dîdarî sefîrî ’îraq
řojêk bîstiman ke ’elî ḧeyder suleyman sefîrî ’êraqe û le şarî badgodzibêrge.
- zebîḧî ba biçîn.
munşî gutî: wextî nedawnê; memnû’e biçin. le kaẍezêk be kurdî xomane nûsîm dû kesî sûryayî hatûne dîdenît.
- tîkaye bîdeye!
hatewe gutî: fermûn!
nûsîwtane sûrî û kurdîyeketan ’êraqîye.
- min ew kesem ke nardite lubnan, beḧnes.
- to hejarî? lêre çi dekey?
- cenab! ewey xot be lawetî detkird, êsta min deykem; ḧał û mesele eweye...
ke hestayn, řwanye kîsekey, sed markî têda bû. gutî: debê her bênewe; carê em kemem lê qibûł ken.
- namanewê.
- dey bitanewê.
wermangirt. seru sî û sê markiman pê biřa. êtir neçûynewe lay. zebîḧî řojê dû paket ciẍarey çîstirfîldî dekêşa; deykirde heşt mark; nemdewîst pekî bikewê. xom sîẍarêkî bełgim dekřî be markêk, de daney têdabû ḧukmî lê kirdûm: mela em ciẍaret bogenî dêt! biço le derê bîkêşe!
- hey dîn siz! min bo xatir to wa dekem, to derim dekey?!