le şitutgarit: şewêkî xanî xanan. baqîşî tozî banan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  964 views

celal û hewałanî degeł destey ’êraqî û sûrî le bêrûtewe be swarî keştî řoyştin. êmeş řojêk le bêrûtewe - wîze le baxełda - be teyyare çûyne jinu, zûrîx, şitutgarit.

şew le utêlêk beserman bird, padşayane! senîrî tûkî qû, le doşekda qum debûyn. sibey swarî qetar bûyn, berew piřag. zor le destey wiłatanî tirîşman degeł bû. ber lewe bigeyn, le şarî «pilîznir» polîsî çîkoslawakî serkewtin. pasport û wîzeyan birdin, paş dû se’at hatnewe. zebîḧî û sînem xan û minyan dabezand û qetar fîkey kird û řoyşit.

- êwe wîzatan tewaw nîye.

- hey dad! hey bêdad! wîzeman le sefaret wergirtuwe.

- qisey wa meken!

efserî polîs wek heykelî bûda miteqî naye û her be ser dełê nabê. sînem be feřansî û îngilîsî, zebîḧî be keçe feřansîyekewe: cenabî efser! řêman bide telefonêk bo piřag bikeyn; şunasî başman lewê heye. be kê dełêy?... telefonyan řê neda. demanewîst telefon bo qasmilû bikeyn. xistyanîne naw qetar, polîsêkman be dyarewe řawêsta ta le sinûr away ełman bûynewe. eger lew qetare danebezîbayn; ta parîs û madrîdîş çûbayn, kes nebû biłê piştî çawtan biroye. serî şew le şitutgarit dabezîn. le êzgekanda wetaẍokêkî şûşe heye, jinêk menził bo misafran peyda deka. nexşey utêlekanîş be dîwarewe. kam jûr le kam utêl betałe, yan textêk bê mîwane, be kareba nîşan dirawe û nirxekeşî nûsrawe. tenya textêkman dest kewt ke sînem çunke jine lewê binwê, nirxî 17 mark. taksî be qumarbazî, zorî sûřandînewe; ewîş ḧîsabî ḧevde mark wergirt. cêge bo sînem dabîn bû; xoşman le êzge sergerdan maynewe. kîloyek ça, kîloyek qawey hařaw, çarşêwêkî řeşî jine ’ecemanman pê bû ke le mosko bîdeyn be jine efserêkî hełatûy êranî le mosko. řîze sindûq wek sindûqî post hebû bo çemedan tênan. bîst «finîk» bawê kunewe, dekirêtewe. dayxe û kilîlekey lay xot bê. le qedem lêdan mandû bûyn, xewman hat. le sûçêkî êzgewe leser berdî feřş text řakşayn. zebîḧî çarşêwe řeşî be xoda da. ta pirxey dehat. têm kuta: heste!

- bo nayełî binûm?

- hetîw! to bew çarşêwetewe letenîştim řakşawî, jine ’ecemim dête ber çaw; wazim hełdestê!

hêşta xewman lê nekewtibû, serbazî emrîkayî dwan řastyan kirdînewe:

- memnû’e binûn.

tozêkî tir çûynewe qedem lêdan, dîsan çûynewe xewtineke, serbazêk lew dû serbazekanî pêşû řastî kirdînewe:

- memnûn’e binûn!

- be îngilîsîyekî şequřeq - her detgut ’erebîn û be kurdî qise dekeyn! - têman geyand:

- mandû debîn, edî çibkeyn?

pêşman kewt, birdînye kafeyêkî zor xefe lenaw êzgeda. garson hat. be îşare gutî: pûłtan pêye? le pûłî ałmanî çil finîkman pê bû, pûłî sûryaşî nedewîst. be herdûkman kokayek û dû lîwanî bo hênayn. se’atêk danîşe, dû se’at danîşe, weřez bûyn. çûyne qedem lêdan ta mandû bûyn. řoj her tabêtewe! çûyne kafe; le řêwe deryankirdîn. ew ser ew serî êzgeman kird, tûşî serbaze emrîkayîyekan bûynewe. têman geyandin dengubas çîye. hênanîwe kafe û gutî: ta sibey tawhełat lêre debin! natwanin dertan ken. be danîştinî kafe û be qedem lêdan řojman kirdewe. sînem xanman dîtewe. her çonêk bû pansyonêkman peyda kird. be de mark. ẍarde telefon bike:

- qasmilû deẍîlit ’îlacêkman bike! (ew dem le piřag ustad bû).

êware telefon, beyanî telefon.

- kake! xalîd bektaş lêy têk dawin; wa botan le ḧewldayn.

carêk gutî: le dway çwar řoj wa dekeyn biçne birlîn û lewêwe řast detanbene mosko. danîştîn ḧîsabî darayî bikeyn: ḧeqî pênc řoj pansyon, ewende; kirê le şitutgartewe ta birlîn, ewende; edî çî bixoyn? hîç! bo gandî mangêk hîçî nedexward û gwêşî nededaye? bûyne gandî! çwar dane řoj zewadim neçuwe ser zar. wam lê hatbû le řê kirdinda lîngim delerzî. ewanîş her wek min; bełam tozêk baştir bûn wam hest kird cemêkyan be dizîyewe xwardibû! îşałła wa nebû...

nameyekman be kurdî û be xetî latînî bo řewşen xanim têlgiraf kird. lepaş her dû dêř û dû dêř û letêkda nuxteman danabû; yanî ha yek kelîme! têlgirafçî paş nardinî - ke hemûy şeş kelîme bû - witî: zimanêkî seyrtan heye; kelîmeyekî le dû dêř zyatre!

- bełê ême zor ziman dirêjîn!

paş nîweřoy řojî çwarem gutim: ew qawe û çayîye bo nefroşîn?

- fikirî başe. bełam kê bîfroşê?

- min!

- ziman her nazanî.

- çiş!

kiławêkî sipîy kurdanem le ser na, be dewruberî êzgeda bigeřê, bineřêne:

- erebyan kafê!

serî paketekeşim hełpiçřîbû. tûşî her pîrêjne ełmanîyek debûm we ber lûtîm deda ta bizanê qawey çake. qawe le miẍazan kîloy be penca mark bû. kes le minî nekřî bîst û pênc. axrî le ber êzgey utûbus be bîst û sê mark dam be pîrêjnêk. zigêkî baş sosîsî berazman xward. çayîyeke bêne:

- îndyan tê! îndyan tê!

detgut dełałî heřacebazařî seqzim. ewîş kes neydekřî. layan wabû texlîte û xoy nîye. zor sûřamewe, faydey nebû. laqim mandû bû, dengim xerîk bû binûsê. bezmîş ewe sînem û zebîḧî dûr be dûrim dên û ta hawar dekem le piřmey pêkenîn deden! fikirêkim bo hat. xom kird be çayîxaneyekî naw êzgeda. çam nîşanî jine çayîçî da, ke detgut gamêşe: «îndyan tî!», destêkî pêwe na, yanê namewê. be îşare destim bo qorîyek bird. çingêkim le çake derêna, têm geyand ewe lênê ta bizanê çone. jinetîw be ḧeyfî zanî ew zyaney lê bikewê, bîst û yek markî le pêş danam û çay wergirt.

małî xuda awa; sosîsî şewîş dabîne!

beyanî parey pansyon dira, nan û sosîs û penîr kiřdira. pazde markiman be bilîtî qetar da, hêşta pênc mark û şitêkman - neẍd - mabowe! kê wa saze?! qetar deřwa û baran debarê. le «laybizîk» řawesta. jinêk deyřiwanye pasportan. zebîḧî gutî: to zimanşiřî! hîç qise meke! sînem xan cwab datewe. jineke pirsî: êwe çîyn?

min nisḧetim le bîr çû; gutim: delegasyon, fistîwał, mosko!

- werne xwar, biřone îdare!

- dek zimanit be biřîn çê! ew turkîye kêwîlet le kwê bo hat? be xwa dîsan debê le birsan qořey zigman bê û le ser cade bixewîn!

- tobe! ẍełetim kird! le bîrim çû!

çemedan hełgire û de naw bołe û pirtey hewałanda le ber baran quř bişêle. geyne xanûyêk, çûyne sałonêkî - xwa hełnagrê - sard. êmeş teřutlîs. zorî nebird, kabrayekî qutûkey mil barîk hat le beranberman danîşt. be feřansî pirsî: kên? le kwêřa dên? bo deçne birlîn? řaportî min karêkî nekirdibû pîne bikirê. sînem řastîyekey gut. kabra gutî çayîyan bo bênin. ser û çay bêřengî germiman hełda. timaşay se’atî kird:

-nîw se’atî tir beřêtan dekem. hanê pazde markekeştan bidemewe; êwe mîwanî êmen!

- ha, zebîḧî! de eger merdî bikoxe! zimanşiřîyekey min pazde markî sandewe, çakim nekird?!