le kořî şa’îran û nûseranî azerbaycan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 6 minutes  927 views

dewłet zorî qedrî nîzamî şa’îr girtuwe. kotełêkî zor biłindî le meydanêke û mûzey nîzamî heye. birdyanme seyrî mûze. yekcar zor asewarî nîzamî le xetî û çapî zor beqîmet têda hełgîrawe. kîjêk şarezayî dekird «dilara» naw; bełam le řastîda dilara bû, detgut ’îzrayîl le goşey çawe řeş û badamîyekanîda xoy mat dawe gyanî lawan bikêşê... min leber timaşay ew baweř nakem de hîç geybim! timaşay nusxeyekî xemsem dekird, be deng le nizîk kiçeke xwêndimewe:

dil şîşih û çişman tu hir guşih birindişPersian
mistind, mibada kih bih şuxî şiknindişPersian

zanî degeł ewme, adrêsî lê xwastim. êwarê telefonî kird gutî: «nawêrim bême utêl». gutim: «were małî ’ebdułła řezmawerî ke lewê de’ut kirawim». hat. bełam jinî ’elî gelawêj gałtey pê kird û torandî. dwayî ke lomey jinî ’elîm kird gutî: «bo to nabê; sûke!».

le kořî şa’îran û nûseran bang kiram. zorim qise kird; mêşkî seryanim bird! hêndêk xewnûçke deybirdinewe! ser le hewełewe řeḧîm qazî mutercîm bû; derî nebird; ’elî gelawêj cêgay girtewe. gutyan be azerbaycanî qise bike, demzanî natwanim wek pêwîste mirazî xom derbiřim. be kurdî demgut û tercemey azerî dekira, lebîrim nemawe le mawey se’at û nîwêkda ke bêwçan çenem lêdawe çim gut; bełam puxtekey be serçiłî eme bû:

«carêk le şî’rî xomda gutûme: xwênî kurd û azerî bo parêzgarî nîştiman deřjête teştêkewe; carêkî tir gutûme: ême wek dû kakłe badam le têkułêk dayn; êsta ke zortir şarezatir bûm, dełêm: ême dû gel nîn, yekîn. êwe le tarîxî xotanda dełên le ’ewladî madî biçûkîn; zerdeşt le xomane, kurdîş her wa dełên û mêjû nûsan û řojhełat nasanîş bo kurd wa dełên; ke wabû debê bêjîn: ême le bineřetda yek bûyn. ca yan êwe kurdîtan lebîr birawetewe?we be tirkî qise deken, yan ême tirkîman wela nawe û bew zimane kurdîye daxêwîn. ber le zemanî sefewî gelêk le mêjûda be nawî azerî û zimanêkî turkî be nawî zimanî azerbaycanî nenasrawe; bełam le zemanî gezenfunî yonanîyewe nawî kurd heye ke le danîştiwanî çyay zagrose û zimanêkî serbexoyan heye. deşzanîn ke sefewî binîçe kurd, em tirkîyeyan kirdote zimanî mezhebî û beser xełkî berdestî xoyanda sepanduwe. tenanet şêx sefî boxoy şî’rî be zaraweyekî kurdî gutuwe. ca êsta qisey êmey kurd řast bê yan qisey êwe, be herdûk baranda ême yekêkîn û lêkyan heławardûyn. eger mamosta semed wirgun ew hemû zeḧmetey kêşawe û dełê: «nabê biłêyn daykî nîzamî kiçe aẍay kurd buwe; debê biłên nawî (ře’îse) buwe, le birsan demird; le naçarî řazî buwe mêrd be yûsif kuřî zekî mu’eyed bika; ke azerbaycanî bû. dena êstaş ne her aẍa, hîç kurdêk kiçî xoy nada be bêgane. ewsa debê biłêyn bawkîşî her kurd bû; ke nîzamî le azerbaycanetî deşorê», pêm waye xoy bexořayî zeḧmet dawe. eger wek min lêkî dabawe ke ême her yekîn û zimanman gořawe, ewsa têdegeyşit ke elyas nawî kurdaneye û cige le pêẍemberekey naw qur’an, nembîstuwe elyasêkî ẍeyre kurd hebê. tenanet lam waye daykî nîzamî kurdî yezîdî buwe; çunke dełê: «xało ’emê ew xałî min buwe», «’emê» nawî yezîdyane. qetîş nebîsrawe jine kurdêk nawî ře’îse bûbêt. le hemû mêjuwekanîşda hemîşe (gence) û (aran) be kurdistan jimêrawen. nexêr, nîzamî kurde û azerbaycanî; ke ew dû nawe êsta beser gelêkî lêk heławardû dabřawe. wa min yekêk le xotanim û êweş detwanin kitêbî xotan çap biken. dawatan lê dekem lew beşe berebabetan bêxeber mebin û hawkarêkman bo biken...».

nazanim çendî dîkeşim řist. herçend řeḧîm be tirsewe tercemey dekird û lay wabû zoryan pê naxoşe, ber’ekis yekcar zoryan pesind kird û çepłey zoryan lê da û řojî dwayî nameyekim bo hat ke be têkřayî kirdimanîye endamî fexrî le kořî şa’îran û nûseranî azerbaycanda. le paş qise dirêjekem, wiçanêk dira û çaman dexwardewe. çend kesêk çend pirsyarêkyan lê kirdim; be endazey aqłî xom cwabim dedanewe. yekê pirsî:

- bîr û řat derbarey simko çîye?

gutim: simko aẍayekî kurdî serřeq buwe. bezey bewaneda nehatotewe ke lay wabuwe çunke ser be dujminin nabê byankujê. zor kesî bêtawanî tirk zimanî kuştuwe ke hîç lew karey řazî nîm. bełam lem qeřneda ew řiçey bo kêşayn ke dekirê çaw degij şûjin řaçê û bîşîşkênê. eger ’eqłî syasî tewaw ba, bo yekcarî řîşey dewłetî lasarî padşayanî êranî le binewe derdêna. ke wabû qedrî ew mamostayetîyey degirim.

yekê tir pirsî:

- le tarîxî ermenîda nûsrawe: dujminî jimare yekman kurdin; ke le qetił û ’amekeda ewan yarîdey sułtanî řomyan dawe. to dełêy çî?

- min baweř nakem şitî wa hebê. ewe lewe deka řûs le tarîxî xoyanda binûsin: dujminî here gewreman emřo tatarin; çunke moskoyan girt û qetił û ’amyan kird. ew sware kurdaney leşkirî ḧemîdye bûn û be fermanî sułtan şeřyan kirduwe, çî beser kurdî tirewe dawe?! deşbê ermenî eweyan lebîr neçûbê ke zor xanedane kurd, hezaran ermenî hełatûyan ewdem pena dawe û řizgaryan kirdûn. çend tetarî emřo tawanbarî tetarî pêşûn, kurdî emřoş her ewende...

pirs û cwabekanî tirim lebîr nemawin.