dîsan bo kerkûk
nedekira biçmewe dûkanî westa; dîsan bêkar dexulamewe û dempirsî. bełam emcar birsî nemam; qizłicî û zebîḧî karyan hebû; yarîdeyan dedam.
řojêk tûşim hat be tûşî artînewe; gutî: ermenîyekî dermanfiroş dełê biço kerkûk şagird ’ekas be; mangê şazde dînar wergire. min naçim. to le cyatî min biço!
- małit awa bê!
bilîtî qetar û dû dînarî le ermenîyeke sand; gutî: eger qibûłyan nekirdî, bew dû dînare dêytewe beẍda û zyan nakey. leserřa çûmewe kerkûk. lay ermenîyek «portoyan» le «sitodyo sona» bûme şagird. şagirdêkî sûryayîy mesîḧî hebû, camî řitûş dekird û ’eksî gewre dekirdewe nawî «ḧenna» bû. min le jûrî tarîka ’eksim çap dekird. mindałêkî aşorîşî kirdibuwe ber destim.
portoyan muhendîs neft û le şirketî kerkûk bibû; derkirabû. le ’ekasî nedezanî û karekey ême boman degeřand. ermenîyekî zor bedîn bû. zor deçuwe kilîsa û zor car keşe dehate lay. karekem - ke be şî’rîş basim kirduwe - le heştî beyanewe ta nîweřo, le çwarî paş nwêjewe ta ḧewt bû. kerkûk hawîn le beẍda gerimtir û zistan le kurdistan sarditre; cehennidemêke lew deşte. le jûrî tarîkî bêmenfezda, baweşênî berqî weha germ debû demkujandewe. řojane le demî germada çend car fanîle(jêrkiras) kem dadekend, demkuşî, wek de car de aw hełkêşrabê areqî lê deçořa.
leser lêwarî çomî xase - ke hemîşe wişke û tenya le řojî baran û sêławda awî têdaye - jûrêkim le utêl «sercisir» girt. bełam çon jûrêk û çon utêlêk?! konexanûyêkî be quřkirawî dûr û dirêj ke le nawda çawe çawe kirawe; hemû dîwar qełşawin. ew jûraney řû be xase nîyn, debê be řoj çirayan têda hełkey. bonî tereşuḧ gêjit deka. jûrekey min le řûy xase bû; řûnak bû. pencerekanî darî kun çikołey xiştî çwargoşey bê şûşe bû. dergay wek dergay zemanî ’ebbasîyan be bizmarî ser be qubbe nexşabû. le girêjnewe neçûbû; heta detkirdewe cîřey tûmar be tûmar deřoyşit. kirêş mangê dînarêk.