nûştekey amîne xan

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 12 minutes  1524 views

«qacir» û «kanî panke» dû dên le nawçey bokan. hawkewşen, sinûr û seraweyan pêkeweye û cûtyan le yek egeřêtewe.

şêx eḧmedî kanî panke «xway lê xoş bê» be serênîy xoy małî le kanî panke bû.

xerîkî xoşkirdinewey şêt û har bû. bo hemû êş û of û derd û azarê nûştey ekird.

be hat û hawarî hemû kesewe bû. hergîz mandûyî û şeketêy ne’ezanî çîye. nazanim û natwanim û pêm nakirêy be dema ne’ehat. xway lê řazî bêt. bo karubarî xełk zor cełd û xêra û çust û çalak bû. le du’a û niza. le nûşte û cadû, le têřwanîn û fałgirtinewe, le piřupîte û dawderman dirêẍîy le musułmanan ne’ekird.

dyare musułmananîş bîryan leme kirdibuwewe ke em pyawe şew řoj xerîkî nwêj û ta’etî xwa û îş û fermanî ewane, kar û kasbî pi’ nakirê. wek ew le řêy xwada be hemû hawar û bangêkî ewanewe heye û egate firyayan, emanîş ebê şerim byangirêt û be destî betał neçne xizmetî. du’a û nizay bê xizmet, nuştey bê serqełemane, derman û tîmarî bê ulîfet kar nakat. emanîş xêrêkyan desgîr nabêt û ewîş nifûsî eşkê! řoj û şew wek qetarî řeş û sipî be dway yeka tê epeřîn. em demî be siław sendinewe û çak û xoşî û du’a

خۆێندنەûە xerîk û, destîşî nûşte nûsîn û gijugya kutana bû. xełkîş dem be siławu pařanewe û dest be dyarî û pişt be kołewe le hatuçoda bûn.

herdûla pêkhatbûn û serudił xoş bûn. em bijîwyêkî başî dest ekewt û guzeranêkî çakî ekird û darayî û samanêkî cwanî pêkewe nabû, leser hîç pekî ne’ekewt û guzeranêkî çakî ekird û darayî û samanêkî cwanî pêkewe nabû, le ser hîç pekî ne’ekewt. ewanîş karubaryan heł esûřa û ’emir û małyan bezyad ebû, derd û bełayan le koł ekewt.

bełê wabû! hest û aga padşay le şew fermanî le nawçey paşayetî xwêda řewaye û leser ser û çawane! ewan layan wabû waye. ca to her biłê: wabû.. waçû.. beçî eçêt?! herweku xoy eyfermû:

"dinya fanîye û bo kes namênêt. ewey bimênêtewe koçî kird. bełam ew wek hêndê pyawçakanî tir nebû. cige le çakekanî tenya samanêkî başî bo minałekanî cêhêşt û êtir boy nekira dê û xanûbere û şitî wa bikirêt.

minałekanî le katî xoşî û têr û teselîda çawyan pişkûtbû, xoşxor û xoşdiř û nazperwerde bûn. agayan le seretay jyanî bawkyan nebû, neyan ezanî em mał û dewłete le kwê peydabuwe û, em bend wicogeye binawanî le kwê hełgîrawe" jyanî xoş, darayî zor, hatuçûy xełkîş ne’espayewe." îtir çî? başe, eman xafłabûn û bercewendî dinyayan nekirdibû, ey bawkyan bo fêrî pîşekey xoy nekirdin û bezeyî be musûłmanan nehatbuwewe?

minîş wek le tarîkayîdam. to biłêy weku le na le nawyana bawe le tirsî ewme bûbêt ke ewan hewełî demyan bû, herzekar bûn, etirsa pêyan řagîr nekirêt û تێا bişêwên, yan ney ewîst řazî nihênî pîşe û hunerî xoy biłêt ke řazî nihênî huner û pîşe tenanet êstaş xoşewîste, yan

be darayî û samanekey lêyan diłnya buwe? bełam qisey xoman bêt û lenawman derneçê, çîyan pê biłê û çîyan fêr bikat? xoy çî fêr bûbû ta lewanî bişarêtewe! kar û desełat be xwaye, ew biłê çî û çi bikat? beşî emanî tya nebû!

minałekanî řencyan tya nedabû, piştyan pêyewe neyeşabû. dway bawkyan şeş û bêş lêyan daw texşan û pexşanyan kird. xwa neybiřê, ewende zor bû bem coreş beşî çend sałêkî kird. kuřekan ke heryekey le jinêk bûn, berudwa cya bûnewe û, heryekeyan mał û ḧałêkî bo xoy pêkewe naw wek cûckî keçełe peřewaze bûn, leber destengî û nemanî darayî û samanî mîratî řûyankirde małe xałwanî xoyan û mirîdanî bawkyan û, amînexan û bira biçkolekey û daykekeyan cêhêşt, ewey lew naweda desewsan û damaw bû, her amînexanî çareřeş bû.

dîsan ta daykî mabû her baştirêk bû, çûnke daykî herçend pîr û peřpût bû û keneft û pek kewte bû, cêgey bîrubaweřî xełk bû. be pîrozyan ezanî û beçawêkî mufeřk temaşayan dekird. be taybetî lenaw jinanda dem û nifûsî be pît û bereket bû. bełam «nehatî çake, qortî xirape» dway cyabûnewe û tefrutûna bûnî birakanî, zorî nexayand daykîşî emegî becêhêna û dway bawkî kewt bo şarî xamoşan. amînexan xoy mayewe û bira çikolekey.

îtir amîne xan bû be gewrey mał û cênşînî bawkî û cêdarî daykî û binawanî bira çikolekey. ebû îşu karî mał bikat û bo çak û xoşî û du’a û niza û daw û derman be dem xełkîşewe bêt.

karî bewe çak bû le wextî xoyda bo bawkî cêbecê ekird enasî û fêrî bekar hênanyan bûbû. le dêy xoyan û awayyekanî dewru piştyanewe kuř û kiç bo du’ay çewr û şîrînî û pêkbiřan, jin û pyaw bo minałbûn û dembest û dawwiderman řûyan tê ekird û seryan qał kirdibû.

amînexan, wek cwan nebû, ewendeş dizêw û naşîrîn nebû kes neyxiwazê. le tafî cwanî û nuxşey pêgeyştinda kełeget û pan û poř û, bejin û bałayekî řêkupêk û lext û lar û darubarêkî başî bû, bełam dyare bore û kuře werzêř hawşanî ew nebûn û. dawakarêkî tirîşî nebû. le ber’eme mabwewe. be serênîy daykî meydanî têkełîy kuř û kał û mewday basuxwasî legeł gewre kiç û cwanejnanda nebû. naçar be hîway řojî bextewerî didanî be cergî xoya girtibû, keyn û beynî diłdarîy ne’ezanî û agay lê nebû.

êsta, ke řastewxo berew řûy hemû core sikałayêkî diłdarî û hemû çeşne raz û nyazêkî kiçênî û kuřênî buwe û, lejêr serperiştîy daykîşya nemawe, her çend hatuçûy mang û sałanî zor be serya şwênyan kirduwete dîmenî û gonakanyan sîs û memge kanyan bił kirduwe û çenage daçořanduwe witałî sipîyan xistuwete serî û didanyan kel kirduwe, bełam wek tirêy şerab ke ta xoy bixiwatewe û tunditir ebêt, emîş zyatir derûnî biłêsey sendibû û diłî giřî girtibû. îtir naçar bû le geł kuř û kała le katî derman pêdan û nûşte kirdina çawbiřkêne bika û, dû cefeng û dû zerdexeney diłteřaneş aługoř kat û, car û barîş le geł ewaney zor diłgîr bin le çawdagir tinêkîş dirêẍî nekat. legeł kiçołekan û jine diłteřekanîş le basî diłdarî û kirdinewey girêy diłî xoy û hawêr kirdinî cwan û naşîrînî lawan û herzekar û kuřokałî awayî lezetêk berê.

amînexan bazařî germ bû, her kese be xeyałêk û heryekey bo karêk eçûne lay û hemîşe małekey cimey ehat.

birakanî lewe tûře bûn ke xełkeke seryan kirdote amînexan û dyarîy bo eben û xêrubêryan hemû bo ewe û emanîş kes řûyan tênakat.

eman ba nexwêndewarîş bin, be ser û mêzrêkî zil û řişêkî panewe zirtey çawyan bêt û, afretêkîş le cêgey bawkyan danîşt û bazarî wagerm bêt.

birakanî lêy kewtine top û teşer. naw û bîtkeyekî zoryan dwaxist û hezaran beyt û bawyan bo řêkxist.

amînexanîş be norey xoy destewstan newêsta û akarî dizêw û kirdewey napesendî ewanî bo xełk derxist û lêy kirdine qaw û eygut: herçî be minî ełên xiraptir eken.

eger ełên nexwêndewarim nazanim du’a û niza bikem, ewanîş wek min nexwêndewarin û hîç nazanin. eger ełên dyarîm bo dêt,

ewanîş her be nanî xełkî beřî eçin. eger ełên min be dem pyawan û kuřukałî nameḧremewe eçim, ewanîş tenanet be serênîy bawkîşim be dem afret û kiç û kîjî nameḧremewe eçûn. xo min le sayey xwawe le řêgay hîçîşa nîm û le řêy xwada xizmetî xełk ekem û, ełêm ba wecaxekeman kwêr nebêtewe. min bem afretîyey xomewe ḧurmetî cêgakem řagirtuwe, keçî ewan bo řabwardin xoyan biławeyan łêkird û her yekey řûykirde layek.

xełkekeş neyan etwanî murşîdzadekanyan bedro bixenewe, naçar bûn biřwa be herdûlayan biken û, wirde wirde têgeyştin eme binaẍey boşe û «kêşe leser lêfey melaye» û em gêrew kêşe û hera û bezme her bo kiřûsandinewey ewane! îtir lêyan tekînewe û wazyan le herdûlayan hêna.

amînexan ke hatûçûkerî nema û dyarî û kołebarî lê biřa, naçar bû xwî be małan û, le nuxşeşa be xermananawe bigeřê nûşte bika û du’a بخۆێنێ û şit desxat, bo hatuçûy ser xermanan gwêdrêjêkî peyda kird, le miserewe swarî ebû, lewserîşewe xeley lê ena.

xermenekanî kanîpankey tewaw kirdibû, nanî sałî kodbuwewe, emcar bo ciluberg û pêdawîstî mał eyewîst hêndêkî tirîş kokatewe û bîfroşê. îtir ta sałêkî ke poşte û perdax û têr û teseł řabwêrî.

gwêrêjî kurditan kird û lêy swar bû berew xermanekanî qacir. ke le asogey kanîpanke serkewt, le pêşdeştîda, ke zorî ne’ema bo serçemî «tetehû» xermanêkî gewrey bedî kird. be diłêkî xoş û temayekî zorewe û wiłaẍekey berew xerman lêxuřî. zorî nexayand

geyşte pêşewe. temaşay kird řeşîdî mam hebas ke bawkî yeke dewłemendî qacre be tenya lewêye û bekawexo şen ekat be łam çend maluskey gewrey sûr kiruwe.

amînexan siławêkî kird û hêndê do’ay lejêr lêwewe xwênd û fûy kird beser xermenakeda pîtu berekatî têkewt û bêçawênî bêt.

řeşîd ke kuřêkî genc û herzekar bû destî le şen hełgirt û hat bedem amînexanewe. zorî be xêrhatin kird û doy sardî le meşkołeke û têkird ta tîwanyetî bişkêt. le jîr sêberî kepreke danîştin û řeşîd destî kird be çałnan û leberîşewe çak û xoşîyan ekird û hewałî kesukarî yektiryan û epirsî.

amînexan hewałî xecêy xuşkî řeşîdî pirsî. řeşîd gutî: dwênê xwazbênî kerî hateser û daman beşû. amînexan ke basî şûkirdinî bîst birînî diłî kulawe û axêkî hełkêşa û gutî: ey řeşîd gyan, to key jin dênî?

řeşîd: çare nûs be xwaye. bizanîn çon ebêt.

amînexan: bełê çarenûs be xwaye, bełam kuřêkî wek to cwan û lawçak çon ebê kest nedozîybêtewe û ḧez le kes nekeyt? kuřî wek to cwan bo jin da’emênê? xwa neybiřê, cige le cwanîy xot, le hîçîştan kem nîye!

řeşîd: biłêm çî! kê cwabî min edatewe?

amînexan «be nazêk û çawêkî newmewe»:

ewe ełêy çî? ḧeyf nîye! ew çawe cwananey be toweye be xwa xuşkî xoşt ’aşiqit ebêt!

řeşîd: çî bo le to nihênî bê! ḧez le kiçêk ekem. be łam ewendey ekem û ekirênim cwabim nadatewe. eger nûşteyekim bo bikey bom saz bê, çî ełêy etdemê.

amînexan: řeşîd gyan! ser qełemane ebê pêşekî bidrê, egîna nûşte kar nakat.

řeşîd: başe, çît ewê etdemê, be łam etirsim nûşteke kar nekat.

amînexan: to cewałê genmim bideye. nûşteyekit bo ekem be merc. xwanexwaste ke karî nekird le minî binase.

řeşîd: hesta cewałekey le gwêrêjekey amînexan dagirt û piřî kird le genim û dûrî û dayna û hatewe jêr kepreke, gutî: ewe genim. deysa toş nûştekem bo binûse.

amînexan kotêk kaẍezî çiłkin û qełemêkî le gîrfanî derhêna û nextê řeş û sipîy lê kêşa û nûştandîyewe û tozê mincemnicî kirdû fûy kird be nûştekeda û gutî: be serî bawkim nûşteyekim bo kirdûy ta êsta nûştey wam bo kes nekirduwe.

řeşîd nûştekey lê wergirt û gutî: ca eme çîy lê bikem?

amînexan: bîxere koşyewe û îtir deng meke, xoy bangit ekat.

řeşîd: detirsim destim bibřê û tûşî pendêkîşim bikey. bo xatrî xwa amînexan çon le xomewe bîxeme goşî afretewe?

amînexan: řeşîd wa dyare to zor bêbaweřî be çak û pîran, yan zor şerminî. em nûşteyey bo tom kirduwe be serî bawkim bîxeye koşî afretêkî dîndarî wekû minîşewe ke le sayey xwawe le řêgey hîçşa nîm, naçare deng ekat.

řeşîd ke emey bîst neykirde řêwřast nûştekey xiste koşî amînexanewe.

amînexan gutî: eyeřo řeşîd! ewe çît kird? çon ew fêłet dozîyewe?

îtir amînexan gutî: eyeřo řeşîd! ewe çît kird? çon ew fêłet dozîyewe?

îtir amînexan xoy be diro nexsitewe û, le paşan nûştekey dayewe dest řeşîd û gutî:

xo baweřit kird kar’ekat. desa başî hełgire bo hemû carê ba bekarit bêt.

řeşîd nûştekey na gîrfanî û genmekey bo barkird., amînexan be cewałe genmewe berew kanîpanke kewteřê û řeşîdîş hey lêkird bo çemî tetehû..