bar kirdin le tereẍe û hatne bokan

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  1010 views

boxom dersim be bira giçke û biray giçketirim degut. bełam zor zeḧmete mindałêk be taqî tenya zewqî leser xwêndin bê. bîrim zor lê dekirdewe ke ew birayanem amanetî babmin û le mil mindan. eger nexwêndewar derçin min xeyanetim be amanet kirduwe. zorîş giran bû dest le jyanî ladê ke degełî řahatbûm berdem û biçme şar ke hîç le kasbî şar serim dernaçê. axrî lê biřam ke herçî debê ba bibê, tenya birakanim bitwanin bixiwênin. le piř qerarî xom da. małatekem sercem firoşt û hatme bokan. xanwêkî putekey pîsekey le lay serwî mizgewt û beranber be ḧewzî bokanim mangê be sê timen be kirê girt ke ḧewşokêk û nawmałêk û wetaẍêk bû. paş maweyek be ḧewsed timenim kiřî û xanwêkî şarî sabłaẍim da be heşt sed timen û qîmetekem bijard.