ba tozêk berew dwa bigeřêmewe
lêreda emewê tozêk berew dwa bigeřêmewe:
çend car nawî «’ebdułła kanîmaranî»m gutuwe. ledway hatnewem le sûrya kes wa dostim nebuwe; wek gwêy ker, cût bûyn. be mindałî ta kilasî çwarî seretayî xwêndibû; çend sałêk kasbîy ladê û řejîfroşî kirdibû. le kerkûk milî be xwêndin nayewe ta le ḧiqûq derçû. le dewranî qasmida karî ḧîzbî le beẍda dekird û hemîşe pêkewe bûyn û tenanet pûłî min lay ew bû ke bom xerc ka. zor car deygut: min deçme xarîc bo duktura wergirtin, xemim nîye çunke to biray beřastimî û agat le mindałî min debê; her wek minîş bo to wam. beřastî zorim dił pê xoş bû.
ew řojaney ke ḧîzb nardibûy biçme şořş, hate mał gutî:
- bira to ke le beẍda deřoy neçî be temay min bî! be xuda qet eḧwałî mindałekanit napirsim!
wek gozêk sehoławim be serda ken tasam; gutim: kake min xuda be humêdî toy xelq nekirdim; her wa dezanim ew řojgareye ke tom nedenasî...
şew le kerkûk be tirs û lerzewe beserman bird. beyanî be taksîyek řoyştîn û cadey giştîman becêhêşt û le řêgey dibsewe çûyne hewlêr, małî xałî kak yûsif (’ebdulqadir efendî); ke le «bîbîcek» çend řojêk pêkewe benhênî jyabûyn. beyanî be řankuçoẍe û cilkî kurdîyewe çûyne koye, bûyne mîwanî binkey ḧîzb. se’îd mesîfî nawêkî pê řadegeyşit. basî ewey kird ke çend mêzer sûrêk hatûn, řaynegirtûn. têgeyştim ke debê nêwanî ḧîzb û barzanî wa xoş nebê wek min bîrim lê dekirdewe.