ba şî’irim dyarîyek bê bo gelî kurd
hergîz be şî’ir swałim nedekird; bełam eger daway yarmetî û qerzim le her nasyawêk bikirdaye, zor be řûy xoşewe deykird.
zor kes hebû le barî syasî naxoşyan wîstûm, cwênyan pê dawim. bełam le řûyan nehatuwe biłên şa’îrêkî swałkere û mil le ber pyawî xwêřî newî deka. twanîwme zor be serberzî bijîm. zor car eger dîtûme kesêk diłî lêm řencawe, gutûme çî dawmê ba lêm westênê!
dyarîşe le paş ewe twanîwme be yarmetî barzanî kitêbî şî’rî xom çap kem, pûłî kitêbanim zor des kewtuwe ke memnûnî hîç kiřyarêk nebûm. min barzanîm be gewrey xom qibûł kirdibû; şanazîm bewe dekird ke nokerî ew bim. pêşim şerim nebû ew yarîdem bida; çunke lam wa bû merd û řendêke nimûney kem le dinyada hatûn. carêk «ḧafiz mistefa qazî» -ke le berdestî «řeşîd ’arf seqa»y kurdî milyonêrda karî dekird- gutî: kak řeşîd xeyyamekey toy be xet dîwe. dełê min le ser ḧîsabî xom boy çap dekem. firsete ba pêy çap bikeyn. gutim: ḧazir nîm nawî řeşîd ’arf le ser kitêbî min bê û biłê yarîdey hejarim dawe û ew fexrey bidemê!
le kasbî kirdin û feqîrîşda zorim kesasî û henasesardî dîtuwe û zor carîş ser kewtûmewe. çend car nanî şewm şik nebirduwe; bełam nahumêd nebûm; le kar mandû nebûm. twanîwme cêgey xom bikemewe. zor carîş bûme xawen pare û dîsan hatûmewe ser sîfir û dîsan tê hełçûmewe.
ewî deyzanim û be edîb û xwêndewarim dezanin, le sayey mandûbûn û şewbêdarî xomewe destim kewtuwe. ser le hewełewe zû le xwêndinewe mandû debûm; bełam pyaw ke le ser şitêk sûr bê û dest hełnegrê, xûy pê degrê û lêy debête seyran û seyaḧet. wek çon nazanî le mindałîyewe çon gewre debî, le xwêndineweş zor aga nakey; keçî debînî zorit me’lûmat we ser yek nawe û to be xot nezanîwe. zor car kitêbim xwêndotewe û tewaw le bîrim çotewe. tya buwe tenanet nawî danerekeyşim le bîr nemawe; keçî her wext qise le şitêk kirawe, min basî ew şwênem webîr hatotewe. wa dyare mêşk ’enbarêkî zor berfirewan û emîne; le wextî pêwîstida çit dîwe yan xwêndûtewe, nîşanit dedatewe.