nirxî tecrebe le jyanda

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1837 views

le tecrebey ew jyane têkeł pêkełemda ewendem bo řûn botewe ke le hezar dostî be dem dost, yekêkyan le řojî tenganeda de hawarit nayen. nabê çawit lewe bê ke eger lêt qewma, firyat kewn. naşbê dostayetîy ew terze kesane nekey; dena be tenya demênîyewe û pyaw le dinyada be tenya najî. lewaneşe le naw zoranda, bextit bîhênê û eger le hemû tementida dû yan sê dostî zor başt des kewê-ke le xoşî û naxoşîda her yarîkarit bê-xot be bextewer bizane! řojanê ke le beẍda bûm û lewpeřî hejarîda řamdebward, kesanêk carubare deyanewîst, yan be dem deyangut demanewê pûłit bideynê, demgut swał nakem; karim bo bidoznewe. lew «namewê»yey min îstifadeyan dekird, lay nasyawêkî min deyangut: pyawêkî kelleşeqe, pûłî dedeynê nayewê!

katê ke degeł barzanî geynewe yek û nan û îḧtiramim peyda kirdibû, ew kesaney xoyan hełkêşabû ke deyanewê çakem degeł biken û min qibûł nakem, kewtime tecrebekirdinyan. demgut fiłan kes! detwanî be çend dînarêk destim bigrî? yan fiłane şitim bo bikřî? milyan le swêndan dena ke destyan tenge!

carêk le «topzawa»y koye, barzanî gutî: ’umer debabe dełê hejar hîçî nedewîst, îsta daway qełem û kirasim lê deka; ewe çîye? gutim: kake! lay hemû kes deygut eger hejar qibûł bika deykem be şerîke małî xom; çunke deyzanî hîçim nawê. îsta ke zor sazim, ewane tecrebe dekemewe. ne kirasim lazme ne qełem; pêm xoşe we diro kewêtewe.

zor kes xoy kirdote řefîqim her bo ewe le çêştixane, min pûłî bo bidem; yan le sefer û taksîda min zûtir des bo gîrfanim berim. carî wa hebuwe bo taqîkirdinewe gutûme: dey ba mexarcî emřo leser to bê! xoy dizîwetewe û taze nemdîwetewe. xulase zor kes be keryan zanîwim; wîstûyane behre le min berin û bo xoyan xoş bijîn û gałte be sadeyî û xoşbaweřîy min biken. le řastîşda min le dirêjayîy ’umirda zor diłsaf bûm; baweřim be hemû kes kirduwe. zorim zerer lew xoşbaweřîyeda dîwe; bełam le encamda her řastî û xoşbaweřîyekem firyam kewtuwe û twanîwme wa bim, le naw zorbey kurd û ’erebî nasyawimda řêzim lê bigîrê.

qisêkî cwan heye nazanim kê gutûye, dełê: «pyaw dû ’umrî lazim bû; le yekyanda tecrebe xiř katewe, le ’umrekey tirda tecrebekanî be kar bênê»; ke ew ’umre dûbareyeş nîye. zor tecrebey tałim le jyanda le çing ewaney be řwałet xoyan kirdote dostim dîwe. zor gurgim be meřî pêẍember zanîwe û destyan biřîwim û be ’eqiłim pêkenîwin; ke nemtiwanîwe û nemzanîwe xomyan le çing řizgar kem. hergîz nemwîstuwe minîş wek ew nalebarane fêłbazîy bikem û destî xizim û dost bibiřim. çunke řast bûm, xwa her řastî hênawete řêm. ḧezim dekird û ḧez dekem zor lewe zîrektir bam û nemhêştiba pyawî xwaruxêç be zimanî xoş firîwim den û be qazancî xoyan çerxim den; bełam le paş hezar tecrebey tał, çon be jyanda bigeřêmewe?!