yekgirtinî mîsir û sûrya: dequrçeqînî hewałî xalîd

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  855 views

ḧîzbî şyû’î le sûrya zor behêz bû. pyaw lay wabû detwanin ḧukim bigirne dest. basî yek bûnî sûrya û mîsir peyda bû. ḧîzbî şyû’î hemû teblîẍatî xoy bo sergirtinî ew kare terxan kirdibû. çend mang hemû řoj leser yek, witarî serekî řojnamey (nur) ke organî ḧîzb bû, betarîfî nasir û yekîyetî piř dekirayewe. yekîyetî serî girt. nasir le cwabî tebrîkî xalîd bekdaş supasguzarî kird. ’ebdulḧemîd serac ke kurdîkî şamî bû, kira be wekîlî nasir le sûrye. ’ebdulḧemîd ewpeřî hawkarî degeł xalîd bekdaş dekird. pyawî dewłet be wiłatda degeřan, endamî gewrey ḧîzbyan degeł bû: «her ře’îyetêk dostî şyû’yane zewî dedeynê û be kesî tir nadrê». her kesê be şyû’î nasênraba, adres û dû ’eksyan lê werdegirt. le hemû şaranîş bew araye nasran. lepiř le nîweşewêkda biçin xalîd bekdaş bigirin. le mał nebû; weber nehat. herçî denke coyekî be xalîd paşa dabû, gîra û le zîndan tûnd kira; meger ewaney ke twanîbûyan hełên û xo bişarnewe.

paş nîweřoyek řemo xoy be małe meda kird û her leřêwe milî le cinêwdan be nasrî faşîstî pyawî îstî’mar da.

- řemo gyan! şitî wa mełê. nasir pyawî çake. eger baweř nakey ewe penca jimarey nûr, bizane çonî bas deka?!

cemîl ḧaco lê pirsîm: şyû’î zor behêz bûn. deyantiwanî yekîyetî têk den. xalîd bekdaş bo way kird ta way lê bê?

gutim: dełên hetîwêkî zor bedfeř du’ay dekird: «daykim bimrê, bawkim jinêkî ḧîz bênê; minîş pêy fêr debûm». bawik mird, daykî mêrdî be hetîw bazêk kird firyay herdûkyan dekewt! bekdaş sûryay pê kem bû, xeyałî kird eger mîsir bikewête ser sûrye, ḧakmetî sûrye û mîsir zor başe. bełam îtir...!

zebîḧî le şam lêyan wexo kewt. namîlkeyekî be nawî (kusmopolîtye) be zimanî ’erebî derkird. be qewlî ’ereb «quřekey teřtir kird». zebîḧî gutî: «řojêk çwar komonîstî topîwî payeberz hatne lay řewşen xanim, gutyan: xalîd bekdaş dełê ew namîlke, xanim nûsîwye û be nawî zebîḧî derçuwe; gileyî lê dekem. xanim be kamwa çinînewe gutî: be hewałî xalîd biłên min nemnûsîwe. eger bibîsmewe gileyî lêm heye, beře leser hetîwan la dedem, zerer deka, hewał xalîd wist bû; bełam êstaş neygut çon řazêkî le laye û naydirkênê...».

şyû’îyekanî qamîşlî be řwałet dostim bûn. le binewe biławyan dekirdewe ke hejar casûsî nûrî se’îde. şewêk le mał derkewtim, tûşî kuřêkî małe ḧaco bûm. serxoş bû; gutî:  «casûsî nûrî se’îd! lêre bimênî detkujim». dengim nekird; geřamewe mał û neçûm bo dîwexan. kabrayek bangî kirdime derê. hankey dehat û zor perêşan bû: «seyda bigeye. emşew ḧusên dekujin û de çałêkî dexen». ḧusên her ewe bû ke heřeşey lê kirdim. ẍarim da. xistibûyane naw jûrêkî lay małê. gwêm lê bû babî deygut: «abrûman bo nema! to heřeşe le mîwanî ẍerîbî ême dekey?!». pałim be derkewe na: «bîke be xatrî xuda! min hîç diłêşawîyekim nîye», ta ḧusênim xelas kird zor be zeḧmet. emcar degeł ḧusên wa bibûyne dost, awman bê yektir nedexwardewe.