wîfqî çwargoşey naw betał

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1022 views

şewêk le hawînda dû mîwanî mamosta hebûn, yekyan mela ’elî ḧemamyan û melayekî tirîş be nawî mela eḧmedî semmeyî. leber heywanî mizgewt kořman bestibû. mela ’elî basî nuşte û wîfqî dekird ke zor bekarin, mela eḧmed deygut xirafat û diron. mela ’elî deygut: min wîfqî çwar goşey nawbetał dezanim, detwanim hemû karêkî pê bikem. mela emḧed gutî: - axir mamosta gyan, min dû sał her dersî wîfqim le xizme xot xwênd ke ew wîfqeşt fêr kirdim. carêk le paş lêkdanewe û ḧîsab, nawî mela’îketêkî lê derçû: «bî muze ẍî ẍî ta şazde ẍîw la’îłêk» axir çon xwa le ême nazîrektire ke nawman nirawe: ’elî, eḧmed, bayz, sware, sûk û xoş leser ziman. xuda nawî nedîwetewe le mela’îketî xoy binê, îlla wa dirêj?!

damane pêkenîn û kîşe xelas bû.