sefer bo taşkend

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  835 views

leser daway xom, ’elîyofyan řegeł xistim, çûme taşkend. adrêsî sabłaẍîyekim pê bû. karmendêkî şehirdarîm degeł hat, zor geřayn nemandîtewe. lem ser deçûyn, kerêk be zîn û liẍawewe leber derkêk bû. gutim: «ewe kerî axunde!». ke degeřaynewe, axundêk swarî kereşîn bibû. kabra pirsî: «ewe çonit zanî?!», gutim: «zewqî mela denasim!».

be naşukirî xuda nebê, le hemû şwênan musułman û mêş û çiłk wek biray awał dwanen û bê yektir nabin. to ke le lênîngirad û mosko mêşêkit bo derman des nedekewt, le bazařî taşkend sed hezarit be qoşeyek bikřîba! mencełe şorba û piław leser lêwî cade dandirawin û hera û çeqey firoşyare û le naw toz û ẍumarî kamyon û bareberda muşterî řêz bûn. detgut ’elawîl ḧîlley şarî beẍdaye! qawexane hemûy sekoyan dewrandewr hebû; be çekmewe çwar mêrdekî leser seko dadenîştin, çay sebzyan dexwardewe. pyałeyekî çînî piř le awî kuław, hêndê geła çay bone dirawî be serewe; be ḧał řengî degořa, fiř dekira.

ozbekî core tirkîyek bû zor kemî têdegeyştim. şew çûyne opêray (mîr’elî şîrî newayî) ke zor dezgayekî cwane. numayşiname û sema û goranî kîje ozbekanim zor pê xoş bû. bełam hera bû: sewday bizin û gacût û çeqqey eḧwał pirsîyek bû, wek bazařî qebakendî!

řojî dwayî, kabrayekî şarezay şar le îdarey syaḧetewe be naw şarîda gêřayn. hestim kird ke degeyne pîrêjin mîrêjnî be řubend û çarşêwî řeşewe, xoy deda ber çawim ke neyanbînim. gutim: bira emey pê nawê; eme bełgeye ke şorewî be zor kes mecbûr naka bergyan bigořn.