debengêkî wek xom: ḧemed’emînî şêxul’îslam (hêmin)

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1182 views

le xaneqa degeł hawtemenêkî xomda bûme aşna, nawî «ḧemedemînî şêxul’îslam» û pûrzay mindałe şêxekan bû. ewîş debwaye bo bereket ders lay mamosta mela se’îd bixiwênê û le małî şêx bijî. nazanim ew zîrektir bû ya min! bełam ewende dezanim le debengî û hîç fêrnebûnda, diroznîş ferqî nedekirdîn. her dûkman wek yek darkarî dekirayn û beqed yek ber cinêw dedrayn. tenya ferqêkman ke hebû, ew bo negbetî, şî’rî degut û xoy le min be hunermenditir dezanî. bełam şî’rî çon? ya xwa be nisîbî dujminanit bê! min le beẍîlyan gałtem be şî’rekanî dekird. axrî her wazî nehêna û le dwařojda bû be şa’îrêkî hereberz û be nawî «hêmin» nawbangî kird. karî here girîngiman řawedûpişk, dizî baẍan, mirîşk dizîn le małe şêxan û hezar bedfeřî û karî nalebarî dîke bû.