mela ḧemed’emînî ḧacî melay turcanî

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  1053 views

ew hemû la lê gîrane û deretan nemane, zorî kar lê kirdim û xem û pejare daygirtim. ca ke degeł es’ed řoyştim, dû nîşanem be tîrêk engawit: yekê řazî bûnî babim û dûr kewtinewe le yarêk ke be hîç barêkda destim pê řanaga û dûhem hewałetî biraderekem. degeł es’ed le îsakendewe çûyne wiştepey xwar bokan, ke «mela ḧemedemînî ḧacî melay turcanî» derisbêjî ewê bû.

ewsake le her kwê emnyey dewłet tûşî kesêk ban cilî kurdî ba, cilyan desûtand û pûłyan lê destand. feqê le tirsan her be şew seferyan dekird. lay berebeyan geyştîne wiştepe; ke sê feqêy tirîşî lê hebûn. çêştengaw mamostaman dît û daway damezranman kird. gutî: es’ed ke birazame ba lêre bê û ew feqêyem -mebestî min bû- nawê; ba biřwa. zorim dił be xom sûta. mamosta gutî: bełam emşew mîwanî min û sibey biřo!

şew le małî mamosta -ke nanman xward- bas hate ser leẍez û mu’emma. lêreda baw bawî min bû. le mu’emma ḧel kirdinda le hewałanim çêtir bûm. beyanî mamosta fermûy: toş her bimênewe. to be terḧ û dîdar zor gêj û nazîrek hatîye ber çawim; bełam wadyare wek dyar dekey wa nît!

lay ew destim kird be «şerḧî syûtî» le ser «elfîyey îbnumalk»; ke řêzmanî ’arebîye. dersî edebyatî farsî û ḧîsab û înşayşî fêr dekirdim. ewendeş nêwanman xoş bû ke her nebêtewe. beřastî qet tûşî mudeřîsî ewende řûḧsûk û bêde’îye nebûm. feqê le hemû cêyan ḧezyan le çarey mamostay gewre nedehat; ḧezyan dekird cige le wextî ders, çawyan pêy nekewê û be azadî gep û gałtey xoyan biken; bełam ew mamostaye hewałî gałte û gepîşman bû. xoy le ême be zyadtir nedazanî. tenanet le şeřeşeq û zirme zilîtaney derewey ḧucreşda beşdarî dekirdîn. xwaxwaman bû şewanî sêşeme û cum’e le nawmanda bê û le gep û gałteda yarîman bika.

tenbełî le xwêndinda kirasêk bû be bejnim biřabû. ser le hewełewe, be mindałî çon bûm be mû lam nedabû; bełam bîrim zor tîj bû. her çîm bîstaye des becê le berim dekird. sed beytim le elfîye xwêndibû, qet serim nedabowe. řojêk mamosta gutî: bom bixiwênewe bizanim lebertin? gutim: êware bot dexwênmewe. gutî: dezanim her emřo leberit kirdûn, beřastî le to tenbełtir û bezeyntirim nedîwe!

mamosta le nwêj û tełqînî mirdû zor bêzar bû; minî denar ke ew kare le cyatyan bikem. minîş lew bêzartir bûm. řojêk mirduwêk mirdubû; řamkird lewberî bendî wiştepe, le naw daranda milim le dewr kirdinewe na. dîtim mamosta çaw degêřê; dîtmîyewe. gutî: řûřeş! dezanim le nwêj û tełqîn xot dizîwetewe. biřo ew mirduwe segbabem le koł kewe! naçar çûme qebiristan;

- qurban! eme çîye?

- kuřim! eme tełqîne. (mela dyar nebû) minîş melam, nwêj le mirdû dekem û tełqîn dexwênim.

tełqîneke nûsrabû: «ya ’ibdeyalilh». gutim: ewe çîye? ke dalekey hem serî heye, hem jêr?

- ha, ewe to nayzanî. eger mirdû pyaw bê, dełêm: «ya عبدەالله», eger jin bê dełêm: «ya ’ibdyalilh»!

hatmewe gutim: mamosta mizgênîm deye! melayek le dêda heye be quleqapeşî řanagey! necatman bû! bom gêřawe; zorî keyf pê hat!