kerîme kwêrî goranîbêj
carêkî tir hatmewe û sîpałim le xaneqa be zewîda da. bełam emcar şêx miḧemmed boxoy dersî usûł û hêndêk şer’î şaf’î pê gutim. degeł feqêyekda -be nawî es’ed- her le ḧucre tengebere kunegurînekeda bûyn.
es’edî hewałim şeřêkî kirdibû; deryan dekird. minîş be nawî hewałetî ew gutim degełî deřom. şewêkî direng buxçeman be ser goçanewe kird û çûyne gundêk be nawî «îsakend»; řast çûyne ḧucrey feqêyan, ke laman wabû awedane; bełam çoł û hoł û tenanet ḧesîrêkîşî têda nebû. ḧucre tarîk û řayex xoł û herdûkmanîş birsîmane. dey çibkeyn? gutim min deçim nan swał dekem. we naw dê kewtim. şew zor direnge; hemû mał nustûn. le derkî her kes bidem lewaneye tûře bê. le dway geřeke małêk, ḧewşêkî zilim dît. wîstim be sipayî dirga çeperekey bikemewe û le nizîkewe bangî nustuwekan bikem, kabrayek dengî dam: «kêy?» bom gêřawe ke kêm û çîm dewê. gutî: de biřorewe ḧucre, êsta dêm. hêndey pê neçû kabra ke xoy zelamêk bû degeł yekê tirda niqeyan dehat. ḧesîr û beře û nan û şîrêj û semawer be dam û dezgawe û çirayan hênabû. kabray xanexwê gutî: şertim degeł biken ta êwe lem gunde bin neçne nan çinînewey małan û min be biray xotan bizanin. erê feqê êwe goranîtan pê xoşe? min namum «kerîme kwêrî goranî bêje». her way gut û milî lê na, ewî deygut neydegutewe. wek dełên êstaş be serî pîrî, xoşî ew şewe û dengî kerîme kwêrim her le binî didanan daye. lewê damezrayn. řastit dewê dersî mela bo ewe nedebû pyawî le ber biḧesêtewe; paş maweyek werez bûyn; biřyarman da biřoyn.
ewem le bîr çû ke ber le xaneqa degeł es’ed bibme hewał, her le xaneqawe řoyştim bo naw menguřan, le lay «mela řesûy kermindarî» bûme feqê; ke çwar feqêy tirîşî hebûn. behar bû, menguř le kwêstan bûn. êmeş keprêkman kirdibû nizîk be hobe dejyayn. heřemey lawetîm bû. dinyayekî azad û hewayekî xoş û cwanî û lebarî kîje menguřan gałey dekird. mestî lawetî bûm û ’eqił û xwêndin le ḧewt kêwan awa bibûn.
wîstim le kermindarewe biçmewe mał. sofî ’elî nawêk bargînêkî cilkirawî damê ke be pê neřom. lewser ke degeřamewe, le kwêstanî «kîfarawê», seydêkî xiřkełe, hemû gyan fîşek û demançe û tifeng, le kendałî kanîyek derkewt û heray kirit: «feqê agirt pêye?», sîẍarêkî be destewe bû. zor tirsam, hełmikuta ẍar û serberejêr hełatim. tifengêkî be ser hełteqandim; bełam derçûm.
le řeşmałî mam ḧesenî afan bûm. paş nwêjî şewan, melay dê -ke nawî mela řeḧman bû- hat gutî: seydêkî çekdar daway agirî lêkirdim, ciłewî girtim maynî lê sandim. her ew şeweş çend gacût le «qozliwê» dizrabûn. dyar bû min çakim xelas buwe. řojî dwatir le gedey kwêstanî menguřan çend kesêkim dî ke le ser kanîyekî çayan lênabû; çekdar bûn. zanîm çeten; bełam řêgey hełatin nebû. selamim kird û çûm layan danîştim; nan û çam degeł xwardin. zanyan feqêm û mayn emanetîye. gutim: bira cum’ane naden be feqê? yekyan gutî: ême debînî çeteyn; řûtit nakeyn memnûn be! dîsan dû qiřanîyekî zêwyan damê ke dam be gîskêk bu ḧucre.