tûşî sîl bûn û çûn bo «beḧnes»
le se’at pêncî beyanewe ta dwazdey nîmeşew le germay çil û heşt û penca dereceda, le dûkanda be pêwe û be tenya řamdebward. xwardinî beyanî û nîweřom nan û şerbet bû. zor lawaz bibûm; řemezanîşim girt, lepiř nexoş kewtim. çûme bîmaristanî (mecîdye). paş ḧew řoj bê ewe ça bim gutyan biřo. tomez sîlme û pêyan negutûm. yermya gutî: karêkî başim bo leser keştî nêwan decle peyda kirdûy. dûkanekey bo firoştim; paş qerizdanewe heşta dînarim bo mayewe. řoj be řoj xiraptir debûm. ’umer debabey koyî le teref ḧîzbî partewe hat ke ême agaman lêt debê. řojane deybirdime lay duktur necîb meḧmûd nawêk, derzî û dermanî bo denûsîm. her nusxeyekî deynûsî hîç darûxaneyek neybû cige le yek darûxane. zorîş girancan bû. dwayî pêman zanî ke em dukture xawenî darûxanekeşe û dermanan be nawêkî nihênî denûsê, kes serî lê dernaka. îcazey çûne lubnanî sîldaranîş be dest ew bû. ta nexoş qiranêkî dema neydehêşt le dest derçê!
geyştime řadeyek xwên deřşamewe û çawim kemî dedît. birdyanme utêlêk, řayankêşam û be koł deyanbirdimewe ser ḧekîm. kake zyadî kuřî ḧeme’aẍay koye, ke zor kurdêkî diłsoz bû, cige lewe ke xercî utêl û dermanî xistibuwe serxoy, ḧewlî deda bimnêrne lubnan.
ba eweşim lebîr neçê: lew katewe ke hatbûme dîwî ’êraq tenya sê car şî’irim gutbû. yekyanim le pişt ’eksêk degeł sidîq ḧeyderî nûsî ke seretakey: «be derbederî yan le małî xom...» û cwabêkî namey be şî’rî qizłicî û lew utêleş: «bo kêlî qebrekem» û «xoşî dwaroj».
’elî ḧeyder suleyman, ke kurdêk bû, bibuwe wezîrî leşsaẍî. bo xatrî kake zyad cêgey bo girtim û be pesaport nardimîye asayşgay (beḧnes) le çyay lubnan leser ḧîsabî ḧikûmet. ber lewe biřom, naw małekem da be ’ezîzî nanewa; ke bêmał nemênê û karî çapxanekey bika.
hêndêk xawlî û mawlî û espabî seferim le çemedanêk na û bilîtî qetarî beẍda estembûłim ta ḧełeb biřî û şew řeşîd qadir nawêk ke danişcûy ḧiqûq bû birdimye ser qetar û le derece sê damezram. řeşîd le korîdorî qetar kabrayekî řûtekey dwand; řoyşit û bilîtêkî qetarî bo hêna. gutî: «ewe mela şerîf bû ke serokî ḧîzbî komonîstî ’êraqe, deyewîst be qaçaẍ sefer bika; řazî nebû bilîtî ta musłî bo bikiřim. dełê demewê řîsk bikem! bilîtî ta tikirîtim bo kiřî!».
qetar geyşte(telkoçer)ke leser sinûrî sûryaye. debwaye efserî sûrî teslîmî wergirin û le şarî (nuseybîn)turkî beser řabgen. paş nîweřo bû dayanbezandîn ke seyrî pesaportan biken. pasportî min sîldar û bîmaristanî sîlî lê nûsrabû. gutyan debê dû řoj řawestî be qetarî barî biřoy û sîldar bew qetare memnû’e.
- ay bîken be xatrî xuda, min ewa leser mirdinim; çon lêre lew seḧraye dejîm? hêzî manewem nîye.
behrey neda. bełam le tawan hawarim bo her kesî tûşî bam debird. ciḧêłêk be kurdî gutî: kurdî?
- bełê.
- dadey pasporteket, bizanim...
werîgirt û řoyşit. paş tawêk hatewe:
- cêbecêm kird, biřo swar be!
axir çon?
- min karmendêkî ’êraqîm le êzge, degeł zorbey efseranî sûrî ke be qetar řadegen aşnam, řazîm kirdin ewan ta nûseybîn bitben û dełên çunke pasporteke be ’arebî nûsrawe hîç efserêkî turk cige le xetî latînî nazanê bixiwênêtewe. detwanê ta ḧełeb biřwa.
- kake min ew yarmetîyey tom kird; toş çakeyek degeł min bike!
- beçawan herçî le destim bê.
- min nawim meḧmûde. birayekim lew bîmaristaneye ke toy bo deçî, nameyek denûsim bîdeye.
- xizmet giran û dawa herzan, her to û name? kwa bêne!
le qetarî em carda «’ebbûd» nawêkî ’arebî xełkî musił û şeş kesî tir, ke dûyan kurdî ḧełebî û dyarbekirî bûn şerîkî řê bûn. wagonî derece sêy qetareke heşt neferî bû. degeł ’ebbûd bûyne aşna. basî telkoçerim bo gêřawe, řwanîye pasportekem, gutî: kuře to wîzey turkanîşt nîye!
- yanî damdebezênin?
- turkî dezanî?
-kemêk.
- kemêk û zorî nawê; bişzanî neçî qisey pê bikey. eger gutyan wîze, peřî pasportyan bo hełdewe. min debme dîlmanicit řizgarit dekem. her pûłêkit pêye bîxe naw gorewît, tenya çwar dînar bêłewe. pûłî zor le xełk destênin, ta degeřêtewe sinûr û deydenewe. min ḧewałey ḧefta hezar lîrey sûrîm le pêçî ’egałekemda şardotewe.
şêst dînarim hebû, penca û şeşim na nêw gorewî. le (nuseybîn) efserî turk be cendirmewe hatne pişkinîn. tewaw êranî xoman webîr hatewe: efser şox û şeng û cil taze, serbaz řût û nîwe pêxwas û pîne be qingewe. efserêk hate wagonekeman:
- wîza!
pesaportim daye.
- dełêm wîza!
peřim hełdanewe:
- ewe de wîzaş pitre!
’ebbûd têy geyand ke zor gêl û bestezmane, neyzanîwe debê wîze wergirê.
- cerîmey dekeyn.
- çend?
- dû lîre.
’ebbûd dû lîrey da, wîzey dira. (lîrey tirk ḧevde filsî ’êraq bû, yanî le çwar qiřan kemtir).
kurdekan degeł xełk û be asayî be turkî dedwan. le qisey xoyaneda ke qaçaẍçî meř firoştin bûn, be kurdî dedwan ta kes neyzanê. kurdêkyan bewî tirî gut: «kiçêkim heye ’umrî heşt sałe ḧewt ziman dezanê: kurdî, turkî, ’erebî, feransî, îtalî, kildanî, yonanî. małekeman le geřekêke piře le hemû mîlletêk, kiçekem le medresey yonanyan deber xwêndin nawe û bote tercimanî hemû cîranekanman».
’ebbûd kubbey musłî pê bû. be zor nanî derxiward dam û hawdemêkî zor xoş bû. pêş nîweřo le ḧełeb dabezîn. le îzge bangyan dekird: «taksî bo bêrût». bilîtekey qetarim diřî û xistime sindûqî zibłewe, çemedanim da be xawen taksîyek ke bimbate bêrût. dîtim ’ebbûd peyda bû. bangî le xawen taksî kird:
- ḧacî ew kuře dostî mine!
ḧacî wek cindokey nawî xwa bibye, be tirs û ’uzirxiwayî çemedanî dagirt û becêy hêştim.
- kwa bilîteket?
- diřandim û fiřêm da.
ẍarî da sindûqeke zibłekey pişkinî, parçey bilîtî dozîyewe. day be bacey îzge û birdimye derê û be faytûnêk degełya çûme utêl.
- kake ’ebbûd bo nethêşt biřom?
- bira ême řefîqî řa bûyn. em xawen taksîyane diz û segbabin; xełk le řêge řût deken. deyannasim, lewanebû toy wa nexoş ke şêst dînarit pêye her bitkujin. şew be qetar detnêrim; selamettire.
le utêl neharî bo kiřîm. çûyne kurte seyranêkî meydanî ber utêl. minîş qertałe pirteqałêkim kiřî, degełî hênamewe utêl. bilîtî bêrûtî bo biřîbûm. dway şêw xwardin be faytûnêk birdimye îzge û çemedan û kelupelî le sałonî çawedêrî dana û geřawe. be hezar zeḧmet pirteqałekem becê hêşt; deygut min ḧeqî zeḧmetî xom nawê.
be çawenořî qetar le îzge wîstim çemedan bikemewe, qifił nekirayewe ke nekirayewe. efserêk û sê polîs hatin le cigerey qaçaẍ degeřan.
- bira ew çemedane çî têdaye?
- efendî hîç nîye, hêndêk ciẍarey lendenîye!
- bîkewe!
- min nexoşim, xotan bîkenewe.
efser û polîs şilukut bûn boyan nekirayewe, wazyan lê hêna. cigereşî têda nebû, her wîstim bom bikenewe. dû kîlo sicûqim kiřî. wagonî qetar dûr û dirêj û cêgey penca kes, her dû kes leser kursî textey dû nefere dadenîştin. cîranim ladêyyekî sûrî bû, dyar bû zor mindałbar û hejare. dû kîlo sicûqekem daye ke bîba bo mindałan. le supasî eweda cêgekey xoşî damê û kewłî berî xoşî pêdadam û řakşam. qetar ta şarî (ḧums) řoyşit û debwaye se’atêk wiçan bideyn ta deygořn. le ḧesarî îzge le kabrayekim pirsî:
- (mirḧaz) le kwêye?
kabra gutî: be ’arebî nazanî çit dewê?
ey xudaye le beẍda (merḧaz)be awdest dełên, lêre debê çi bê?
- mebal?
- bexwa şik nabem dena demdayey!
- xela?
- kes lêre xela nafroşê!
kabrayek lewlawe têy geyand, betûřeyîyekewe gutî:
- de biłê (bît almay) û řizgarim ke! ho biço lewê bimîze!
swarî qetar bûmewe. em qetareş wagonî heşt neferî bû. tenya kabrayekim degeł de wagonda bû ke çwar çemedanî pê bû; ḧacîyekî mîsrî bû. min be lehcey beẍdayî, ew be zarawey mîsrî, ca were û ker lew quře derêne! zor be giran, ewîş be nîwe îşaretî destan têg degeyştîn.
baran zor barîbû, řûxawî kêw řêy qetarî bestibû. ḧacî lew maweda ke řêy qetar xawên dekirawe dabezî ke le deşt gû bika. lepiř qetar řoyşit û ḧacî becê ma. herçend dad û hawarim kird dengim be kes řanegeyşit û ’eqłî eweşim nebû zincîrî ajîr řakêşim. lew řê bequřgîrane, qetar dû se’at le wext direngitir geyye îzgey bêrût. qet taqe ẍewareyekî lê nemabû. ne pêşwazîker, ne ’enbał. çemedanî ḧacî lêm bibûne toq. to biłêy ḧacî çî beser hatbê? lepiř çwar kes le tirumbîlêk dabezîn û hatne ber wagoneke.
- kwa çemedanî ḧacî? boy debeyn.
- ta ḧacî xoy neye naydem.
deydey, naydem, heram le efserêk kird. her bîstyan hera dekem, xoyan xistewe tirumbîl û řayankird. efser hat û bom gêřawe. gutî: başt kird; eger ḧacî nehat le amanetî qetar hełyandegrîn. lew qisaneda bûyn ḧacî le tirumbîlêk dabezî. gutî: «ke becê mam, leser cade destim bo tirumbîlî çwar keseke hełêna, ke zanyan çwar çemedan le qetardaye becêyan hêştim. to firiştey minî, nethêşt çemedanekanim biçin. herçî darayî heme dewan daye». nwêjî şewane. ḧembał û taksî des nakewê, çar çîye? naçar minî nexoş û ḧacî milbarîk û lawaz, yekman dû çemedan çend mîtrêk dûr dexatewe û em car norey ewî tir dê. zor mandû bûyn û çî waş neřoybûyn. ḧacîm becê hêşt û sełte řoyştim. le xêwetêkî domanewe gwêm lê bû yekê be kurdî deygut: «emřo qezetet xwêndewe?» (qezete yanî řojname). bangim kird, dû law hatne der û hênamin çemedanekanyan leser şan dana. paş tozêk geyştîne taksîyek û hênanye nawşar. ḧacî deçuwe małe aşna. min gutim: deçme utêl û neşarezam. ḧacî swêndî xward ta to be xatircemî danebezênim nařom. le meydanî burc le utêlêk jûřêkî bo girtim. sermay qetar û giranî çemedanan zorî kar tê kirdibûm. le utêl ewende xwên řişamewe ke lam wabû xwênim de leşda nemawe.
îştyam nebû, şew bê nan xewtim. beyanî derkewtim û le řistûranêk daway kebabim kird.
jinêkî zor be de’yey cigere be lalêwanewe lewbermewe danîştibû, le pesta çawî lê dadegirtim. ay be kilkî xêwyewe! kes na qîniçke! be mořêkewe timaşam kird û be qełsî řûy lê wergêřam.
be taksî çûme sefaretî ’êraq ke bizanin min nexoşyanim. dû lîre da be taksî. sefîr gutî: «pyawî neşareza debê tawanî nabełedî bida. swarî tiram bay pênc qurişt deçû, ne dûset. be tiram bigeřêwe. biço xeyabanî pişt sera; taksî lên, be lîreyek detbene asayşgay sîldaran».
meger xełkî sûrya bo pûłperistî bigene lubnanyan, dena ’ecemîş deskyan le dû naka. le kabrayekî be ser û sîmam pirsî: xeyabanî sera lekwêye?
- çim dedeyey pêt biłêm?
- çit bidemê?
- çarege lîreyek.
lêy wergirtim, gutî: îreye!
le dirgay asayşgawe le paş pirsyar û weramî pêwîst, birdimyane tebeqey sîldaranî feqîr û textyan nîşan dam.