buxara
çûme buxara, ewîş wek semerqend le şare here konekan û here wek xoy mabû. cige le geřekî kargeran, bazařî qeyserî tarîk û tinûk, be řoj debû çira le dûkananda hełken. ewendey mizgewt û minare lêye, pyaw xeyał deka ke her be de mał mizgewtêkyan hebuwe. kołan sengifeřş û teng û be teqeteq. zorbey mizgewtekan kirabûne małî řeş û řûtan. her ḧucreyekî feqê małêk û panayî mizgewtîş bo çend mał tîẍey quř û dar kirabû.
katê ke taze çûbûme řûsya, leşî sitalîn degeł lênîn be momyayî kirawî dandirabû; bełam le dwayîda - zemanî xiroşof - laşekeyan nazanim çi lê kirdibû; kotełekanîşî le meydanî hemû şaran labrabû. le mizgewtêkî buxarada, kotełêkî meřmeřî sitalînim dît be dîwarî mizgewtewe hełpesêrabû. gutim: «seg û mizgewt?!».
şarezaman le layen şehredarewe pyawêk be nawî «şahîdof» serperistî kitêbxaney şar bû. farsî baş dezanî; ta endazeyekîş kurdî silêmanî fêr bibû. deygut: zorim gwê le řadyo kurdî beẍda girtuwe û le xomewe fêr bûm. le mizgewtêkîşda ciḧêłan bîlyardyan dekird! gutyan medresey dînî be ’arebî le mizgewtî mîr ’ereb heye; bîbîne. çêştengawêk degeł şarezake û ’elîyof çûyn. çend melayekî milestûrî gwêřep û têksimřaw, lamil be derewe, le derke sefyan bestibû bo bexêr hênanim. çûme jûrêk, nizîkey bîst lawêkî pitewî beşan û bahoy hejde û bîst sałe, her kese kitêbêk le pêş, mamostakeyan be serewe hełwêstabû.
gutî: min xerîkî ders bûm, bibexşe be pîrîtewe nehatim.
- dey mamosta têkî mede. derseket biłê.
- dey kuřim! bisim alle, (bê) ḧerfî ceř, muzaf bo ełła, ełła muzaf îleyhî...
destim hełêna:
- mamosta vîto! qurban wa dyare her emřo des kirawe be tedrîsî ’erebî. ew muzaf û ceř û meře debê dway dû sał tedrîs bo mindał bigutrê. be biřway min, ew pałewanane biçin le mezra kar biken lewe çatre ke lêre gwê lew caduwe bigirin!
mamosta be mînge şitêkî fermû; nazanim cwênî pê dam yan çî? têrman ça û şîrînî xward û derkewtîn.
bazařî gundyanim pê seyr bû. le řojêkî ḧewtûda, be hezaran gundî dên û lewê defroşin û dekiřn. zorim jinî be çarşêwî řeş û řûbendewe dedît; bełam dîmenî jinêkim pê seyr bû ke lew bazaře, le bin řûbendewe, ke řûbendeke wek ḧesîrî dîwarî waye, cigerey dekêşa; dûkeł be kunî řûbendekeda derdeçû, detgut karxaneye û kar deka!
dû kesim lê peyda bûn, gutyan: «zêřit heye lêt bikřîn?», lew demeda ’elîyof hat; nazanim çon hełatin û xoyan win kird. gutyan ewane dyare qaçaẍçî bûn. serî şew degeł ’elîyof çûyne tirê kiřîn. tirêy zor xirap hebû, kîloy be heşt řûbił. gutim: «eger tirêy çaktirim bideyey zyadit dedemê». tirêy here çakî ḧusênî û saḧîbî le pişt dûkan hêna, kîloy be dwazde řûbił!
şew le ’elîyofim pirsî: «to têzeket çîye?». gutî: «zimanî tatim hełbijarduwe; bełam hîçim bo be hîç nakirê. kes nîye manay wişekanî kom kirdûnewe bizanê». eger timaşam kird. kuře ewe hemûy eger farsî nebê, kurdî û kirmancî û luřî têkełe. ’elîyof le xoşîyan geşkey kird û ew şewe hemûy be manawe nûsînewe.
le naw bazař degeřayn. necařêk bilwêrî lankî kiçanî defroşt. yekêkim hełgirt, gutim: be çend gutî: yekî îngilîsî wek to hełîgirt û mijêkî lê da; weyzanî sebîleye! gutim: na, ewe sin’atî wiłatî xome!
pîrêkî řîş dirêj çend şitêkî wek mûkêşî zimanedarî le pêş bû.
- mame ewe çîye?
- çeng.
- yanî çî?
her piřî da yekêk, zimanekey xiste ser zimanî û milî lê na. muzîkêkî zor xoşim dît.
- fêrim ke lêt dekiřim!
her dełê û fêr nabim. dinyayekman lê ko botewe pêman pêdekenin. gutim: «şahîdof fermû!». dyar bû le pyawe muḧteřemekanî şar bû. gutî: çon min le bazař çeng lê dem? gutim: mincemnicî nawê, bexuda minîş debê be to pêbkenim! ewîş be derdî min çû; bełam zortir bew pêkenîn!
le şarezakem pirsî:
- erê şêxêk lêre mirduwe be nawî «beha’eddîn miḧemmed», naynasî?
- naka şahî neqşibendit nyaz bê?
- bełê xoyetî, deçme zyaretî.
telefonî bo şehirdar kird, gutî: «merqed sî kîlomîtir le şar dûre, dełên çunke xarcî sinûrî şare, natwanîn řêgey bideyn». gutim: «be telefon pêy biłê kurdêke mîwanî nûseranî şorewîye, dełê îcaze bida û neda her deçim!». telefonî kirdewe, gutî: «şehirdar dełê min dereqetî şitî wa nayem! ewa tirombîlî xom nard pêy biçin». le řêge çawim be qebrî « emîr îsma’îlî samanî» kewt ke gunbezekey le terzî minarey samra û qebrî «site zubeyde» dirust kirawe. gutyan zyaretgaye. tekyey şahî neqşibend sê beş buwe; dû beşî çol û le kar kewtuwe; beşêkî awedane û małêkî zêrewanî têdaye. qebreke le naweřastî ḧesare; be sîman biłind kirawe; bała pyawêk pitir. goya ḧewzêkîş le ḧesar buwe; xełk awekeyan bo mitfeřk birduwe. dewłet le tirsî mîkirobî naw aw, piřî kirdotewe û şêrey lecê danawin. bo yekem car le řûsya swałkerêkim le dirgay merqed dît. sindûqî nezrêkîşî lê bû, sed řûbilim tê hawîşt. şofîreke ke řûsêk bû bîst û pênc řûblî tê hawîşt. şahîdof pirsî: «ewe musułmane, to çî ke řûsêkî?». gutî «degeł zor kesan hatûm, hîçyan pûłyan dew sindûqe nexsituwe. be karî eme diłim germ dahat; minîş beşî xom tê xist».
le naw cadey buxara dwemîn swałkerim dît ke be zimanî řûsî deygut: «hawnîştimanî yardîdem bide!». îtir ewendey le řûsya bûm taze çawim be geda nekewtewe.
le wiłatî ozbekistan ke germ û nerman û berawe, zorbey ḧasłatî pemo û tirê û meřdarî û deẍił û danî wiłatî şorewî lewê peyda debê. xełkekey le çaw řûsekan zor dewłemendin; bełam be naşukirî nebê wek ’areban pîs û çiłkinin. dełên pûłyan deden be zêřî jinan û mafûrey baş. le her kwêş kam karî zor girane, kargerî řûs deyken, musułmanekan zor tenbełtirin. pêm wabû ke dełên řûs bira gewren cêy xoyetî; zor bekar û zor xakî û bêde’yen.
le buxara têlgirafim bo ḧemîd xusrewî kird ke beyanî se’at yazde were utêl torîst le taşkend. se’at dwazde telefonêk lêy da:
- ezbenî ez ḧemîdim. kak hejar te çawanî?!
- kake bibexşe, ḧemîdekey min sabłaẍîyane qise deka; cenabit kêy?
- kuřo ezim ez!
ḧemîd degeł barzanyan jyabû, zarawey ewanî hełgirtibûye û hî xoy lebîr çûbowe. ḧemîd gutî «muhendîsî werzêřîm. hemû řoj ke deçme mezraye çemedan degeł xom debem; çunke nwêjî cum’eyan degeł dekem, xoşyan dewêm û çemedanekem bo piř deken le bamye û bayncan û sewzewat, yanî le dewłetî dedzin û deyden be min!».
le taşkend şewêk maynewe. jinêk le layen řadyowe hat ke qiseyan bo bikem. gutim be kurdî xom qise dekem. pêk nehatîn. paş maweyek hatewe, gutî: «zor tikat lê deken be farsî qise bike; çunke kesî waman nîye kurdî terceme bika». be farsî hêndêk qisem kird ke: «min be mindałî le kurdistan le çîrokî kurdaneda zorim basî semerqend û buxara bîstibû; arezûm bû ew dû şare bibînim. ke hatîşim têgeyştim ke em wiłate cwane sałehay sał wek kurdistanî xom jêr çepokey bêgane buwe; wek kurd be dîlî jyawin. ba cewananî emřo dastanî kone pyawan leber ken û karêk neken bigeřênewe jyanî dîlî û kesasî û be derdî kurd neçin...». supasîşim le şarezakanî buxara û semerqend û şofêre řûseke kird. jineke řoyşit û çwarsed řûbłî bo hênam. gutim bo xot. ’elîyof we temaḧ kewt; pêy gut: zebit û dûrbîneket bo hełdegirim; qursin. degełî řoyşit, ke hatewe gutî: pîs destî biřîm! ta ber dergay małewey çûm; ke zor dûr bû. le derke şitekanî lê wergirtim, maçêkî damê û gutî supas! dekey daxist û kałem diřa, çim pê nebřa!
ke berew mosko geřaynewe, dyar bû befir řêgey nedabû. le fiřgey tiflîs dabezîn. hemû ḧenbał û gesk lêderekan kurd bûn. le kafey fiřge sê kes ke ’elîyofyan denasî hatne laman. ’elîyof be yekyanî gut: «to tatarêkî zor qabîlî, bełam bedaxewe zimanî xot lebîr çotewe». kabra yexey ’elîyofî girt û cwênî pê da: «çon ew tewhînem pê dekey? qibûł nakem!». tasufekeym pê seyr bû, çunke tenanet gesk lêderî kołanî buxaraş pêkewe be řûsî qiseyan dekird. hemîşe gelanî kemîne le naw zorîney be destełatda detwênewe; ca ba bira gewreş way newê.