xwaḧafîzî le řomanya

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1005 views

řojî xwaḧafîzî le řomanya, her yekey bîst dolar û kirasêkî başî yadgarîyan daynê û swarî qetar kirayn bo ser beḧir. le şarêkî kenar derya be pêşwazmanewe hatin. dabezîn. sema û hełperkêyek bû seg saḧîbî xoy nedenasî. dehoł û zořna aşî pê degeřa. şarî konistanye bû; zorbeyan musłiman û zorîş le buxarîstyan cwantir bûn. swarî keştî bûyn; nazanim çend şewman pê çû. berbeyanêk be estembûłda têpeřîn beru lubnan. beyanîyek le řistûranî keştîda xerîkî berça xwardinîn, mîkirofon qîřandî:

- xuşk û birayanî beřêz! cêjnî qurbantan mibarek! daxî giranim dû bełay gewre řûy dawe: melîk miḧemmedî pêncem le merakîş teb’îd kirawe. şay êranîş - ke derkirabû - geřawetewe taran û museddîq řûxawe...

le fîlmêkda dîtûme çarlî çaplîn ke deçête şeře mist, řeşêkî dîwe êskêk de milî desawê bo bereket. le berî depařêtewe ke ewîş bo pîrozî řemlî xa. lepiř debînê řeşe be tabût hełgîrawe. be pele cê êskeke le mil desřêtewe! minîş ber le her şit, karte kwêtim le baxeł derêna, winciř winciřim kird û çûm le pencerewe be deryamda da. «emîşim çû, ewîşim çû, be carê małî wêranim». em xeyał piławeşim keřûy hêna...

keştî le bêrût lengerî girt. pyawî emnîy lubnan serkewtin. her desteyekî hawwiłatî be cya dabezê. leser zewî polîs çawenořmane; waman depşikinin dełêy pişkî kałemistên taqet deken. her çî bonêkî komonîstî lê dehat, kitêb û govar û şitî yadgarî ke nîşaney sûrî pêwe ba dagîr dekira. her le ber xoşyanewe deyanbołand. segel! sitûnî pêncem! nemdezanî sitûnî pêncem yanî çî! tenanet min nusxey tercemey «kirank bîł» û elmuncîdî çikołey çapî bêrût û defterî şî’rekanim lê sêndira.

- gyane! ew elmuncîde nûserekey bêrûtî û çapî bêrûte û le bêrûtim kiřîwe.

- biřo bew lawe sitûnî pêncem!

mîsrîyekan hatin; «teḧye karyoka» yek dane semay cananey kird, ewanyan nepşikinî. be qurbanî çawî sît teḧye bê! debwaye be dałanêkda têpeřîn û îcazey çûne naw şar wergirîn. le şwênêk hemû şite zewtikirawekan be ser yekda dirabûn û efserêk be dyaryanewe bû. lêy pařamewe ke nusxekanim bidatewe, gutî neřoy dełêm bitgirin. deftere şî’rekanim le serewe dyar bû. her çawêkî xafił kird piřim pêda kird û de sakekemřa kird. ḧenbałêk gutî: çi dekey?! lîreyekî lubnanîm naye mistî: ew sakem bo bere der!

- be çawan!

şî’irim řizgar kird û kirank bîłim çû. pesaportî ’êraqî û urdinyan nedrayewe. paş dû řoj wermangirtewe û polîs degeł çwar pênc kes řepêçekyan dayn û geyandînyane wadî ḧerîr û teslîmî nuxtey sinûrî sûrya kirayn.

ba eweşim le bîr neçê: kirase xełatîyekanî řomanya le lay ře’îs û mi’awnekanî manewe ke le bêrût detandeynê. le bêrût gutyan małî ḧîzbe û le beẍda teslîmî ḧîzbî dekeyn; mela kilkî kełeşêr dyar bû; bo xoyan lew kirasaneyan deberda bû!