yadêkî pîremêrd û fayeq bêkes

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1395 views

êstaş her bedaxewem ke neyanhêşt «pîremêrd» û «fayq bêkes» bibînim. deyangut fayq serxoşî zimanşiře û řastît lê dełê. pîremêrdîş xo dyare casûse!

pîremêrd řojnamey jînî denûsî. bo yekem car le dinyada û bo axir carîş řojnameyek le řojgarêkda çwar jimarey lê çap dekira, çunke î’lanî çwar êdaranî biław dekirdewe. ne kes deykiřî, ne kes deywêra bîfroşê. gunahîşî her ewe bû ke deygut ba kurd bîn û be dił komonîst nebîn. cêjnî newrozîşî degirt ke be lay komonîstanewe kifir bû.

fayq bêkesî şa’îr zelamêkî wirgin bû; milî nebû, şewane neydetwanî be řakşanewe bixewê. her take lêfeyekîşyan hebû. yan debû fayq leser kursî danîşê û be şanîda bida, yan debû jin û mindałî pêy bixewn. hemû şew çend lawêkî řêkupêk deçûne ber małî fayq ta gwê le şeřecnêwî fayq û jinekey bigirin leser lêfe...

carêk şêx letîf degeł xwêda birdimîye gundêk be nawê (çwartaq), awyan be kunde le ’erbetewe dehêna bo xwardinewe û meşke. ḧîsabim kirdibû karwane’awêk le se’atêkî pitir dexeyand. şêx hełîpêçan ke: «sed dînar pûşanem bidenê», herçend jin giryan û pyaw hawaryan kird ke ne pûłman bo hełdesûřê, ne pûşanekeş ewende deka, qamçî nokeran wekar kewt û sed dînar ko kirayewe û şew goştî meřî birjaw xura û hatînewe.

- ya şêx ew sed dînaret çon wa bepele û boçî estand?

- kake, ’elî kemał begî beẍdayî hatote silêmanî û de’wetî dekem!...

zor kesî degeł ’elî kemał bang kirdibû. fayq bêkes hat, her le dirga bû gutyan ew segbabe meclîseke pîs deka. min le pişt dirgawe le meclîsekem deřwanî ke nebînrêm. daway şî’ryan le fayq kird. lay layekey xoy xwêndewe. lepiř degeł řefîq çalak kêşeyan lê peyda bû; milyan le şeřecwên na. ew hemû mamosta û efendîye maqûłane leser çalakyan dekirdewe, ke cilkî cwantir û be dîmen řêkupêktir bû. nokeran fayqyan be pałepesto wederna. wek deşzanîn le mergî fayq bêkesda her ewaney destyan nedeçuwe gîrfanyan ke lêfeyekî bo bikiřn, be hezaran dînaryan le serexoşîyekeyda xerc kird. pîremêrdîş herwetir, êstaş her boy denûsin: «pîremêrdî nemir»...

carêk le mecelley «hewlêr»da meqalêkim nûsî ke: «le dûkanêkî beẍda çeqełêkî mûmyayî kirawim dît; le binî nûsrabû nirxî bîst û pênc dînare. mat mam: xwaye debê ew çeqełe şa’îr bûbê yan xizmayetî degeł şa’îr hebê?! penca çeqeł be zîndûyî kes be filsêkî nakřê, be mirdûyî nirxî bîst û pênc hezar filse!»; miradîşim her şa’îranî kurdistan, wek mela marf û qanî’ û fayq û pîremêrd û cige lewan bû.

pîremêrd çapxaney xoy hebû; le małî dinyaş nasaz nebû. hemû sałan cêjnî newrozî le girdî mameyare degirt û lawî ko dekirdinewe û şî’ir û witarî têda degutra û dawetî cêjne degîra. ke komonîstî perey sand neyanhêşt newroz bigrê. meqalêkî zor cwanî nûsîbû; ewem lebîr mawe ke le paş basêkî cwanî newroz nûsîbûy: «bełam emsał le sayey ḧîzbî ḧîzbanewe newrozekeman lê tał bû!...».