xeberêkî xuşk û xêzanim
mame ḧemedî ḧacyałłay sabłaẍî kone hewałim bû. danîştîn û deng û basî wiłatim pirsî. gutî: xuşkit lew sawe to řoyştûy - ewe ḧew sałe - yekbîn bot degrî. jinit bêwejin û kuřêkit hetîwe; çarêk bike!
- minî wa bedbext û aware çonim çare pê dekirê?
- xuşkit çend car dawa kirawe; mêrd naka. min lam waye eger jineket bête lat; ewîş lewaneye bête ředaye û damezrê. êsta ke debînê jinit bew mindałyewe her çawenořî toye û bêwejin koşî deka, řenge şerim bika ew becê bêłê û mêrd bika.
- kake! jin be çî bexêw kem?
- detwanî kar bikey. jineket ḧazre swałîşt degeł bika! min dezanim...
- çonî bênim?
- min bot dênim. nameyekîş bo xuşkit binûse; ba lew giryaney bes ka.
nûsîm: «xuşkim zêneb! ewa min jinekem dênme lay xom. eger toş mêrd nekey û karit her giryan û nûkenûk bê, min birat nîym û le xuşkayetîm şorawyewe...».