pêm dełên meḧbûbe xêl û qîçe

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  11114 views
pêm dełên: meḧbûbe xêl û qîçe, meylî şeř deka
xêl û qîçe, ya tirazûy nazî nextî ser deka?!
xêl û qîçe, ya be ẍemze bo nîşaney dił be çaw
meylî řast hawêtnî mujganî dił peyker deka?!
çawî hem řengî gułî, mestî şew û řojin medam
yek le neşguftey benefşe, yek le neylofeř deka
’eksî çawî to le çawîda be xwarî têdegey
keç nezer key ferqî xwar û jûr û, xêr û şeř deka?!
her kesê nuqsanî řûy bawête ser řûy ayne
şahîdî herçende ri’ey al’înArabice, kê baweř deka?!
katbî xêr û şeřî ’uşşaqe, bo wesił û fîraq,
lutif û qehrî her be carê seyrî dû defter deka
nalîPen name ew weḧşî ẍezale kes eber dawî nekewt
çunke şahênî dû çawî tîje, da’îm ser deka