aẍa wecaẍî řoşne

From the Book:
Pêkenînî Geda
By:
Hasan Qizilji (1914-1985)
 9 minutes  1080 views

řeşîd aẍa le temenî lawêtîda bû. çend sałêk bû bibuwe aẍa. ewîş wek «gay ḧakim» le teřî deyxiward û le wîşkî dexewt. lewetî pêgeyştibû, şew xerîkî qumar û, řoj xerîkî řaw û şikar bû. taqe hunerêkî ke bûy, ewe bû le zimanî tajîy dezanî.

řeşîd aẍa: hew... hew... řestî hawrîşim û qeladey zîwit le esto dekem, dest û pencet le xene degirim;; cilî turmet bo dekem!

tawis,; weku jandarmeyek ke taze çend kurdî girtibê û aferînî lê kirabê û efserekey bangî kat, ya wek jine werzêřêkî ke be naw diřk û dałda bedway taqe manga winbuwekeyda řabkat, be xoşbezî û xêrayî bazî debird bo lay řeşîd aẍa, wexşipey pêy nedebîsra, be qeladey zêwîn û cilî turmewe be dewruberî aẍa dehat û derçû, kilke sûtey dekird, xoy dekêşawe û deyquruskand, pay: amadey řawu û têberbûnim.

aẍa û tancî, piştawpişt, legeł yektir hatbûne xwarewe. her çend le dû řegezî cyawaz bûn, bełam sebaret be pêşîney mêjûyî bê tercuman le yektir têdegeyştin.

êwarey řojêkî demewzistan bû. le heywanî dîwaxanî «nobar» řeşîd aẍa û tawis bedyar nokerekanewe, be zimanî ḧał ew qisaneyan dekird.

no kerekanî řeşîd aẍa ke zorbeyan legeł nobar û dîwaxane û esp û tajî le aẍay řeḧmetî be mîras mabûnewe, le herawîy nawdest û barîkîy dest û paşû û xoşbezîy tawis waqyan wiřmabû, hîwadar bûn xoyan û aẍayan bê goşt nekat. yek le dway yek pîrozbayî tawsyan leřeşîd aẍa dekird. le paşan kwêxa ’ewła hełîdaye û gutî: be gořêkî aẍay řeḧmetîy têçuwe, ew tajye dîzyetîye. egîna em hełoye û dû teẍar genmyan negutuwe.

řeşîd aẍa: deçeẍebe. dewît bab, aqiłit bo lekar kirdim! dyare, eger ḧemeweys lebirsa qořey zigî nehataye, bo dû teẍar genim lêrewe nedeçuwe «tîleko» be şewî engusteçaw, sîngî xoy be gûllewe nêt û tawis bo min bidzê, dûsałî tewawe nawbangî tawsim bîstuwe.

le ’asman boy degeřam, leser zewî destim kewt, eger zorit be xîlî be ḧemeweys dê dû teẍar genmî distikewwiwe, neçuwe biçê, řistit dekem witêt berdedem, ke kerwêşkêkit kuşt dû teẍar genim be to dedem.

kwêxa ’ewła: debaşe aẍa. to leser kerwêşkî xot nîy? min temałêkit bo deduzmewe, keyfit łêye le landa be zîndûyî deygirim, ḧez dekey tawsî têberde.

řeşîd aẍa: debřo temał bidozerewe.

kwêxa ’ewła: aẍa ewendem lê bweste gerdałêk befir bibarê. bizane dû teẍar genmeke ḧełal dekem yan na?

lew kateda, tawis řeşîd aẍay têgeyand ke arezûy řawî heye. be berdemî aẍada 4-3 bazî bird. be ḧał nûkî pencey le zewî dexşa. řeşîd aẍa «be tawis» dek leber qełembazit mirim.

«ewcar be kwêxa ’ewła»: be serî marf aẍa, sibeynê ta çêştanê temałêk nedurîyewe geskit le ser barewe denêm4 . ke dozîştewe cige le dû teẍar genim, ew řank û çoẍey berîşim hîy toye. debřo bizanim çi dekey?

kwêxa ’ewła: aẍa! swêndeket be guł bê. le befrî nebarîwe, temałit le kwê bo bidozmewe?

ewendem sebir lê bigre. befir ’erz sipî bikat ca ew ḧele çawim lê bike.

řeşîd aẍa: ew qisaney pi’ nawê. basî temałit kird, debê bîdozîtewe. dena detkeme temał û segit tê berdedem.

bayz «yekê le nokerekan, ke be řêz le bin dîwarî heywaneke bedyar aẍawe wêstabûn» leber xoyewe: ’ewła xoy be demřast dezanê. debřo bem řeşange temał bidozewe.

cafir «yekêkî dîke le no kerekan»: ewende gewce pêy waye kerwêşkîş ře’yete biçê le małewe be şeq bîhênnêtewe bêgar. êmeş detwanîn ře’yet be şeq emdyû ewdîw keyn. debřo temał bidozerewe be zimanî xot pêwe bûy!

mam selîm «be ḧał kełbey le demda mabû, wextî xoy gewre nokerî marf aẍay bawkî řeşîd aẍa bû» be piłtepiłit leber xoyewe destî pêkird: dek kwêr bim, aẍa awa debê. demewîst êsta aẍay řeḧmetî bwayem em çeleḧanêyey le geł bikirdaye. çima karî le pêstî serî nede’axnî.

řeşîd aẍa, ke be bersefî nokerekanda pyasey dekird, gwêy lew qiseye bû, çuwe pêstî bawkîyewe û gutî: mam selîm! sibeynê ta nîweřom lê řawêste, ca qisey aẍay xot taqî kerewe, bizane çon deykeme temał.

kwêxa ’ewła, her çend bab noker nebû, weku mam selîm çawî be paşxiwanî aẍay řeḧmetî nepşikûtbû, bełam detgut lejêr çekuşî şeytan derpeřîwe. le fiřufêłî aẍa û nokerîda westabû,

deyzanî aqłî aẍa ta kwê biřdekat. tegbîrî xoy kirdibû, emma deywîst řeşîd aẍa pitir şêlgêrka. ta dû teẍar genmekey destikewê. řûy kirde mîrza simaylî mîrzay aẍa ke lewlawe wêstabû.

kitêbêkî çiłkinî be destewe bû: mam mîrza bom kitêbe, řibeyekit le genmeke dedemê. mîrza simayl: debřo mirdût mirê. êstake le qendîlîş befir nekewtuwe, qamûsîş temał nagrê. bot biřwanme kitêbî çî?

kwêxa ’ewła: beserî ew aẍaye řibe genmêkit le kîs çû!

řeşîd aẍa: ha... ha... sibeynêy nehatû, le temałî nedozrawe û, le genmî wernegîraw, dax debate diłî mîrza!

nokerekan: bełê, aẍa cwanî دەفەرمۆێ.

eha.. eha.. ha..

kwêxa ’ewła «deyewîst bo pêkenînî aẍa zyatir serbikate ser mîrza»: başe, meřwane kitêbe çiłkinit, beserî ew aẍaye çawit be genim nakewê.

mîrza «ke daxî ’ewłay le diłda bû»: şukur bawkî nemawe, egîna bê genmîş deyhênaye sema. kwêxa ’ewła têgeyşit mebestî mîrza eweye bawkî ’ewła ře’yet bû. eger bimaye ewîşî be derdî ře’yetekanî dîke debird. gutî: min nimek be ḧeram nîm. aẍa çonî pê xoş bê wa dekem.

mîrza, ke zanîy qise degate naskî, gutî: aẍa ḧezdeka temałî bo bidozêtewe.

kwêxa ’ewła: başe, bełam bew şerte dem le goştekey nedey.

mam selîm: hetîwe, ’ewła to şêtî? lebefrî nebarîwe, le temałî nebû, le řawî nekiraw, le jyanî têbernedraw, le kerwêşkî nekujraw, le çêştî lênenraw, mîrza dem le goştî çî nadat?

mîrza: be xwa biłêm çî? serim lem qisane dernaçê!

kwêxa ’ewła: řast deka. her serî lewe derdeçê bo ře’yetekan bipařêtewe û tikayan bo bika. ewendey qaqez û maqez xwêndotewe û hatuçoy kirduwe qisey êmey pi’ hîce.

mîrza: to biřo temał bidozerewe û waz le min qaqez û maqezim bêne. her şite wextî xoy heye. êsta carê ewa wextî temał û řawe.

řeşîd aẍa «be dem řêgay jûrewe» ’ewła! tawis bere dest û paşûy le xene gire bo temałekey sibeynê.

kwêxa ’ewła «beyanî dway nan û ça» ’ewła!

kwêxa ’ewła «ke le pêşxane legeł nokerekan xerîkî paşxiwan xwardin bû, paruwekey be xiřî qût da»: bełê... bełê... aẍa.

řeşîd aẍa: dest û paşûrî tawist le xene girt?

’ewła: bełê, aẍa.

řeşîd aẍa: qisey xom lebîrneçotewe temałit dorîyewe.

’ewła: bełê aẍa.

řeşîd aẍa: wiłaẍan bênin, ba biçîn bo řaw.

tawis le ber espî řeşîd aẍawe semay dekird. le binarî «tewreẍe» řaw dabestira. ge geyştine şêwełêk, ’ewła, lepiř, hełîkêşa temał:

xołamî serî aẍay xomim, tema... łe

řeşîd aẍa tajîy têberda, bełam kerwêşk hełnesta.

’ewła: aẍa, belan kewtuwe, ba biçim hełî estênim. řikêfî lêda û çuwe pêşewe.

dabezî û gurcêk petî milî kerwêşkî dařnî û firêyda derewe.

řeşîd aẍa «tawsî dûbare têperda» ha bîgre tawis ha..! derî nekey ha!.. leserî minit kewê... tawis yek dû serî pêdahat û kerwêşkî hełgirt.

’ewła beẍar çû kerwêşkî le dem tajî sendewe û be paşkoyewe hełîwasî.

ke geřanewe ’ewła çawî pêkewt birayme şeł le seremana dełerzê keçî leber derkî mizgewt le geł mîrza wêstawe qisey bo dekat.

kwêxa ’ewła «be pele» biraym ewe hêşta neřoyştûy?

biraym: bo kwê? to hîçit be min negutuwe. kwêxa ’ewła: pêm negutî, ewa gutim, řake biço bokan tenekeyek newt bêne bo małî aẍa. zû werewe, bo êwarê firyay xe!

şew le dîwaxan bedem xwardinî goştî kerwêşkewe, bas basî řaw û tarîf tarîfî tawis bû.

řeşîd aẍa: mam selîm! çonim temał be ’ewła peyda kird? xo êsta aẍayetî dezanim?

mam selîm: ewendey gił beser aẍay řeḧmetîyeweye, sed ewende ’umrî to bê. şukir aẍa wecaxî řoşne.

mîrza «bizey dehatî» : bełêm, aẍa wecaẍî řûne!

řeşîd aẍa: mam selîm! beyanî dû teẍar genim bide ’ewła, řank û çoẍekanîşî bo denêrim..

şew dîwaxan çoł bû, ’ewła deřoyşte małewe, lay da derkî małî birayme şel û bangî kirde

derewe, gutî; biraym; le demit derbê kerwêşkî małît lê win buwe, lejêr bêgarda دەتپڕûûۆێنم. xo dwênê hîçit be mîrza negutuwe?

biraym: ca ba pêşim gutbê, çîy têdaye, ewîş her le xotane!

’ewła: na, na, ewe kabrayekî şarî û dimşiře. eger lay aẍa basî kird, to biłê dirokat şitî wa nebuwe, ca nore bîgarit leser bêgarit leser hełdegirim.