awřêk bo dwawe
gutim le seretay çûne ḧucre û dersî gułistanewe degeł zebîḧî bûme aşna. ca çunke babî ew degeł babim herdûk mirîdî burhan bûn û nêwanyan xoş bû, êmeş pêkewe hogirman girtibû. herçend ewyan birdibuwe medresey dewłetî û min feqêley mizgewt bûm. bełam le katî berhełdayîda pêkewe degeřayn. herwa tozêk le xwêndinewe řahatîn, milman le konektêban na û nuşte û cadûy konektêban zorî serinc řakêşayn. çon mis bikeyne zêř, çon sike lê deyn, çon wa pikeyn xewn be xezênewe bibînîn... le bezmî sikelêdanda dû şitî seyrim dête bîr: qałbêkî sikelêdanman le kitêbêkewe şikił kêşa û çûyne lay pîremêrdêkî tenekesaz ke boman dirust ka.
kabra pirsî: bo çîtane?
gutman: boxoman gałtey pê dekeyn.
gutî: řołe gyan dezanim bo çîtane, werin mamî xotan bikene şerîk! penca sałe ḧewlî le dû dedem, botan dirust dekem û xizmetîştan dekem!
her wirde wirde gerimtir dadehat, kewtibuwe pele û lirfewe, areqî derdabû:
- mamtan be qurbantan, bimkene şerîk!
her hêndeman bo kira řakeyn û waz le kareke bênîn!
carêkî tir le kitêbe peřpûtêkda nawî derîçe û bote û giłeboteman berçaw hat ke bo sike lêdan deşê û zêřînger heyane. pîre cûlekeyekî zêřîngerî borî çiłkinman le goşey dûkanêkî tarîkî terîkda peyda kird. her gutman giłebote, destî kird be pařanewe, gutî:
- êwe meşşaqî deken, min xizmetkarim, çîtan dewê botan dekem, bimkene şerîk!
hay be kilkî xêwî! xo hêşta neřêsrawe û nepêçrawe şeqqey dê! zor zû le çingî ewîş hełatîn û taze nemanwêra basî bikeynewe. boxoman be dizîyewe herçonêk bû qałbêkî wek berge şemçeman lêkda û piřman kird le quřî xołemêş û dû qiřanîyekî zîwman têda cê kirdiwewe. qełayîman le ser miqełî polû be fû -ke hemû şewîlkiman gořabû- twandewe be sermanda kird. xwa be sertî nehênê, qełayî be dû qiřanîyewe nûsa û êsta û êstaş berî neda û le batî qazanc zererman kird!
be gewreyî bîrim lewe dekirdewe: başe ewa ême mindał û kał bûyn, axir ew dû pîremêrde bo debê hênde ker bin ke leber dû mindałoke bipařênewe ew şitey xoyan nayzanin fêrî ewanî ken?!
du’ayekim des kewt; nûsrabû: «şewêk ceẍzêk le ser xoł bikêşe, çil car sûretî «ya ayha alimzimّli» leber û zor be řewanî bixiwêne,, le mabeynî her carêk xwêndinî sûretda em du’aye leber bixiwêne, cindoke deyanewê bittirsênin, kêwêk be muwêk hełwasraw leser serit řadegirin. xoyan dekene şêr, hêrişt bo dênin, nekey bitirsî. her yek ḧerift lê ẍełet bê waweylaye, demrî û gunaḧî xot leser xot. eger lew ezmûne serkewtî û çil careket tewaw kird, cindokeyek debête nokerit, herçî biłêy pêkî dênêt...».
ay ke çend şitî çake! şerte pêy dełêm kiçî qaqanî çînêm bo bênê! xo zêř zîw her basî nakirê! nemewîst zibîḧî bikeme şerîk, pêm negut. çend řojan sûret û du’am wek aw leber kird. şew le paş małnûstinan be dizîyewe çûme wetaẍêkî lay dirgaman ke jûrî mîwanan bû. beře û ḧesîrim labird, ceẍzim kêşa û berew qîble milim na le wirte wirit. xwêndin le bîst car têpeřî û dengî pê hat. çawim ke çûqandibû hełminehêna û gutim ba cindoke bên minetyan nebê, min natirsim. teqey pê nizîkewe bû, dengî kutanî goçanîş dehat. gwêm le henaseyek bû. nexêr bixiwênewe û řameweste. lepiř zor beqew goçanêkim wepişt mil kewt û cinêwî babmî bedû da:
- mel’ûn ewe xerîkî sîḧrî?!
her le pencerewe xom hawîşt û hełê emma hełê! babim le dergay ḧewşewe bangî kird:
- carêkî tir netbînmewe!
be hezar giryan û pařanewe řagîramewe û îtir wazim le cindoke û kiçî qaqanî çînîş hêna!
kurtî bibřimewe: peře şiřeyekim dedît û şitêkî lem babetî sîḧir û cadwane têdabû, lam wabû řaste. bełam xawenekanyan ewende be segîyetî nûsîbûyan ke mepirse: «mêşkî mêşûle û hêlkey mêrûle têkeł ke û çawtî pê biřêje, cindoke debînî»; «kîseł de xwênî pepûsîmaneda bikułêne, êskêk ser aw dekewê, widmî heye û bextewer debî».
le xaneqa ḧacî ’ebdułłay kuřî gewrey şêxî burhan be pîrî wek minî mindał bîrî dekirdewe. biřyarî dabû eger le sayey nuştewe xezêne peyda ka, beşim bida. řoj nebû bo peydakirdinî şitî le ’eqił bedûr nemxate bêgarewe, tewaw werezî kirdibûm. řojêk gutî:
- biço pêstî leber taw sipî bûy kîseł mirdûm bo peyda ke, awî hendebaşim bo bêne du’ay lê denûsim, de milî kełebabêkî řeng şînî bê xałî dekem û řojî cum’e berî dedem, lekwê nîştewe xezêney têdaye.
gutim: hendeba çîye?
gutî: pêm waye tirozîye!
gutim: qurban, eger sîḧreke be kîrî ker le piştî kîsełî binûsî baştire!
îtir xoy lê tûře kirdim û le xezêneş bêbeş kiram, ke ewîş her wek min dem le pûş ma.
degeł zebîḧî dûbedû zimanêkman dirust kirdibû ke têk degeyştîn û kes têman nedegeyşit. řojêk ke bew zimane qiseman dekird, kabrayek gwêy lê bû, řûy kirde kabrayekî dî û gutî:
-axir boçî axir zeman nîye? ew segbabane be zimanî cûlekan qise deken, de biłê le kwêy fêr bûn?!