perçekirna risteke cizîrî

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  808 views
min dî di bircê dilberek
padîşeh û mîr û gerek
min go: were nik min serek
dilber şikînand şekerek
fequltu: ya ruḧî! metaArabic?
pişta xwe da min, rû li hêt
gur bûn di dilde: ar û pêt
min go: bibêje, kêngî têt?
go: min heta xatir vebêt?
min go: çikim ez ba-heta?
biskan tu çînçîn bike
miskîn muqabil dîn bike
seyda tu bes xemgîn bike
pêşkêşî yek biskên xwe ke
milkê «xeten» textê «xeta»
dil bendê dava zulfekî
kevtî kemenda ulfekî
kuştî bi tîr û şilfekî
xanim were da dil fekî
xew nîne gav û sa’eta
kêşan li dil sed dax û key
qêrîn û hawar, deng û dey
têtin ji min wek na û ney
«hel fî yedlimeftunî şeyArabic»?
«ew keyfe esne’ ya fetaArabic»?
zulfên «pet» û şêrî le ban
jehrîne «şibhet eqreban»
reşkakin «şibhê» şeban
lê bisk bi zulfan ra teban
êrîş birin xal û xeta
şêrîn lebê, gotin dirê
keyxusrwê dêm gewherê
zulfên syah xistim ji rê
lê min ji biskên pir girê
îro tenê girtin du ta
« nisbet» perî, zîbaye ew
wek nêrgiza yektaye ew
padîşeha xortaye ew
ya dil ji min sohtaye ew
xwezka di nêv desta keta!
ew nazka birca «hemel»
derket ji bircê dil di gel
ke’enha necimٌ fe’elArabic»
«ya men ye’ar xulî fehelArabic»
«yeşbeh bişeyn qametArabica»?
mej bexçeya yar «zeynî»
bê tirs û pirs sêvek çinî
min dest bire sêvê, kenî
wê gote min: ho ezbenî!
«xwezka xwedî tê derketa»
yar xweş bi lar û lence bû
zulf sinbil û leb xunce bû
min dil tijî eşkence bû
jiher bî bi min wek şerbeta
baxê bihşite, rû xeten
pê xweş dibin min: can û ten
lew dil dixiwazî jê ketin
«webîma ceneytû cinyetenArabic»
«elqet eleyye cînya’etaArabic»
seyda û xweş hosta mela
cama di dest mesta, mela
paşayê hevirista, mela
ev renge rist besta, mela
wek: dicle û zab û şeta
min dil ji derdan bûye mişt
têre dibazin: tîr û xişt
seyda cigerxiwîn bû, te kuşt
çibkin ji mizgevit û kenişt
ko em bixiwênin van xeta?