nazim ḧîkmet
degeł sełmasî û nîna cûlekekey wergêřî şî’rekanim çûyne dîdenî nazim ḧîkmet. pyawêkî bałaberzî çwarşane, çawşîn, mû zerd, heta biłêy xwên şîrin. leser textî pişt leser text řakşabû. nexoşî diłî bû; nedebwaye zor bibziwê. gutim: zor bedaxewem ew diłey ke le goşeyekewe kurdî têdaye jan bika.
gutî: yahu! ewe qisey şa’îraneye. kurd le nawendî diłimdaye ne le goşeda. min be mindałî le małî bedirxanîyan jyawim û memkî kurdanim mijîwe. xom le to be kurditir dezanim... xełk le ’êraq û şwênî tirî ’ereb çonim bas deken?
- hemû kes dûr be dûr ’aşiqite û nawbangit zor berze. bełam komonîstekanî ’êraq (kurd û ’erebî) û komonîstekanî sûrya lêt řazî nîn; ewîş her leser ew qisaney ke basî kurd dekey.
- çim pê dełên?
- çit ’erz kem? dełên hay le dayey nazim ḧîkmet beyn! bełê şitêkî wa!
zor pêkenî. gutî: ewane kerin; ba cinêw biden. herkes bitwanê û yarîdey em gele bestezmane lêqewmawe neda, nabê be xoy biłê binyademim. diłim bew xeberet xoşe...
dû jin xizmetyan dekird. gutî: ta firawîn nexoy nabê biřoy. ewsa mûzey xomit nîşan dedem. dway firawîn, be sebre sebre pêşman kewt. herçî le hemû dinyawe dyarîyekyan bo hênabû, mûzeyekî lê pêk hênabûn.
gutim: ustad! defermûy kurdim xoş dewê, edî kwa şitêkî kurdane?
- ay çend bepeley! were...
leser taqeyek mexmerî sewz řaxrabû, cûtêk kiłaşî hewramî, çend kewiçk û eskiwêy dar, çend sibîley kilkidar û giłîn, zor be cwanî řîz kirabûn û nûsrabû: «dyarî bira kurdekanim». gutî: ber lewe le to pirsim bîstibûm ke komonîstanî sûrye meqalêkî minyan terceme kirdibû; nawî kurd û kurdistanyan derawîştibû ke min nûsîbûm.
’eksêkî xoy û çend kewiçk û gułdanêkî darî zor cwan ke deskarî emrîkay latîn bû be dyarî damê, ke lih beẍda wek ’ezîztirîn yadgar hełm girtibûn; be’sî be tałanyan bird. ke wîstiman biřoyn gutî: dû numayşim le mosko nîşan dedrê, çend biłîtit dewê?
nîna gutî: dwazde.
gutim: ustad ewe cûlekeye; deyewê bîfroşêtewe, le sê pitirim nawê.
gutî: na, dwazdet her dedemê.
telefonî kird bo jinêk: « çonî? laçawit maç dekem. dwazde biłît be nawî hejar binêre», řûy de min kird: «awa debê jinan bidwênî, fêr be!». dwaye her xoy gutî: «bexwa pêm waye le min şeytantirî; dezanî çon xełk bidwênî!».
çûme timaşay yekêk le numayşinamekanî; beřastî be şakarim zanî.