dûkandarî legeł celal bêtûşî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  859 views

şewêk ḧafzêk «ḧesîb» nawî ’ereb hate laman. şêx mistefa gutî: ḧesîb! to lew dinyaş her kwêr debî. dełên ’aqîdet siste. ḧesîb hełîdaye: ya şêx! le kitêbda nûsrawe û boyan xwêndûmewe ke řojêk îsrafîl gutî xudaye tasey mîkayîlim kirduwe; îcaze bide serî bidem. xwa fermûy biço! bełam zeḧmete bîgeyey! îsrafîl sed sał fiřî û řêgey pêwa; mandû bû. xudaye! key deygemê? xuda fermûy: hêşta mewday nêwan liçî xwarê û lêwî serûy mîkayîlit nebřîwe! dełêm zeḧmete; dełêy deçim! ya şêx! eger baweř bew tuřehate çaw le qyamet bo pyaw peyda deka, segim dew çawe řyand!

feqê zor betemaḧ û min zor bêpûł. her deygut: ta denêrim řonim lo dê, heřû biřêkî bikře, heřû hêlke bikře, heřû goşt û... naçar barim kird. şiřem le serbanî dîwexanî neqîb be zewîda dayewe.

lekin westa biraym damezramewçe; řojê be nîw dînar. şagirdêkî koyî tirîşî hebû be nawî «celal bêtûşî». pêkewe řêk kewtîn dûkanêk le ser ḧîsabî xoman bikeynewe. westa newed dînarî dest girtîn. dûkanêkî çołman le xeyabanî melîk feysełî dûhem girt û destiman kird be kar. situdyoy taze kem kare; êmeş feqîr bûyn nemandekira cwan û řêkupêkî hełxeynewe. ewendey lê peyda nedebû herdûkmanî pê bijîn. sê ceme nan û mastiman dexward; ewîş têr na. dempayîman depêda bû. tenanet baweşênêkî berqîman nebû. gutim min deçim karêkî şewane debînmewe; hîç nebê nanî şewt dabîn bê.