kelupelî lazmî peyda dekird û degeřawe. le seretakanî şeřda, şewêk degeł barzanî çûyne dem çom. çend aẍayekî zelamî pijderî hatbûn, şikayetyan lay mela mistefa kird ke ême wîstûmane derk û pencerey medresekanî qeładze tałan keyn, pêşmerge neyhêştuwe! barzanî zor bewe tûře bû, gutî:

- şêx cinîd! xeberim heye to ḧewt řoj lewe pêş çûye silêmanî û fermandey dewłetit dîwe. êsta dew agirbaraneşda hatûy derk û pencerey medrese berî?!

şew direngêk hatînewe. le řêge bom gêřawe ke: sałêk xeber be sułtan ’ebdulḧemîd deden walîy beẍda xełk degezê. be hełedawan denêrê: eger em qise řast bê, walîm bo de kilkî êstir bixe û bom bêne. kabra degate beẍda. walî xeberekey zanîwe; zor tirsawe. meclîs degeł pyawî sułtan germe; ’erebêk dête jûr:

- cenabî walî çwar lîre be kabrayekî çayîçî qerizdarim. carê nîme bîdemewe. leser řêgey karme. hemû řoj dawam lê deka. cenderme binêre bîgirin ba de ḧebsida bê, ta min pûłim debê û qerzekey dedemewe, ewsa berîde!

walî řû dekate pyawekey sułtan:

- to ew şer’e bike!

ke boy terceme deken. kabra awqay ’erebe debê û gaz le lamlî degrê! bebê walî deçête lay sułtan. neqłekey degêřêtewe, ke degate ewey «ba cendirme bîgirin», sułtan be gwêy kabrada denûsê dełê: netangezit?

- bełê qurban geztim!

***

carêk «seyîd ’ezîzî şemzînî», degeł řojnamenûsêkî dirêjî řîşdarî mûxurmayî hatbû ke wa bizanim «dana adem şimîd» bû. bo carî dûhem hatbowe kurdistan. be řûsî qisey degeł barzanî dekird. seyîd ’ezîz taqî kirdimewe û zorî diłxoşî damewe ke dest le barzanî hełgirim û biçme lay ewan; ke menzûrî mektebî syasîy ḧîzb bû. gutim: kake! min be temay gewreyî nîym; be jêrdestî barzanî zor diłim xoşe. be xwa kilkim de zêř girin lêre nabzûm.

ḧusên ḧacî nawêkî sûrçî- ke caşêkî zor pîs bû- katê ke le çyay birandost bûyn, be aşkira xoy û kuřî deçûne padganî xełîfan, tîrbar û tifengyan le dijî ême werdegirt. be ber çawmanda dehatnewe ke giz û fitman biden. katê le barzan bûyn, xoy û kuřî gîran. bîstimewe ke hemû řoj mirîşk û piławyan dedenê. řojêk ke be tenya bûyn, ’erzî barzanîm kird

- kake bibexşe em bê’edebîye dekem! to wek selaḧeddînî eyûbî û pyawe gewrekanî qedîmî kurd debzûyewe; ke êsta bawî ew şitane nemawe. êwe sersextitrîn dujminantan ke şêxî sûrçîye be hezar şeř û zeḧmet degirin; paş îḧtîramî zor, be swarî êstir deynêrnewe małe xoy. dey eger min bwayem demgut hênde zêř û hênde tifenge nedey detkujim; deşîda. ḧusên ḧacî dełên ta êsta dwazde barzanî kuştuwe, le ḧebsa mirîşkî bo denêrî; bo xoman nan û aw dexoyn. eger berîdey nałê memnûnim, dełê girtyanim û tołey ew sûkayetîye dekemewe; lêman hartir debê...