ser’emeleyî le kût û...

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 12 minutes  998 views

be hoy dijayetî dewłet û xopêşandanî sałî 1948 gutyan debê şî’e û sunnî bibne bira. kamyonêkî zor leber baregay ẍews řagîrabû. herayan dekird: «kê dête necef?». hezar řûte û pûte û lat xoyan tê dexzand û deyangut piław dexoyn. serkirde mela teha nawêk bû; gutim ḧez dekem bêm; lay şofêr degeł xoy swarî kirdim. xom le piław dizîyewe; çûme utêl, çûme zyaretî îmam ’elî. le kabray xawen utêlim pirsî: «le wiłatî ême dełên îmam le seremergida fermûye memnêjin ta dên demben. ’arebêk be wiştirêkî sipî çaw řeşewe hatuwe termî birduwe û kes nazanê qebrî le kwêye». kabra pêkenî gutî: «bibexşe dyare le wiłatî keranewe hatûy! îmam le kûfe mirduwe, hênawyanete ew tepke sêław neygirêtewe necef yanî tepołke».

meḧmûd eḧmedî aşnakey silêmanîm neqił kirabuwe beẍda û le îdarey amûziş û perwerişda deftirdar bû, gutî: «nameyekit bo denûsim biço kût; lewê karit dedenê». namem da be muhendisêkî kurd ke nawî nûrî bû (nawî babîşim lebîr nemawe). şayanî base ke le beẍdawe geyştime kût û le garaj dabezîm kelupelekem dizra, zorî bo geřayn dîtmanewe; bełam ketrî ça lênanim her fewta û zorim xem bo xward. muhendîs gutî: emşew degeł baẍçewaneke be, sibey fikirêkit bo dekemewe. muhendîs çend mîwanêkî be simêł û lûsî hebûn, bezmyan bû. dû masîyan dabû be baẍçewan bîbirjênê. masî leser agir bûn, baẍçewan gutî: nwêj dekem agat lê bin çeqeł neyanba. le nwêj xelas bû, becêm hêşt. kirdîye hera: «ay çeqeł birdî!». pêm seyr bû le naw şarda çeqeł masî berê.

beyanî muhendîs nardimîye lay çend karmendêk ke degełyan bijîm. maweyek mamewe. (kût)ewsa şarêkî zor pîs û poxił û le şar nedeçû. tenya kabrayek řojnamey beẍday dêna û le qawexane bekirêy deda; tewaw çwar xetit nedexwêndewe deysandewe û deyda be yekî tir. lekwê nan bixom? karmendekan birdimyane naw bazař çêştixaneyekyan nîşan dam ke «ême abûneyn, mangî çwar dînar dedeyn û herçî bimanewê û kabra heybê dû ceme dexoyn», bûme abune. sînemaş hebû, her be dû řoj fîlim degořa.

řojane bêkar û weřez debûm, deçûme ser sedî(ẍeřaf) seyrî masyan û qułkey masîgrîm dekird û pêy dexafłam. řojêk çawim lê bû ’erebêk berew kût dehat. buxçeyekî debin hengiłda bû, geyşte ser pirdî sed, danîşt cûtê kewşî le buxçe derêna, xawênî kirdewe û kirdîye pay û hesta. wek jine ladêyyek ke taze pajne berz depê deka, her tilawtilî bû. kirdî û neykird neytiwanî biřwa. danîşt û daykend û nayewe naw buxçe û be pêxwasî řûy le şar na.

xopîşandan dijî sałḧ cebir le kûtîş berdewam bû. deřoyn û be têkřayî deyangut: «bikewê! bikewê!» ’arebêkî řûtî pêxwas ke le kenarewe wêstabû çend car hawarî kird:

«ya xwa bikewê! deba bikewê!».

pirsîm: mame çî bikewê?

- dînar bikewê û min hełîgirmewe!

le kût degeł kurdêkî koyî û ’arebêkî kurdîzanî baş bûme aşna û xoşim lê dehatin. kurdeke nawî eḧmed ḧewêzî û ’arebeke nawî xalîd bû.

řojêk muhendîs gutî detnêrme (bedre) yan (cesan) karman heye. baẍçewaneke têygeyandim ke ew dû şare awyan swêre û hewayan zor pîse, gutim naçim.

- deçîye nu’manye?

kabra çawî lê dagirtim, gutim bełê deçim. degeł bennayek û dartaşêkda çûme nu’manye ke îdarey polîs te’mîr keynewe û min ser’emele bim. bîst fe’leyekî ’erebî deştekîm teslîm kira û desman be kar kird. be qanûn debwaye kirêkar řojaney le çarege dînarêk kemtir nebê û heşt se’at kar bika, bełam ’areb gutenî: «kê debye û kê dexwênêtewe?»; fe’le dwazde se’at karî pê dekira û kirêyan řojane sê pencayî bû. her wa dway yek-dû řoj hestim kird kirêkarekan sirte deken û le min deřwanin.

- bira ewe dełên çî?

- dełên ew kabraye hîç le ser’emeleyî nazanê, ewanî pêş to qisey xoşyan «segî kuřî seg» û «qaḧbe dayk» bû, to hîç cinêwman pê nadey; cige le karî dewłet karî xotman pê nakey, pêman seyre...

min û benna û dartaş le wetaẍêkî çikołeda dejyayn; kirêkarîş le jûrêkî zor berfirewanda ke ’enbarî gêç û sîmanîş bû denûstin. her le bere beyanewe ta tarîkan denaw toz û xołda hełdesûřayn. nîweřoyan se’atêk wiçanî fa’lan bû. darûcanî naw birinc be bar le kût defroşra. fa’lekan darucanyan dekřî û be berd deyankuta û leser tenekeyekî řeş be agirî koneqamîş deyankirde sewłe û deyanxiward; ke wek zehrî mar tał bû.

řojêk bexşidarî şar hat gutî: eger hêndêk małekem te’mîr kenewe memnûn debim, gutim: başe wextêkit bo dedzim. pyawêkî zor nask û hêmin û xełkî necef bû, wîstî necabet binwênê, be ’emeleyekî gut: tozêk lew naney xotim deye, gutim mexo. nexêr, werîgirt û naye demî; desbecê tifî kirdewe û gutî: tałe, naxurê. çawim lê bû firmêskî de çaw tiza, milî na le cwêndan bew dewłete dewłemendey xawen newt û dahatey ’êraq ke hêşta zorbey deştekî ’êraqî natwanin hîç nebê nanî co bixon û pena be darûcan deben.

sibey ew řoje kirêkarim birde małekey. bo nîweřo goşt qelemûn û xorişt û piławî zorî daynê. gutim: «cenab bedbextit kirdin; ta çend řoj tam le darûcanekeyan naken û taze ta mirdinîş cemêkî wa meger dexewn bibînin...».

řojêk dîtim bo kirêkarêkî pîrî kołkêş xîzî zor tê deken, gutim: «xatrî ew pîre bigirin, barî zor giran meken». lew řojewe bûme muqeddesyan û zor be dił karyan dekird ke lêyan neřencêm û řojê bîst car basî řuḧim kirdinekemyan bo yektir degêřawe.

řojêk kirêkarekan gutyan karman be qebeł bo danê, zûtir merexsiman ke ke cêjne dekeyn. karî xoyan be zyadewe kird û se’at çwar gutim biçin. paş tawêk geřamewe xurmay zehdîyan le pêş bû. gutim: «xurmay zehdî kîloy be çwar fils bo cêjin kirdin nabê; êwe firîwtan dawim», yekyan gutî: «çon nabê? be îmam ḧusên swênde ke sałêke dimim lê nedawe. sed û penca fils bo jin û małim xerc kem yan xurma bikiřim?!».

şewêk baran bû, degeł dartaş û benna be çiragaz çûyne şewarey kotran le tewîle konêkî îdarey polîs; çwar kotirman girt. dartaş gutî: kirêkar dênim pêy ça dekem.

- dû kotrî bideye!

- kotrî çî?

min řazî nîm bêgar biken.

- bira to natewê zor řazî bin û keyfyan saz bê? de biřwane...

«bedir» nawêkî le kirêkarekan hêna, pakî kirdin. le nirxî mandûbûnî, ser û pê û řîxołey kotrekanî bird û her hełdepeřî. çûm le kunêkewe xom lê girtin, yek deygut: «kone qamîş bisûtênîn serkarger tûře debê», ewanî tir deyangut: «pyawî çake demanbexşê». gutim: «bisûtênin bizanim çi deken?». laqe kotryan kewł kirdibû, serekanyan pak kirdibûn, řîxołeyan şuştibowe, xistibûyane ser tenekeyek û nabûyane ser agir û her bîstyan wêkřa le xoşyan goranyan degut û çepłeyan lê deda.

mindiłêkî şazde sałe degeł kirêkaran bû. êwareyek bawkî hat û degrya û kuřekeş girya: «çon pêtan negutûm?». biray çikołey mirdibû; naştibûyan taze xeberyan dedaye. ke min lomey babîm kird, gutî: «detirsam to îcazey nedey û karekey le dest biçê...».

řojêk wek hemû řojan paş kar çûme mizgewtî sunnî ke nizîkman bû dem û çaw bişom. ew şare çwar mał sunnî û melayekî lê bû, karubarî mułkî padşayan beřêwe debird.

lew demeda yekêk le melakey pirsî:

- mamosta şî’eş wek ême musłimanin?

- bełê kuřim ewîş wek êmen.

gutim: ustad mefermû wek êmen, bifermû ewanîş dînêkyan heye!»

mela ke yekêkî dim û çaw awławî kurtebała bû pirsî:

- xełkî kwêy?

- kurdistan.

- ha kerkûk!

- bełê wek kerkûk!

- lekwê denûy?

- le îdarey polîs degeł dû kesan

mela û ewanî tir gutyan nabê lewê bî; were ḧucrey mela, ḧacî ’ebduřeḧmanîş ke micêwre nan û çat bo saz deka.

her ew êware, menceł û qap û qaçaẍ û birînc û řon û zor şitî pêdawîst geyşte mizgewt. ḧacî ketey lêna. ḧacî çi ḧacî? řîşêkî dirêjî dû filîqaney maş û birinc, biłindibała, bêsewad, qet demî řanedewesta, leseryek qisey dekird, tênedegeyştim dełê çî, boxoşî neydezanî çi dełê! qisekanî detgut dêwcamey kewgirtine; her pîney le řengêk û lêkî dedan û deyřist ta xew belayda debirdimewe. meselen deygut: «besra dûre, şiblî pyawî xwa bû, le beẍdaye germaye, mastî gamêş şile, cewahîrul qelayd, bayezîdî bustamî, sedey ẍeraf, ’ebdulqadir fadxilî cennetî...» ,îtir lew qebîle qumaşe le dûy deda. minîş her bo sibey şew defter û mîdadim amade kird herçî deyfermû demnûsî. bezmêkî seyrî lê derçûbû. bedaxewe fewta.

řojane ḧacî kiławêkî lotî çeqoyaney leser dena; hej no awêne û lîzge mûrî pêwe kirdibû, swarî darîk debû be kołananda řimbazênî dekird, deygut hetkî nefse û ewlya wayan kirduwe. sed mindałî wedû dekewt û deyankirde qirîwe. beřastî ḧacî lekin sunnî û şî’ey şar be ewlya nasrabû. şofîran hezar swêndyan dexward ke ḧacî be pê û ewan be tirumbîl řoyştûn, ḧacî depêşda geywete beẍda! ḧacî namey le beẍdawe bo dehatin min bom dexwêndewe. jine wezîr û cê gewre daway nuşteyan lê dekird; de’wetyan dekird ke beseryan katewe; dyar bû le beẍdaş be ewlyay dezanin. nuştekanîşî her xom bom denûsî ke depêşda mela boy nûsîbû.

řojêk le paş kar û çawşutin, be cadeda deçûm tûşî kitêbxaney şar bûm. her çûme jûr kabray kitêbdar yek pê řastewe bû; beẍar awî sard û çay bo hênam; le peyta kitêbî dîna û qurban qurbanî bû. zor lexom diřdong bûm: «em kabraye ke namnasê ew kilkesûtey le çîye? be zimanêkî zor lûs gutî: xêre lêrey?!»

- ser’emelem û kar dekem.

- qurban min tom le «şi’bey xase» dîwe; herçî defermûy deber emirit dam!

kabram bo ker buwe bo deng bikem?! zor direng zanîm «şi’bey xase» be îdarey polîsî siřî dełên. ew kere minî lê gořabû; xirapîş nebû!

şewane deçûme qawexane; tewîleyekî zor dirêj û pan, piř be nîmketî řeqî dirêj, ’eksî cuçk û mirîşîkî îngilîsî, corc û elîzabit, kiçî kafroş û hezar cînciř fînciřî dî be dîwaranda kirabû. nîmket hemû piř debûnewe û debuwe hera û çeqqeyek megîn xwa bizanê.

min ke hîç kesim nedenasî, defter û mîdadêk û xom kirdibuwe xebernîgarî xom. keçełekan, yek çawekan, zig zilekan û lût xwarekanim debjardin, ewcar qisem denûsînewe: «çend masît girt? gamêşt kiřî? taze le beẍda hatmewe, çûme zyaretî kerbela...», herçî deyangut demnûsyewe.

şewêk peymankar hat ke be kirêkarekan biłê bare gêç û xiştî betał ken. çûm pêm gutin: «neçin be bê pûł bîken, daway de dînar biken», gutyan: her bexořayîman kirduwe!

- hetîw řojî dwazde se’at kar deken; şew hî xotane.

karger î’tisabyan kird û kabra naçar gutî şeş dînar dedem, fewren gutyan başe! řanewestan boyan zyad kirê. peymankar zorî řiq le min hełgirtibû. řojêk řîze xiştim debjard, gutim: çendin?

- dwazde hezar.

- nexêr ewende nîn.

qîřandî: «to dujminayetîm degeł dekey! pûłêkî na gîrfanmewe, pûłekem dayewe, gutim: «şazde hezare û çwar hezarit lebîr çuwe. bertîlim medeye û heqî kargeranîş mexo».

karman tewaw kird. muhendîs hat gutî: «le ḧîsabê ke min kirdûme ḧewt hezar dînar le pêşîn; çunke nethêştuwe dizîm lê bikirê. ta êsta ḧiqûqit mangê dwazde dînar buwe, biço beẍda çend wereqêk wergire ta bitwanim bot bikeme hejde dînar». keçî bew ḧałeş derçû ke le îdarey telefonat çil giftigoy nêwan nu’manye û kûtyan zyad leser ḧîsab kirdûyn!

le beẍda karekank kird; wereqey ’edeme meḧkûmîyetim mabû, şeş řoj her deçûm, komełêk efserî derecedarî gewre dyangut sibey werewe. řojî şeşem polîsêk le dirga pirsî: çi bû?

-dełên sibey.

- kake çarege dînarêkim deye.

gurcê řoyşit û wereqey bo hênam. swêndî xward ke tenya sed filsî bew geywe û sê pencayî dawe be efsere zelamekan.