řadyo

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  1002 views

le tewrêz řadyoy pêşewerî hebû. biřyar dirabû řojê nîw se’at êmeş qisey leser bikeyn û bernamey taybetî xoman hebê. min bo ew kare çûme tewrêz. wetaẍêkim le małî şazde xanmî mîrpenc bekirê girt. şewane ta nîweşew, řojane her le beyanewe ta nwêjî şêwan betenya xerîkî bername nîw se’atîyeke debûm û deçûm demxiwêndewe. pazde řoj ew karem kird. řojêk hatin be tirumbîlêkewe û birdyanme ała qapû (nişîmenî pîşewerî), ke çûm pîşewerî lewê bû.

pîşewerî gutî: ême nazanîn to çi dexwênîyewe; pêwîste bernameket terceme bikey û ême bîbînîn.

gutim: min wemzanî bernamey xomane, eger bernamey êwe bê min karî lê nakem.

gutî: axir nazanî her çarege se’atey sî timen ḧiqûqî gûyendeye?!

gutim: min le mu’ameley xom zor peyda dekem, ew kare be kesêkî tir bispêrin.

îtir taze neçûme řadyo tewrêz. her lew ser û bendeda numayşinamey «arşîn mał ałan»m kirde kurdî û şazde xanim ke turkî baş dezanî yarîdey dekirdim. bełam fewta û nehate ser şano.

bo dûhem car pîşewerîm dît. manořî hêzî azerbaycan le nizîk tewrêz bû; pêşewa minîşî degeł xoy bird. le demî nîweřoje xwardinda, min şî’rêkim derbarey birayetî kurd û azerbaycanî xwêndewe. ke bo pêşeweryan terceme dekird. belayewe xoş hat; lîwanêk abcoy be destî xoy bo hênam; werim negirt ke ’adetim be meşrûb nîye. ḧemeḧusên xan lêm tûře bû ke çon le destî pîşewerî wernagrê? bełam faydey nebû, werim negirt.

«ḧemeḧusên xan» kuřî «seyfî qazî» û amozay pêşewa bû. pyawêkî sûrhulî zor zelamî çawzeq û beheybet bû. ta xwa ḧez ka kurdêkî diłsoz bû. kirabuwe fermandey hêzî çekdarî komełe. beřastî le hîç şitê nedetirsa. řojêk le tewrêz xonwandinî leşkirî fîda’yanî pîşewerî le tewrêz bû. pîşewerî pirsîbûy: «pêt çone?», gutbûy: «wek komełe jinêkî ḧîzim dêne berçaw ke bermuryan tifengî biřnoye. bergey de kes kurdî çekdar nagirin!». em qise herayekî nayewe û pîşewerî zor tûře kirdibû. ke degeł pêşewaş î’dam kira, tenanet řojnamey leşkirî dujmin (atiş) nusîbûy: (pyawî wa netirs her nabêtewe, dû car petî sêdare piçřa, bełam ew be dengî berz her deyneřand: «bijî kurd û kurdistan, kurdistan her azad dekirê» û lew qise bê manayaney dekird...).

le nexoşxaney sabłaẍ kewtibûm. ke hatme der gutyan kirawye berpirsî teblîẍat. serperiştî řojnamey «kurdistan» û řadyo çikolekemanim dekird. dû yarîdem bo dyarî kirabû. mindałêkî turkî xoyî ke temenî pazde û şazde debû, jûrî karî bo xawên dekirdînewe.

min ke ladêyyek bûm hemîşe le xełkî şaristan û nexwaze ewaney ke zor kok û poşte bûn û ’eynekyan befîz leçaw dekird şerim deygirtim û zor lexom be zyatir dezanî ke yekêk le yarîderekanim be nawî «’elî xusrewî» lewane bû.

řojêk meqalêkim nusîbû, gutim: kake ’elî zeḧmet nebê pakniwîsî ke.

timaşay kird û gutî: nayzanim!

gutim: her şikił nûsî bike bese.

gutî: natwanim!

be mindałe turkekem gut: to çonî?

gutî: xetim xoşe, kurdî nazanim, bełam wat bo şikił nûs dekem be nuxte ferqî nebê.

řastî kird. îtir heybet û samî cilî taze û fişufołim leber çaw nema.

lew karemda nameyekim le tewrêzewe bo hat, ke debê le hemû azerbaycanda awa teblîẍat bikirê. le daxan le ser paketekem tûsîyewe: «tirkî nazanim» û bom nardinewe. dway çend řojêk pêşewa lomey kirdim. femûy: «bew kare mindałaneyet kêşeyekit bo saz kirdûyn». gutim: «min xom be kurdistanî dezanim û lam wa nîye kilkî azerbaycanîn». pêşewa gutî wam nezanîbû. ewîş gaznide nameyekî nûsî. ewan ’uzryan lê xwastînewe ke sehuyan kirduwe!

biřyar dira ke ême û azerbaycanî legeł dewłetda bikewîne wituwêjî pêk hatin. «ḧacî baba şêx», «menafî kerîmî» û minyan narde seqiz. nwênerî azerbaycanîş hatin ke degeł «řezmara» qise bikeyn. zebîḧî û sedrul’îslamîş dwaye hatne laman. pêk hatin ke dewłet bane û serdeşt û tikab çoł bika, pîşewerîş zengan be cê bêłê. ta ew kareş dekirê řêge bidrê ke azûqe bo leşkirî bane binêrin û kurd řêgey lê negirin. karwanî azûqe debwaye be agadarî min û degeł min biçê û min û zebîḧî çawman le barkirdinî bê; neweku çekî şeřî têdabê. beyanî gutyan wa bar ḧazre, were biřo. ke dîtman tirombîl bar kirawin û nîşanman nedrawin. zebîḧî û min pêman dagirt ke ta naweřokî bar nebînîn qibûł nakeyn. paş çeqqey zor, sedrul’îslam ke biray pêşewa û serokî wituwêjkeran bû, gutî: «bar çîyan têda nîye cige le azûqey xwardemenî û min emir dekem ke neypişkinin». naçar bo emir milim danewand. degeł baran çûme bane û le małî efserêk be nawî «sitwan řenicber» damezrêndiram. min xewtibûm telefon le sitwan dekira, le cwabêkda gutî: bełê tankêkyan denaw baranda hênawe. zanîm xeyanetêkî gewre be destî min pêk hatuwe û xeta le sedrul’îslam buwe. daxî ewem dexward ke boçî le řêge dem karwanem be pêşmerge be řût kirdin nedawe û deşmitiwanî.