le řêy qahîrewe bo mosko

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  712 views

celalî şerîkim çuwe ełmanî şerqî ke lewê fêrî ’ekasî řengî û fîlim girtinî telefîzyon bê. birayekî xoy le la danam ke şerîkim bê. zor zû birakey, herçend mayeyekyan têda nebû, lêm kewte teşqełe û tuşqełe. kêşe kirdin faydey nebû; be pûłêkî kem destim le beşî xom hełgirt.

mela mistefa le mosko ḧewlî dabû ke le birlînewe biçîne mosko, bełam xalîd bekdaş lêy têk dabûyn. mela mistefa zor lewe tûře bibû. her deyewîst le daxî xalîd bekdaş tołey ew karem bo bikatewe. gutî debê biçîye mosko, mu’alece bikey.

- kake, min nexoş nîm.

- her debê biçî!

de’wetim le nûseranî şorewîyewe bo hat. mela mistefa pasportekey gořîm, kirdîye (’ebduřeḧman miḧemmed) ke tewaw ’êraqî bim. ke pasportî bo wergirtim. sed û bîst dînarî damê. gutî: «biço biłîtî teyare bikře!». hestam gutim: «bexwa nexoş nîm; qetîş leser yek sed û bîst dînarim le baxełda nebuwe, xwaḧafîz deçmewe małê!». fermûy: «’ubeyd (kuře gewrekey) pûłekey lê wergire, biřo boxot biłîtî bo bikře; lewaneye neçê!».

le pêş eweda be maweyek, dîwanî şî’rekanim nûsîyewe, nawim lê na (çêştî micêwir). dam be dewłet ke îcazey çapî bidrê. ze’îm weḧîdî řadyo be kareke řadegeyşit. le herkiwê nawî kurd û kurdistanî têdabû, le herkiwê basî mosko bû, tenanet nawî çomî (mîsî sî pî) emrîkay qełem kêşabû, ke memnû’e çap bikirên. neqiłim bo mela mistefa gêřawe. şewêk zeẍîm weḧîd hatbuwe lay mela mistefa. le weramî mela mistefada gutî: nemzanîwe, bimbexşin. hemûy îcaze dedem.

gutim: «mela mistefa, qele řeşeyek cîqney leser naqûsî kilîsayekî qamîşlî kirdibû. řojêkî tir parçe goşt berazêkî le pêş keşe řifand. keşe agirî girt: dexîltan ew qełe řeşem be saẍî bo bigirin. boyan girt. laqî girt û be darûkeyek lêy řadeweşand: axir eger mesîḧî bay leser naqûs nedeřyay, eger musułman bay goşt berazit nedexward. toy řûy řeş lêm řûne kirmancî, gwê be hîç dînêk nadey!!

ze’îm weḧîd to eger kurdî, bo wişey kurd qełem dekêşî? eger dostî komonîstî, mosko bo dekujênîyewe? eger dijî şyû’îyanî, çit beser (mîsî sî pî) dawe?! dîwan çap nakem...».

ke dehatim biçme mosko mela mistefa fermûy: çît pê xoşe çap bikirê? gutim: mem û zînekem.

- min bot çap dekem. bełam kê agay lê bê?

- zebîḧî û kesî tir na.