bestinî seyîd ’ewłiła şête

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  914 views

le wiştepe awman le bîrêkî zor quł be setił û gurîs hełdekêşa. carêk lew aw hełêncane qirçe le piştimewe hat û piştim kuř bowe û janî zor giranî dekird. şiksitebendêk le dêda boy hênamewe cê û çend řojan leser cê kewtim.

seyd ’ewła şêteyek hebû mesxerey aẍayan bû. kiçêkî le wiştepe xwast, hate ḧucre ke biçîn marey keyn. gutman ḧeqî marebřanet nehênawe. swêndî xward ke mawey bideyn ta deçête bokan dû kelleqend û topêk ketanî mêzerman bo dênê. gutim: «xot dezanî bestin heye, eger diro bikey detbestim». îtir diroy kird û pêman pêdekenî ke destî biřîwîn. minîş demgut bestûmî. şewî zawayî bestirabû. hawaryan bo hênayn cwabman nedanewe. hawarî bo aẍa birdibû, nardî be şwênma û gutî: «min ewa pênç kelle qend û dû top ketantan dedemê bîkenewe». hatmewe ḧucre û xeberman daye kirawetewe. kabra bû be zawa. desa baweř ke ne bestibûman û ne hîç, bełam tirsekey way beser hênabû.