dwayîn ezmûnî goran

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  803 views

carêkî tir goranim dîtewe ke bedaxewe nexoşî seretanî girtibû; debû bînene mosko. ḧemey mela kerîmîşî le la bû. le giftugoda ’erzim kird: «ême ta kurd be giştî weqedir nekewê, natwanîn guł bikeyn». cûlekem be mîsal hênawe ke qedrî segyan nebû; bûne dewłet, papî katolîkanîş muxlîsyane û le’net namey nwêjyan bo derdawêjê. dyar bû ew qisaney min qibûł nedekiran. her lew meclîseda, mamosta goran basî «mehdawî» ḧakmî meḧkemey qasmî kird, ke zor kerêkî çenedrêje û nenge bo dewłetî ’êraq. lepiř mehdawî degeł sałḧ beḧrul’ilûmî şa’îr wejûr kewt. qutûyek baqlawe û dû gilos ciẍarey (katî) hênabû. paş tawêk řoyşit. goran femûy: «beřastî mehdawî pyawêkî necîb û ’aqił û ziman řewan û qanûn zane! hejar wa nîye?!».

- mamosta ta tozêk baqlawe û paketêk lew ciẍaraneyem nedeyey, tesdîqit nakem!!

zor pêkenî.

ke le řûsyaşewe hatewe, dîtim. fermûy: «bo mirdin hatûmewe. taze îmanim hênawe ke qisekanit becê bûn. heta kurd xoy be giştî weqedir nekewê, nabê ême çawman le ḧurmet girtin bê; bełam taze herçî çû, çû». fermûy: «ke řûs zanîbûyan qasim le ḧîzbî şyû’î řencawe, hîç qedirim negîra. eger qenatî kurdyêf pêncised řûbłî bo becê nehêştibam, parey çayekî qawexanem nebû... řojê gutyan ça bûyewe; biřo. řast xistimyane teyarewe û le beẍdayan dabezandim». paş ew dîdare, be bîst řojêk xeberim bîst ke mamosta goran le silêmanî wefatî kird.

le cengey em hera û pet pisawî û behêzîyeda, řojê barzanî lêy pirsîm: hejar çonî debînî?

- ezbenî ḧukim hî xoyane û her bîna î’lanî dewłetî komonîstî kira.

fermûy: to şêtî! eger emrîka hezar milyar dolarî le dijî şyû’î xerc kirdiba, hêşta ewey bo saz nedebû ke emaney ’êraq boy deken. abřûy xoyan û bigre moskoşyan bird...