řûxoş be û zû hełmeço

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1429 views

hemîşe ziman û řûxoş be! fêrî cwêndanî pîs û bazařî mebe! be řûy xoş û zimanî xoş dujminîş dekeyte dost. eger to řast bî û nařastan qiset bo dirust ken û ẍeybetit biken, zû hełmeço! řastî û bêgunahî bo xoy derdekewê û qisehełbest şermesar debê. ḧewsele û xwênsardî le jyanda binaẍeyekî zor pitewe. min lam waye pişû û leserxoyî û kem tûřebûn û le pêst derneçûn û pele nekirdin, nîwey jyanî xoşe û bigre zyatrîş. wek dełên «pyawî be ḧewsele kerwêşk le ’eřabe degrê».

le qise degeł xełk kirdinda şerim meke; bełam qisey nask û be edeb hełbijêre! ke daway yarîde û kar pêkhatin le hewał û nasyawit dekey, to qerzêkit le serî nîye; ke wa bê debê zor pişû le ser xo bî. eger le de kar yekîşt bo pêk bênê, dîsan şukirî xway dewê. îtir herçî gutit û pêkî nehêna, nabê nêwanî degeł naxoş key û le lay xełk ẍeybetî bikey. «be zimanî nerim û xo mar kun dête der». emcar karêkit bo naka; bełam le çend car, carêk faydeyekî her lê debînî. lewaneşe tûşî hewałî wa bibî ke be pêy twana be dił yarîdet bida.

be kelîmey xizmitim û le tarîfit kirdin, firîw mexo, exlaqî kabray ke xot lê nizîk dekatewe bêne ber çaw. min leweda zorim zerer kird ...

degeł bira û ’ayley xot ta baş bî keme. xwênî xotin, qet ba małî dinya lêktan neka. birayetî min û «sadiq» û «’ebdułła» degeł «zêneb»y xuşkim bo min zor xoş řabrawe; bełam dîsan hemû birayek nakirê wa bin. zor biray wa heye le dujmin xiraptire. zor dostî wa heye le dujmin xiraptire. zor dostî waş heye le biray dayk û babî çaktire. ewane tecrebey jyan bot derdexa.