bêsîmî şořş
lew esîre kurdaney ke zemanî şeřî qasim le supay ’êraq gîrabûn, yan be anqest xoyan be girtin dabû, dezgay mixaberatêkî zor řêkupêkman hebû; ke beşî lay partî û mektebî syasîy «simayl serheng» û beşî leşkirî degeł barzanî, «şewketî mela simayl» - ke sitwanêk bû - serperiştî dekird. řojê çawdêrî bêsîm bû, herçî řemz û cifrey ’êraq bû destibecê ḧelî dekird. řojî wa buwe muxaberatî dewłet de car řemzî xoy gořîwe, ew le berî ḧasye nedebû. hemîşe barzanî le hatuçoy leşkiryanî ’êraq xeberdar dekird, ke geyûne fiłan, le fiłan cên... dewłet be řemz fermanî top ya bombaranî fiłan şwênî dawe; zûtir şwêneke çoł dekira. wa dyar bû xeberêk hebû ke şewêk be leşkiryan gut bêdeng û mat le cadey «xełîfan» bipeřnewe. ew şew ’umeraẍa nawêkî sûrçîman degeł bû. le řêge gutî: zigim dêşê deçmewe małe xom. dway řoyştinî ew be de deqîqe dengî tifengêk hat; bêdengîy şewî şeq kird. ew cêgeş nizîkî padganî gewrey xełîfan bû. nezanra kê hawîştî. min lam wa bû ’umeraẍay sûrçî buwe be byanûy zig’êşe xoy we dwa dawe û xeberî be padgan da ke bizanin ême le cade depeřînewe. gutîşim, gutîşyan zor wê deçê, bełam basyan nekird. her ew ’umeraẍaye zor zû hełat û bû be caşêkî zor pîs.