namey duktur musedîq bo qasim

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  804 views

lebîrim nemawe key bû, mela mistefa fermûy: «ze’îm nameyekî dawmê ke boy bikeyn be ’erebî û kesîş nezanê. to tercemey ke û bîdewe be xom boy debemewe; bełam nusxey lê hełmegre boxot!». namey «duktur musedîq» bû, nûsîbûy:

«nûrî çawî beřêzim, ’ebdulkerîm qasim;

le paş siławî germ û dostane...

xwa şukur to serkewtî û payey textî padşayetît leberyek bird. be humêdim her serkewtû bî. demewê amojgarîyekî bawkanet bikem: nekey be zimanlûsî û tarîf û hûřa û çepłeřêzanî komonîstan firîw bixoy. ewane marî xałdarin û lepiř pêwe deden. min demewîst xizmetî zor gewre be xełkî êran bikem û karêk bikem tamî azadî biçêjin, têr û tesel û bêtirs û serbiłnid bijîn; bełam tûde ew bełayeyan beser hênam. ewan wayan kird ke emrîka, şa bigeřênêtewe û ḧukmî min bikewê. tikaye zorit aga le xot bê. çend hewałêkî min hatûne beẍda. lêm řûne bexêryan dênî û le yarîdeyan dirêẍî nakey.

dostî diłsozit: miḧemmed musedîq».

řenge eme tercemey wişe be wişey nameke nebê; bełam em nawerokey degeyand. nafermanîm nekird û nusxem lê negirtewe.