berew sûrya

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  856 views

kabrayekim denasî xełkî silêmanî be nawî «mela ’elî kultepeyî» deygut kone êranîm. ciḧêłêkî çaw biro û simêł řeşî be şan û baho, zîrek û xwênşîrîn, karmendî îdarey řêwban çakirdin bû. nizîktirîn hewałî zebîḧî û qizłicî û min bû. řojêk le dûkan hate lam: kake! dû řoj pêştir xeberim da qizłicî û zebîḧî ke hełên, detangirin, be qiseyan nekirdim. emşew le qetar polîsêkî sîřřîm dî, serxoşim kird; pêm dirkand ke fermanî girtinî toy pêye. to dû řoj meye dûkan! le dûkan xom dizîyewe. řojî paştir polîs hatbû lêm geřabû; dûkan daxrabû; cîran dûkan boyan gêřamewe. debû hełêm. xom geyande małî ’ebdułła şerîf, gutyan aẍa xewtuwe; lepiř hate der. bom gêřawe û gutim: çon biřom bo sûrya? zorî ḧewl da ke detnêrme hawînehewarî selaḧeddîn; be ser kafe řisturanekey řabge; qibûłim nekird. be yekêkî gut ḧefta dînarî bo bêne! nemwîst. kartêkî derêna, sade; tenya nawî xoy pêwe bû. hîçî lê nenûsî: ha! le mûsił em karte bide be «ḧesen toḧele». celal ḧewt dînarî le dexłî dûkan damê û engustîleyekî zêřî qamkî xoy de qamkim kird ke eger pekit kewt bîfroşe. beřêy kerkûkda hatme şeqławe; ke mindałekanim lewê bûn. ’ebdułła ’elî û ’umer debabe - ke le ḧîzbî partîda zor girîng bûn - gutyan: xemit nebê! ḧîzb mangê dwazde dînar deda be mindałekanit, ta xwa řuḧmêk deka. ’ebdułła qewlî da ke wek birayekî ’ezîz mindałekanim le małe xoy çawedêrî bika û hest be bêkesî neken.

le şeqławewe çûme mûsił. ḧesen toḧelem dîtewe; le dewłemende here zilekan. kartekem daye, gutî: ’ebdułła şerîf zor zîreke, deyewê hemû komonîstekan le ’êraq weder nê û le şeřyan xelasî bêt!

- min şyû’î nîym.

- min dezanim, ta êsta pitir le bîst kes wek toy be minda nardote sûrye.

telefonî hełgirt: şêx şe’lan! yekêkim heye sibey deygeynye kombanîyekanî min! nabê kesîş bîgrê. gutî: emşew mîwanim be!

- deçme utêl.

desa sibey se’at heşt were defterekem.

se’at heşt û çareg maşênêkî řeng şerabî taze kûre le derga wêsta. şêx ’erebêkî ’egał be ser, bangî kirdim: swar be! berew sûrye weřê kewt. be kin çaxaney keskida hatîn. polîsekanî pêşû girtibûyanim le řê řêz bibûn û kiřnûşyan bo tirumbîlî şêx kird. geyştîne řeşmałî şêx; nîweřojim xward. be quleřeşeyekî gut be maşênî min bîbe binkey kombanîy toḧele. toḧele ’êraqî bû; dirwêney xełkî sûryay dekird. ermenîyek wekîlî bû. teḧwîlî wergirtim. çend kirêkarêkî dirwêne û kombayn lewê bûn ke çwaryan kurd bûn. şew le seḧra mamewe. hêşta nanî şêw nexurabû, lepiř bû be şeřî kirêkaran.

- leser çî şeř deken?

- ay ew segbabe nwêj deka; yanî ha min le êwe çaktirim! be xwa debê nwêjî le bîr berînewe! sibey beyanî şofêrêkî ermenî benaw genmanda, bebê řê birdimye «tirbespî». tirsî řêge be ser çû. çûme dîwexanî ḧaco. qaweçîyek lewê bû. be kurdî xomane pirsî: kê le małe? key detwanim ḧesenaẍa bibînim? zor leserxo gutî: ez bi ’erebî nizanim!

ew řoje pêncişemme bû. şewî cum’e hîç, beyanî řojî şemme be çeqqe û hera û xirmey laqan we xeber hatim. her kes parçe çekêkî jengawîşî hebû lebin ’erzî derênabû, berew çya řay dekird.

- xeber çîye?

- qaçaẍçî be pezî qaçaẍewe le zemînî turkya derçûn û cendirme boy negîrawin. hatûn meřî dîronê (gundêkî sûrya) berin ke mułkî yûsfî ḧacoy biray ḧesenaẍaye. tenya tifetgêkî hebuwe. teqey le cendirmey turk kirduwe, çwar cendirme û efserêkî kuştuwe û turk hełatûn. detirsên be hêzî zorewe bênewe. deçîne yarîdey yûsif. cemîl ḧaco ke biray ḧesenaẍa û karî ře’yetî le mil bû, degeł yekêkda hera û çeqqeyekyan bû mepirse. cemîlaẍa gutî: seyda (yanî mamosta) biřwane em hetîwe tûtûy çwêlekekujî hênawe - ke gulley bîst mîtir biř naka - dełê deçme şeřî turkan! wa debê?

gutim: bira turkî dezanî?

- çon nazanim? dû sał serbazî turkan bûm.

- ca kewaye le sengerda bang bike: hewałî cendirme! tozêk marîfetit bê! were berdemim ta çwêlekekujêkit pêwe nêm!

kabra gutî: bizane seyda çonî xet kêşa?! way gut û bê awiřdanewe řaykird. çûyne cebheke. polîsî sûrîş hatin. efserekeyan be pařanewe gutî: ême xawen mał û mindałîn; ḧeyfe bikujrêyn. çekekanman lê wergirin! êmeş berne małêk. xwa geyandî, bûne xawenî bîst û yek tifeng. bełam şeř nekirayewe û be keyxudayetîy me’mûranî sinûr dakuja.