mistefa sełmasî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  806 views

ca heta xom bo sefer têk denêm, ba mistefa sełmasît pê binasênim:

kuřî ḧacî eḧmey şełmaşî ke le şełmaşî lay serdeştewe hatbûne sabłaẍ û tacrêkî gewre bû. mistefa le zemanî komełeda çûbuwe bako, geyştibuwe mosko, bibuwe dukturî dił; bełam ke min dîtim dukturî nedekird; yarmetî penahendeyşî wernedegirt. sûrî çawşîn, sertas, kurtebałay barîk, tewaw řûs bû. hemû kelên û qujbinî moskoy pê dezanî. degeł her kurdêkî bigeyba mosko, mistefa deydîtewe û zorî yarmetî deda. mela mistefa zorî xoş dewîst. lewsawe ke min çûme asayşgay gêrtisin ta hatmewe ’êraq, hemû karubarîkî dîwan û nawşarim ew pêkî dêna; tercemey bo dekirdim. řêgey małekey řêgey se’atêk le utêlî minewe dûr bû. eger le şewîşda telefonim bo bikirdiba, xoy degeyandimê. jinêkî řûsî «îra» nawî hênabû, terḧî le meymûn deçû! dû kuřî zor cwanî bûn be nawî jyan û syamend. jinekeş dukturî mindałan bû. ewîş karî nedekird; bigre kiłfetîşî hebû.

kasbîyekey qaçaẍfiroşî bû. degeł ře’îsî danişgay kabul bibuwe dost; her efẍanîyek le kabulewe bihatbayete mosko, leser sipardey ře’îsî danişga, sełmasî dedîtewe. (nazanim çon bû şełmaşî bibuwe sełmasî). efẍanî zoryan qedir degîra; çemedanyan nedepşikinîn. małî qaçaẍ wek zêř, pałto û espabatî dîkeyan dêna, sełmasî boy detwandinewe. her beynabeynêk le birakanîyewe parçe fasonyay be nawî «dyarî bo danişcû» bo dehat ke ewîş qazancî zorî dekird. sereřay eweş, serukarî degeł zor le qaçaẍfiroşanî wiłatanî dîkey şorewîda hebû, le hîçîş nedetirsa. biçûbaye małekey bîst pałto, de zebtî sewt, be deyan se’at û heyt û hûtî leser taqe û be dîwaranewe bû. tenanet carêk le ziman sefîrî ’êraqewe, dermanî behêz bûnî cinsî le sefîrî hînd wergirtibû; firoştibûy!

le paş geřanewem bo ’êraq be sałêk bîstim ke girtûyane û şêst hezar dolar û zoryan kelupel lê girtuwe û ḧewt sałyan ḧukim dawe. ke paş gîran û berbûnekey îtir nazanim çî beser hat û çi deka?... ber lewe biřom bo bako, gutî: «hemze ’ebdułła (kone ře’îsî partî) degeł cemal ḧeyderî (serokî komonîstî ’êraq) hatûn û çûne las sulsof ke hemekarey dewłete». tikaşî kird gutî le bako bem telefone selam le fiłan ermenî bike!

- beçawan!