becêman dêłê!

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  967 views

le beḧnes pêçewaney bîmaristananî tir, nexoşê ke ḧałî zor şiř ba û humêd be çabûnewey nemaba, řep û řewan pêyan degut biçorewe małe xot; to zor najî. carêk le serdanda be minî gut:

- to biçowe lay kesukarit.

- duktur hîç kesim nîye û le ’êraq ẍerîbtirim ta lubnan, lat waye demirim?

- bexwa herçî bot dekem ḧereket nakey; lam waye becêman dêłî...

- duktur biłê ça nabî; mefermû ḧereket nakey. çunke berew paş geřaneweş her ḧerekete. wa min beẍar berew mirdin pel debim...

timaşayekî kirdim:

- tom pê şitêkî seyre, ca meger ew hêzî diłet de hawarit bê...

be aşkira ḧukmî î’damim dira. qet nemdîwe duktur bo kes diro bika. bełê demirim. lam waye mawey de deqîqeyek tasam. tarmayîy ’îzrayîl dehate ber çawim; wexte biłêm gwêm le fiřey bałî debû. lepiř hoşim hatewe ber: «heyaran min nizîkey sî sałe dejîm; jyan her ew şeřeşeq û ker bazařeye ke dîwme. be ciḧêłî ew hemû derdem dît; be pîrî degeme kwê? sînemaye; timaşay xot kirduwe; becêy bêłe û xemî pê nawê. bes nîye le xem řizgar debê...». hatmewe serḧał û milim le gałte û gepî xom nayewe. wek ne bam pêda hatbê û ne baran û hatmewe ser deqî caran. şeş řoj dermanyan nedamê. gutim:  «duktur to hîç nebê beqestîş bê şitêkim bo binûse ba pêy bixłafêm». dermanyan bom nûsîmewe.

ewaney hatbûne ew nexoşxane, feqîr û dewłemend, yan partîyekyan hebû yan zoryan zimanlûsî degeł masêran dekird û karî xoyan pêk dêna. min kesim nebû; neşmidetwanî leber pîrêjne feransîyan mil keç kem û xom şîrîn kem. masêr suzanêk hebû zor tûře û zimanşiř; xoşî nedewîstim. řojêk dermanim bo nûsrabû, neydamê. zorim dił bexom sûta. nameyekim bo duktur ḧebîb nûsî; şî’rî şa’îrêkim le serewe dana ke bo «me’nî binî za’îd»y nûsîwe, dełê: «ey bexşindeyî me’in, derbarey min sirteyek degeł me’in bike, cige le to hîç tikakarêkim nîye». le basî êranî bûn û çonîyetî hatnim le ’êraqewe bo lubnan, çon buwe têmgeyand. nûsîşim ne partîm heye, ne diłim biřwa deda leber pîrêjnan řyayî bikem. ba însanîyetî xot tikakarim bê... kaẍezekey xwêndewe, naye gîrfanî û řoyşit. hatin gutyan duktur le wetaẍî xoy toy dewê. lay xoy cêgey nişan dam. gutî: «bira min debme kesukarit, ḧebêk taze peyda buwe dewłetî ’êraq nayda be feqîran çunke zor girane û hezarî be şeşsed lîrey lubnane û řojane debê bîst û çwar daney bixurê. bo tebeqey sê heta biłêy zore. min lewan degêřmewe û detdemê». be dû hezar ḧeb le xeter řexsam û řoj be řoj le çakî bûm.

awderhênan le xałîgemewe řyey řastî hełqirçandim û perdeyekî wek êsk û le êsk řeqtir be serda kêşa û şanî xwar kirdim û êstaş ke şanim wek terazûy leng tawtaye, asewarî ewsaye û lewsawe tenya sîyekim kar deka.