kasbî le bokan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  939 views

debwaye le bokan kasbî peyda kem û jinîş bênim û be bêwemêrdî nemênmewe. bełam awatim pêk hat ke birakanim binêrme medrese. êstaş girêy ser diłme ke boçî xuşkim nenard û bo xoşim pêm nexwênd? çunke ta êsta nek her le xanewadey xoman, bigre le laweş ênsanî ewende zîrekim nedîwe. bełê ’eqiłim wa bû ke nabê jin bixiwênê; zor bedaxewem...

bo basî kasbî û sermaye hawarim bo kake řeḧmanî ḧacî bayraẍa bird, pêncised timenî da ke kasbî pêwe bikem. degeł kuřêkda bûyne şerîk û heta çil timenman zerer kird, kilkî wiştir geyşte ’erzî. bepele qerzekey řeḧmanim geřandewe neweka tûşî zyanî zortir bim.