çend nukteyek le mamosta tofîq wirdî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  810 views

wêkewtim kê ew buxtaney nûsîwe. saẍim kirdewe ke mamosta tewfîq wirdî şa’îr buwe!

- kake wirdî to bo wat kirduwe?

qederê ḧaşay kird: bełam şahîdim bo peyda kird ke le wextî nûsînîda lewê bûn. gutî: řastit dewê gutim eger hejar abřûy biçê û sûk bibê, min wek şa’îrî gewrey kurd nawbang peyda dekem!

bizeyekim hatê. çunke demnasî û demzanî ’eqłî tozêk parsengî dewê. lêy xoş bûm û bûynewe biraderî caran.

řojêk se’at yekî paşnîweřo, wirdî degeł lawêkî koyî hatne mał; be ser nanda kewtin. masî û birînciman hebû. lay zor kes gutbûy: hejar casûsî emrîkaye; dena çon wa burjiwazyane dejî hemû řoj masî û birînc bixiwa?!

- hetîw wirdî! em newaret çon piř kirdewe?

- be xwa kake zorim xoş dewêy. gutim eger biłêm casûse, xeberî lê naden û naygirin. be xeyałim pyawetîm degeł kirdûy!

ca çunke le řûsyawe boyan denûsî «piřofsor wirdî», ba çend nukteyekî lê bigêřmewe:

* beytî syamend û xecî nûsîbû ke eme le edebyatî ermenî wergîrawe. lomem kird:

- bira, syamend û xec her dûk nawî kurdanin. beyteke setan sałe be hî kurd nasrawe; be kirmancî û soranî heye. çon to şitî wa dekey ke mamostayekî kurdî?

gutî: desa be ḧeqî xuda ew ḧîzbabe ermenîyane tenya pênc dînaryan ḧeqî terceme dawmê. ay lew desbiřane!

* le kołanêkda řûbeřûm dehat û cinêwî deda.

- ha, xêre?

- kake! kitêbim bo dirasatî kurdî ẍełetgîrî kirduwe; le batî şitêkim denê, dełên hejde dînar qerizdar bûy! bizane karêkim bo nakey?

ke pirsîm nîşanyan dam. her ẍełetey debwaye ẍełetgîr řub’e dînarêk cerîme bida. paş ḧeqekey xoy, ewendey dekewte ser. be hezar gîře mayebaşim kird; hîçî em û hîçî wan!

* řojêk gutî: dû dînarim be qerz bideye, dûsbey detdemewe. çil û pênc řojî pê çûbû. gutyan wirdî lêt depirsê.

- ha?

- kake! ew řoje ke parem le to wergirt, çûme binkey çapî firankiłîn. gutim: karêktan nîye bîkem?

- nawit?

- tewfîq wirdî.

- to çil û dû dînarit lamane. ha werîgre!

ew segbabe ew pûłey lepiř damê, hoşim le xom biřa; be naweřastî xeyabanda deřoyştim. tirumbîl xoy lê dam. lew sawe le bîmaristan bûm!

* wirdî le dûkanî beşîr muşîr gutî: şyû’î û partî û dewłet deyanewê tirorim ken! cemal ’arf - ke dukturî beytał bû - gutî: wa bizanim to corê nexoşîy řewanît heye; dena to le merdeseyek fêrkarî û dyarî. detwanin peydat ken.

gutî: nexêr min nexoş nîym. ewane nexoşin ke mangê sed dînar werdegirin û casûsin!

duktur cemal gutî: carê ḧiqûqekem set û sî û dû dînare! nexoşîyekey toş, min ke beytałim debê qisey lê bikem, nek xot!