berew barzan, ke şeřî têda tund bû

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  778 views

ta barzanî bo xoy le çyay birandost bû, binkey fermandeyîy bała bu. hemû basuxwasî şeř- ke le hemû aqaran germ bû- dehate ewê û ferman lewêwe dedra. wek hemîşe beyanîyek dîtman barzanî û hewałanî çekdarî pasewanî nemawin. şeř le barzan tund bibû, bo xoy çûbû. her çend hêşta zor binkey lewê mabûn û karî cebhey ew naweyan beřêwe debird, degeł eḧmed biřyarman da êmeş biçîne barzan. řojêk çûme gundî xelîfan. dûkanêkî lê bû, heşt paket qawe û qawecoşêkim kiřî û hêndêk kelupelî tir ke newek desman nekewn. şew hemû hewałe êranîyekan le eşkewtêk ko bûynewe ke çon biřoyn û çibkeyn? «suleyman mu’înî» ke nawî «fayq» bû, zor be diłgermî basî fîdakarî dekird û deygut: debê ême xoman lew şeředa nîşandeyn.

eḧmed be sirte pêy gutim: fayq nawêrê bê, êsta be fêłêk xoy dedzêtewe.

gutim: dîsan bedbînî?! besye...

paş wituwêjêkî zor, fayq gutî: kak eḧmed, ême hemûman biçîne barzan û hênde le êran dûr kewînewe, kê dermanêk, qend û çayek, cilkêk, şitêkman bo binêrê?

eḧmed çawî lê dagirtim:

- řast dekey; ca kê biçê ew kare bika?

- min degeł çend biraderêk deçînewe qeładze. agaman lêtan debê, ke zor lazme.

eḧmed gutî: fayq zorim tecrebe kirdûy! pyawêkî zor xwêřî û tirsenokî! ew carey ke degeł hebasaẍa demeqałem bû, cinêwim pê da. ewîş sê kesî nardibuwe ser řêgem ke lêmden. to dezbecê hełatî û becêt hêştim. min degjyan řaçûm û tifengim le yekyan sitand û be pařanewe destim lê hełgirtin. ewe cige le çîrokî hatneket bo ’êraq ke mîneşem û kawe başî dezanin... biřo le qeładze danîşe! ême deřoyn. bełam biradere azakanman mebe!

fayq serî daxişt û bêdeng bû. eḧmed dû kesî degeł becê hêşt û hestayn.

- bira xwaḧafîz!

fayq destî de destî denayn û deygut: «her xwaye namrê»!

eweş min bo qebrî meḧmûd kawanîm nûsîbû; yanî îwe berew kuştin deçin.

dwayî le kawem pirsî çîrokî hatnî fayq çon buwe. boy gêřamewe û obał be milî xoy:

«çend kesêk bûyn degeł fayq berew ’êraq dehatîn. le řêge řemziman dana ke be layt yektir le şewa têbgeyenîn eger lêk biław bûyn. şew le kêwêk bûyn; xirmey wiłaẍan hat, dengiman dan, le çexmaxî tifengyan da û ême lêk biław bûyn. teqeyan lê kirdîn û êmeş teqeman kird. espêkyan lê kujra, yekyan birîndar bû. hawaryan kird: ême qaçaqçîn, lêman geřên deřoyn. řoyştin. biławbuwekan hatnewe. fayq dyar nîye. zorman hera lê kird, paş tawê cwabî dawe:

- êwe kên?

- çon? ême hewałî xotîn û dengiman denasî û eweş řemzî layt.

herçî kirdiman le kun nehate der. becêman hêşt. mîneşem boy geřawe, heřeşey lê kirdibû:

- neye der detkujim!

be hezar gîřewnîře û swênd ke ême hewałî xotîn, derîhêna û hatewe laman!»

berew dway yek le çyay birandostewe dageřayn; damane ser karwaneřê. le gundêk be nawî «soran» dû pîremêrd pêkewe dawetyan dekird. gund çwar małe. ciḧêł le cebhen. kuřêk hatotewe bûkî bo bigwêznewe. kuř xerîkî amadekirdinî nanî mîwane; degeł jinan û bab û mamî dawet deken. yek dû geřyan degeł hełpeřîn û milî řêman girt.

le tî’orî «darwîn»da ałqeyekî gum heye ke boy nedozrawetewe. wexte biłêm espe sipîlkî minîş le mêşkimda ew ałqe wineye! le naw xoşnawetî pêm bû. lew şewewe ke le cadey xełîfan peřîwmewe, pyade bûm ta le çyay birandost hatûme xwar. êsta espe sipîlk bebê ewe hîç ’aqił bûbê le lame! xozge biraderêkî hawřêy ew dem ew ałqe gumey bo bidozîbamewe ke em şexsîyete girînge kam dewrî gêřawe?!

ḧesen birazay eḧmedtefîq dełê: espeket dirabû be mela baqî, pêy çûbuwe dergełey gundî silêman beg; paş çwar řoj boyan hênayewe;

şew le deşt maynewe. beyanî le gundî «silêman» sawarêkman xward û- be têrî- lay nîweřo, geyne «řêzan»; ke małe mela mistefa- yan debê biłêm îdrîs- lewê dejya. dê- wek hemû dêhatî barzan- be řoj çołuhoł le tirsî teyare; ke hemîşe be ’asmanewe dexulanewe û her canewerêkyan dîba, ber bomba û mûşekyan deda. le qebiristanêk çûyne bin darmazûyêkî zil. mêşûle wirde karêkî dekird ne’ûzûbîlla! hêndêk tersî wişkiman ko kirdewe û agirman da ke dûkeł mêşûle biřewênê û bitwanîn çaw hełênîn. eḧmedtewfîq û ḧesenî birazay řoyştin. eḧmed gutî: êwe lêre bin bizanim kesêkî wa peyda nakem xeber û basêkî lê pirsim. her êsta dêmewe. ew řoyşit û nehatewe. mistefa û min û xidir nawêkî gewirk be dyar dûkełî tersewe çawenoř mayn. zelamêkman lê peyda bû:

- memnûḧe agir. teyare detanbînê.

agirî pê kujandînewe, mêşûle hêrşyan hênayewe.

- bira ta kwêr nebûyn ba biçîne naw ew małe çołane.

- teyare lêman deda.

gutim: kake! yan teyare lew xanuwe deda, yan nada. eger lêy da, çuzanin lew şwêne deda ke êmey têdayn?eger lewêy da, çuzanîn řast we ême dekewê? her çîyek bê bombam pê lew mêşûle kwêrane baştire. ewa řoyştim.

mistefa û xidrîş hatin. le pişt xanuwekewe- ke dergakanî daxrabûn- kunêkman peyda kird. çûyne naw wetaẍêk, texte damey lê bû. «ba dame bikeyn». giřey teyareş napsêtewe. ka xidir lew lawe kiruşmey kirduwe. bayekî tundî hełkird; lûley kûrey beşî serban wiřey dehat; guřey teyarey zyad dekird. lepiř ba dergayekî şeq pêweda.

gutim: eha! be xwa lêy da!

ka xidir qut bû, gutî: bo neçîne dem çom? nan û ça lewê bixoyn!

mistefa deyzanî çi base:

- le dem çom mêşûle zore û teyareş demanbînê. tozêkî tir...

dîsan lûrey lûle kûre û teqey derke hat. xidir gutî: deçme ser çom bo desniwêj! řoyşit ta şew nehatewe. paş nwêjî şewanêk direng, îdrîs û pêşmerge û eḧmed tewfîq û mela baqî dawerînewe. ta se’at dûy paş nîweşew çeqe û hera bû. basî dirwêney be şew, sûtay dexłan be teyare û xo şardinewey be řoj bû. lebîrme pîremêrdêk gutî: «swênd be xuda her kes bedił małî xoy be hî şořş bizanê û dexłekey be nyetî nanî pêşmerge bidrwêtewe, ber teyare û sûtan nakewê...».

dirêj bûyn ke binûyn, dway se’at dû řastyan kirdînewe:

- biřon le derewe xo bişarnewe.