kewtinî mela ’elî kultepeyî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  772 views

pyawî emin, zebîḧî û minyan dîtewe. gutyan casûsêkî zor gewrey ser be îngilîsman girtuwe; îqrarî kirduwe ke ḧiqûqî hemû casûsanî naw kurdistanî ’êraq be dest ew buwe. bełam dełê min zorim pyawetî degeł pyawanî baş kirduwe û le girtinim řizgar kirdûn. biřon le zebîḧî û hejar pirsin ta bizanin min řast dekem. casûseke nawî «mela ’elî kultepeyî» û xełkî silêmanîye. ay negbet! mela ’elî biray gyanî gyanîman ke hemû suřî xoman pê degut, dyare çî kirduwe. xeberî dawe detangirin, her xoy dway řojêk û dû řoj be girtinî dawîn! derkewt utêl pişkinî kerkûkîş, her fîtî em bira xoşewîste buwe ke zebîḧî bigirin! «kake biřon! ne şayetîn, ne deynasîn». nizîkey sałêkyan girt û beryan da. keçî lor lor be zimanî lûs, xoy kirdewe biraderman!

sefaretî birîtanya le layen ḧeşametewe dagîr kirabû heykelî(mod)şikênrabû; keẍez maẍez û perwende sûtênrabûn. pitrus nawêkî ermenî nameyekî dîbû nawî minî têdaye, boy hełgirtibûm. ke çûmewe beẍda boy hênam. guzarşêk bû be sefaretî îngilîs dirabû:

«hejar ke le êranewe hatuwe, nawî ’ezîz qadre û dûkanî le fiłan şwêne; zor xetere. îmza: ’ebdułła». gumanim peřîye ser çend ’ebdułła nawêk; êstaş bom saẍ nebowe kêye. mela ’elî gutî min nebûm û baweřîşim pê kird.