leser keştîy «lîdya»
beyanî çûyne ser keştî. zebîḧî her lêm deřwanê û bizey dêtê.
- çîye?
- mela! ḧebî gêj nebûnim boxom kiřîwe; to nîte ba gêj bî!
keştîyekeman nawî «lîdya» bû; yonanî bû. biłîtman derece dû bû. textî xewman dû tebeqe leser yek bû. çeqe û heray jine yonanî û îtalî mêşkî serî debirdîn. bo çaw lêknanêkîş zimanyan le kar nedekewt. zebîḧî deygut: «mela! ewe derece dû nîye, derece guwe!». bełam xwardinman le sałonî giştî bû; zor baş bû. řojî dûhem taze taw hełdehat; dîtim zebîḧî le serbanî keştî çawî sûr û derpeřîwe; dełêy bizne û şeře şax deka! law la detlêtewe; seregêjey beḧrî girtuwe.
- ḧebekanit bixo segim tê řyandin!
nexêr ḧałî şiře. nanî nexward.
- biçim şûtît bo bênim?
- kwa detdenê?
çûme aşpezxane. xwa şukur sedî şêstî yonanîyekanî ser keştî turkî dezanin. lete şûtîyekî gewrem hêna.
- mela naxom!
- çatir!
leber çawî ew qirtem lê biřî! ta dû řoj sergêje berî neda.
beyanîyan kabrayekî xawlî ḧemamî sipî be kiław deber, leser mêzî nan xwardin dehate beramberman. dyar bû debû lasay padşay merakîş bikatewe. sefîrî mirakîşe bo sûrya deçê. ’erebî nazanê, çend kelîmeyekî konî melayane pełxuř deka. deyewê bimdiwênê ta fêre ’erebî qise kirdin bibê. bezmêkman bo saz bû, mepirse. cinêwî kurdîm bo têkeł be ’arebî dekird; her deygut: «înşa’ełła». tenanet carêk gutim: «rasek be qûngim!», gutî: «înşa’ełła!».
deste mindałêkî şel û seqetî atînî degeł mamostakeyan hatbûne seyran û geřan. yekêkyan tozêk turkî şeq û leqî degut. lebatî (ha, a) deygut (xî xî!) bibûyne hewał. deypirsî:
- fiłan şit be turkî çîye?
- demgut: min zimanî yonanî kon dezanim!
- wek çî?
- terse kuřuley mamî xot!
- se’atêk mandû debû fêrî bê. deçuwe lay mamostakey:
- pirofsor! tese kulume xoy! girîk?
- na.
dehatewe: «no girîk!». dersêkî dîkem pê degut. pêkenînman saz dekird.
beyanîyek seyrî deryam dekird, le naxafił yekê gutî: «ya xeřa!» ( be yonanî lecyatî řoj xoşe; be ’arebî yanî: hey gû!).
gutim: ya xeřa û nîw!
hewałekanim gutyan tołey heweł û axrî lê kirdîyewe!
lawêk hate laman. be denkêk ’erebî û dû denk îspanî dełê: ’erebî ḧełebim. sî sałim ’umre. sê sałe le karakasim. pazde hezar dolarim peyda kirduwe. ’erebîm lebîr çotewe. tuxwa be xêrî xotan fêrî ’erebîm kenewe; sî sî!
- sî sî gyan! be sê sał zimanî bîst û ḧewt sałey dayk û babit lebîr birdotewe; êsta çon be şeş řoj û ḧew řoj fêrî debîyewe? le pûł peyda kirdin wa zîrek, le zimanda wa debeng?!
- sî sî, sehîḧ!
degeł yonanîyekî atînî, pîrepyawêk, bûyne aşna.
- to nawit çîye?
zebîḧî gutî: nawî ḧacî ’ebduřeḧmane!
be tirkî qiseman dekird; lêkî dehałand. bezmî wa xoş nabê. qederêk mat bû, gutî: erê ḧeywanêk heye zorim pê cwane, ’eksekeym bo binêre.
kam ḧeywan?
na’îlac destî le cêgey gwêwe hełêna û leqandî. gutim: ha, êşeg!
- bełê bełê dîttewe!
- beser çaw! şikłî xot û babit bo denêrim!
sed carî gut: xacî ebdurexman lebîrit neçê!
le benderî pêryey atîn dabezîn. gutyan heşt se’at keştî nařwa. le utûbûsêkman pirsî:
- etîna?
- bełê etîna.