çend kurte basêk

From the Book:
Çêştî Micêwr
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1517 views

ca ba lêre wiçanêk bideyn û çend kurtebasêk bikeyne şewçere:

le seretay komełewe ta biřanewey, hêmin û min benawî dû şa’îrî mîllî, gwê be gwêwe û zor birayane û hemîşe pêkewe şa’îrî hemû minasebatî xoş bûyn. lekwê cêjnî nîştimanî gîraba, yad û bîrewerî pîroz kiraba, ême debû şî’ir amade keyn û bîxwênînewe. ewendeş lêk nizîk bûyn ke zor kes nawî her kamêkyan nabûyn: «hejar - hêmin». le minasbey heweł ała hełkirdinî cimhûrîyet le sabłaẍ, le ała birdine bokan û zor cêgey tir, wêřay şa’îranî tir şî’irman dexwêndewe. pêkewe dejyayn û le bira lêk nizîktir bûyn.

le seretay komełî «jê-k», çapxaneyekî destî çikołey herzanman kiřîbû. řûsan be nawî yarmetî ferhengî, çapxaneyekî gewreyan daynê ke řojnamey pê çap bikeyn û bo her karê dekarî bênîn. çapxane çikołeke dira be bokan. degeł «kak ḧesenî qizłicî» çend neşre û nûsrawman pê çap kird û govarî hełałeman derxist. heweł jimareman bo pêşewa bird. tonêk kaẍezî xełat kirdîn. ke hatîşmewe sabłaẍ qizłicî degeł kone mamostakem «seyd miḧemmedî ḧemîdî» ke sernûserî řojname bû, hawkarî dekird. hełałe çwar jimarey derçû.

nawî meşayxî nexşebendîm be şî’ir honîbowe, le bokan çapman kird. hezar nusxey be dû sê řoj firoşra; lam wabû şî’rekanyan pesind kirduwe. dwayî derkewt wek nuşte kiřîwyane û debergyan girtuwe û be kiławyanewe diruwe!

şewane le bokan lebin dîwarî qawexaneyek, beranber be ḧewz, degeł «qazî kake ḧeme», «ḧesen qizłicî», «mela emcedî qełaye», «mela ’ewła ḧesarî» ta nîweşew meclîsman degirt ke zor yadgarêkî xoşe û lebîr nakirê. le tereẍe zorim ḧafiz xoş dewîstin; nemdehêşt biçne mizgewt û demhênane małe xom. çunke çawyan nîye, şerme ḧizûrî nayangirê; geřîdeş zor qisey xoş fêr debin. le bokanîş herçend dewłemend bibûm, nemtiwanî bibme hewałî pûłdiran. xoşîm be ḧucrey feqê û ḧafzan dehat. şewî wa bû de û dwazde ḧafzim lexom ko dekirdewe. xuşkim deygut: «leweta sazî, bûyete çawsaẍî ḧafzan!». cige le qise xoşekanyan, ḧafiz deçûne her dêyek, milyan le tarîfim dena û zor kes dûr be dûr xoşyan dewîstim.