pyaw fe’le û jin bennaye

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1365 views

pêşînyan gutûyane: «pyaw fe’leye û jin bennaye.» benna xanû dirust deka. fe’le her keriste bênê û kes nebê boy leser yek danê, cige le wiłat pîskirdin û toz be bakirdin, şitêk degořêda nîye. her boyeş gutûyane jin û mał; wata: ta jin nebê mał nîye. ewe zor baş le min řûy da.

çend sał awarey sełit û řeben, řoj û şew le kerî berbar mandûtir, têkoşabûm; geybûme dûkandarî; bełam her ewende bû ke řoj be řoj bîxom û aw bêne û destan bişo. carêkyan bîrim hatewe ke le mawey sałêkî řebeqda hîç mîweyekim neçêştibû. bełam ke bûme xawen jin, zor be pele wezi’ gořa. çarege kîloyek goşt, kemê řon û birinc, pyałe mastêk û nanî bazař - ke sê ceme sê kese pêman řadebward - bayî ew tenya cemey nîweřo nebû ke be sełtî le çêştixane demxiward. êwaran ke dehatmewe, mîweyekîşim dekřî. derametekem her wek caran, řojane le şeş timen ta de timen bû; bełam benna be mişûre małdarekem way pêk dêna ke pezmendeşman hebê.

sehołdanêkî textem kiřî ke bo germay beẍda zor lazim bû. wirdewrde panke konêk û řadyo konêkim le heřacebazař kiřî û her wa berew pêş deçûyn û řoj be řoj teyartir û têrtir debûyn. kuřekem zorim lê neban û namo bû; her degrya: «deçmewe małî xoman», nyazî małe mamî bû. bebê min le daykî depirsî: «erê ew kabraye kêye?!».

zor kurdim dîbûn - jin û pyaw - çił sał le beẍda jyabûn û fêre ’arebî nebbûn. xwaye em jinem debê be çing ’erebîye çon pêwe bê! keçî sałêkî tê weřnesûřa, way fêr bû ke wek hemû jine beẍdayîy dîke bo xoy deçuwe bazař û keristey małî dekřî û zeḧmetî bazař çûnî hemû řojey le koł min kirdewe.

- dey were ders bixiwêne!

- ḧay! taze be serî pîrî?!

be hezar çeqqe û pařanewe le çend şewda carêk dersêkî le la dexwêndim. keçî bew hemû bêzarî le xwêndinîşewe fêrî kurdî xwêndinewe bû. miḧemmed le sabłaẍ deber xwêndin nirabû; be řwałet polî yekemî tewaw kirdibû; bełam her detgut xomim be mindałî: gêl û nazîrek! tenanet ḧirûfîşî nedenasî. wam kird ḧirûf binasê; lêkyan da; wişey kurdî wexwênê. çîrokî qořî mindałaney seyrim bo denûsî û pêm degut pêyan pêdekenî û xoşyanî gerekbû. le kurdî xwêndinewe řahat. ew car be nîwe kurdî û nîwe ’arebîy beẍdayî şitî seyrim bo denûsî; lewîş çawî kirayewe.

- le bîrme carêk destî bo řadyoke bird. daykî destî girt.

- řołe gyan! babit ew hemû řence deda, newek řadyoke bişkê; boy nakřidirêtewe!

- lêy geřê bîşîşkênê xem nîye, peyda her dekemewe...

kesê le kwêstanewe bigate beẍdaye û nexwaza hawîn bê, waweylaye. me’sûm le german wek beçke çwêlekey sûresaqe her demî pêk dadeda; zorim beze pêda dehat. sałî dwayî degeł małî ’ebdułła ’elî kanîmaranî, hawîn çûyne şeqławe. baẍêkman be nawî «kanî giřû» be mîwewe be çarde dînar girt û xoman le germa dizîyewe. dwayî be germaşî ’adet kird û deygut małe xom becê nayełim. le hawînî 1955da mindałêkî tirman le şeqławe hate dinya. nawman lê na «agirî» ke êsta nawî mistefaye.