eger mirîşkî lasay qaz mekewe!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1485 views

bo nan xwardin de’wetî kesêk bike le naneket memnûn bê! de’wetî kesanêk meke ke nokeryan le to têrtire û hemîşe sifreyan le sifrey řojî de’weteket řingîntire. yanî «eger mirîşkî, bo hêlke kirdin lasay qaz mekewe!».

dinya piřyetî le pyawî fêłbaz ke le ser firîwdanî diłsade û bestezmanan dejîn. binyademin le şikłî to; bigre to cwantir û řêk û pêktirîşî lewan; bełam debînî be řidên, be keway şoř, be mêzerey zil û tezbîḧ û mit û mûrû, xoyan le xełk gořîwe. dełê were bitbeme beheşt! yan efendî ’eynek le çawe û xoy le ser xełk be heybet kirduwe; komełêk diłsade dway xoy deda: «werin ḧîzbim dirust kirduwe, watan bo dekem, wa bikirê ...», lewaneda zor agadarî xot be! detwanî bênye ber çawit: ew kabrayey dełê şêxim, řîşî bitaşrê, şortêkî deber kirê, pêxwas bê, yan wek çîrokekey «çîxof» le ḧemam řût bêtewe, çon meymûnêkî lê derdeçê?! dekirê biłêy: bo to şitêk nadey be min ta min to bibeme beheşt? xo hî herdûkman ḧewałe be dway mirdine! yan: kabray syasî xawen ḧîzb! eger to le pêşmewe bî le sengerda, qibûłme. bełam to bo xot lewpeřî xoşîda bijî û min be kuştin û girtin bidey, xwa helnagrê...

carêk le şî’rêkmida -ke çapîş nekirawe- gutûme:

hergîz mebe ’enterî pyawê
to hełpeřî, bew biden piławê